CÎHAN
Hemû Nûçe
-
DYE dixwaze statuya penaberiyê ya demkî ya 240 hezar Ûkraynayiyan betal bike
Hate ragihandin ku rêveberiya Trump dixwaze statuya 'parastina demkî' ya 240 hezar penaberên ji Ûkraynayê betal bike. -
Qesra Spî piştrast kir ku li gel Hamasê hevdîtinek pêk anîye
Berdevkê Qesra Spî Karoline Leavitt, piştrast kir ku wan ji bo rizgarkirina girtiyên Emerîkî yên di destê Hamasê de bi awayekî rasterast li gel Hamasê hevdîtinek pêk aniye. -
Serokwezîrê Gronlandê bersiv da Trump: Em ne yê firotinê ne
Serokwezîrê herêma xweser Gronlandê Mute Egede bersiv da Trump û got, "Em ne yê firotinê ne û bi hêsanî nikarin bêne wergirtin." -
Trump bi israr e ku dest dîne ser Gronlandê
Serokê DYE'yê Donald Trump roja Sêşemê li Kongreyê axivî û careke din qala armanca xwe ya belavkariyê kir ku dixwaze dest dîne ser Gronlandê. -
Li Pakistanê êrîşa li ser leşkergehê: Herî kêm 12 kes mirin
Li bakurrojavayê Pakistanê bi du wesayitên bombebarkirî êrîş li ser leşkergeheke li sînorê Efganistanê hate kirin. Sê jê zarok, du jê jin herî kêm 12 kes mirin. -
Koreya Bakur ji bo keştiya balafiran a DYE'yê got 'provokasyon'
Koreya Bakur têkildarî serdana keştiya balafiran a DYE'yê USS Carl Vinson a bi enerjiya nukleerê dixebite ya li bajarê Busan ê Koreya Başûr got, 'provokasyoneke leşkerî û siyasî'. -
Trûmp, ji bo rawestandina alîkariya leşkerî ya ji Ukranyayê re ferman da
Li gorî rayedarekî DYE’yê, Donald Trûmp biryara rawestandina alîkariya leşkerî ya ji bo Ukranyayê daye. -
Li Mannheimê kesek wesayita xwe bi ser peyayan de ajot
Li navenda bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ajokarek wesayita xwe bi ser peyayan ajot, kesek mir û 25 kes jî bi giranî birîndar bûn. Gumanbar hat binçavkirin. -
Pentagonê navber da operasyonên sîber ên li hemberî Rûsyayê
Hate ragihandin ku DYE'yê navber daye operasyonên sîber ên li dijî Rûsyayê. -
Alîkarê Serokkomarê Îranê Zarîf îstifa kir
Hate ragihandin ku Alîkarê Serokkomarê Îranê û Wezîrê Karên Derve yê berê Cevad Zarîf îstifa xwe pêşkêşî Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan kiriye. -
Agirbesta Xezeyê: YE’yê nerazîbûn nîşanî Hamas û Îsraîlê da
Hamasê qebûl nekir ku qonaxa destpêkê ya peymana agirbestê ya li Xezeyê were dirêjkirin û di encama vê de Îsraîlê alîkariya mirovî asteng kir. Lewma Yekîtiya Ewropa (YE) nerazîbûn nîşanî Hamas û Îsraîlê da. -
Di pevçûnên Îsraîl-Hîzbûllah de zêdeyî 6 hezar kes mirin
Li gorî texmînên rojnameya Siûdî Asharq Al-Awsat, di pevçûnên dawî yên navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de qewimîne, herî kêm 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Parlamenta Îranê wezîrê aboriyê ji wezîfeyê dûr xist
Parlamenta Îranê ji ber krîza aboriyê ya giran wezîrê aboriyê ji wezîfeyê dûr xist. -
Rûsya: Polîtîkaya derve ya DYE'yê li vîzyona me tê
Kremlînê ragihand ku guhertina radîkal a polîtîkaya derve ya DYE'yê ya li ser Rûsyayê 'bi asteke bilind' li vîzyona wan tê. -
Trûmp, biryarnameya ku Îngîlîzî bibe zimanê fermî îmze kir
Serokê Emerîkayê diyar dike ku ew dixwaze ‘yekîtiyê’ li welêt xurt bike. Lê belê li gorî îstatîstîkên Buroya Serjimariyê ya sala 2023’yan, li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê herî kêm 43 mîlyon kes li mala xwe bi zimanê Spanyolî diaxivin. -
Îsraîlê derbaskirina mal û pêwîstiyan ji bo Xezeyê asteng kir
Îsraîlê helwesta Hamasê ya ku pêşniyara DYE'yê ya ji bo dirêjkirina agirbestê red kir, ji xwe re kir hincet û derbaskirina mal û pêwîstiyan ji bo Şerîda Xezeyê asteng kir. -
Îsraîlê pêşniyara agirbestê ya heta nîvê meha Nîsanê qebûl kir
Îsraîlê pêşniyara Emerîkayê qebûl kir ku eger bi Hamasê re li ser destpêkirina qonaxa duyemîn a agirbestê li hev neke, agirbesta li Xezeyê heta nîvê meha Nîsanê dirêj bike. -
Daxuyaniya PKK’ê di çapemeniya cîhanê de deng veda
Banga Rêber Apo û daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê di nava çend deqeyan de di çapemeniya cîhanê de cih girt. -
Li Yewnanistanê protestoyên girseyî hatin lidarxistin
Li Yewnanistanê bi sed hazaran welatî ji bo bîranîna xirabtirîn qezaya trênê û protestokirina kêmasiyên ewlehiyê yên berdewam daketin qadan. -
Li Hîmalaya aşût: Zêdeyî 40 karker winda ne
Li çiyayên Hîmalaya yên li Hindistanê aşût ket ser karkeran. Hate ragihandin ku zêdeyî 40 karker winda ne. -
Li dibistana Quranê ya Talîbanê teqîn: Herî kêm 6 kes mirin
Li dibistana Quranê ya li bakur rojavayê Pakîstanê ku navendeke girîng a perwerdeyê ya Talîbanên Efganîstanê bû, teqînek pêk hat. Di encama teqînê de herî kêm 6 kes mirin. -
Îran li dijî gefên Îsraîl ên ‘leşkerî’ nerazîbûn nîşan da
Îran, nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê da. Ku di daxuyaniyê de tê gotin, dibe ku ji bo rewastandina armancên nukleerî yên Îranê pêdivî bi ‘ bijardeya leşkerî’ hebe. Îranê daxuyanî weke ‘kirêt’ bi nav kir. -
Qesra Spî: Banga Ocalan gaveke girîng e
Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Brian Hughes banga Rêber Apo weke "Ji bo kêmkirina pevçûnan gaveke girîng" nirxand. -
Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê: Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê
Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê diyar kir ku banga Rêber Apo firsendeke dîrokî ye û got: "Em amade ne ku bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê." -
Rûsyayê ji bo xaka desteser kiriye mizakereyê qebûl nake
Kremlin di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ne mimkin e ku axa Ûkraynayê ya ku ji aliyê wan ve hatiye dagirkirin û ketiye bin serweriya wan bê mizakerekirin.