ANALÎZ
Kesên ku Alî Haydar Kaytan nas dikin pir baş dizanin ku kesayetiya wî ji destpêkê heta dawiyê bi hestên kûr û reaksiyonê ve teşe bûye. Aliyê wî yê hestyarî bi xeyal, hesret û lêgerînên mezin ve tê xwedîkirin.
Li gel polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk jî Rêber Apo li ser hev gavên yekalî avêtiye û xwestiye çareseriya pirsgirêka Kurd ji zemînê şer û şîdetê bikişîne ser zemînê hiqûq û siyaseta demokratîk.
Niha dor hatiye wê yekê ku hêviyên aştiyê bigihêjin armanca xwe û pirsgirêkeke kangrenbûyî bi dawî bibe. Ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder ji bo pêkhatina aştiyê divê çi ji destê kê hat, wê bike.
Dûran Kalkan: Zextên li ser gelên mezlûm û bindest bi taybet jî li ser Kurdan her ku diçe zêde dibe. Dibe ku di pêvajoya pêşiya me de şer hîn tundtir bibe û belav bibe.
Siyasetmedar Zekî Akil anî ziman ku desthilatdariya Tirk dixwaze Rojava bi temamî ji holê rake û mîna ku li Efrînê kir, dixwaze 'paqijiya etnîkî' bike. Zekî Akil got, dewleta Tirk bi vî rengî li pêşiya serdema nû ya Sûriyeyê dibe asteng.
Hemû Nûçe
-
Hilweşîna Sûriyeyê û vegera DAÎŞ’ê
Tirkiye li gorî stratejiya Îsraîl û DYE’yê bû rêveberiya herî aktîf a ku beşdarî hilweşîn û parçebûna Sûriyeyê bûyî. Îsraîlê bi eşkere gotibû, wê li Rojhilata Navîn sînor bên guhertin. Siberoja Sûriyeyê, bi temamî di metirsiyê de ye.
-
Guherîna hevsengiyên li Sûriyeyê…
Pêşdeçûna HTŞ’ê hemû hevsengiyên li Sûriyeyê diguherîne û tê mereqkirin ku wê şer çawa berdewam bike. Armanca sereke ya dewleta Tirk jî ew e ku dixwaze bibe asteng li Kurd li Sûriyeyê nebin aktorê nû.
-
-
Şerê Helebê û paşeroja Sûriyeyê
Ya ku wê yekîtiya Sûriyeyê dabîn bike û rêveberiya demokratîk a xwe dispêre jiyana azad pêk bîne Konfederasyona Sûriyeya Demokratîk e. Li gel talûkeyan ji bo hemû gelên ku li Sûriyeyê dijîn, derfeteke bi vî rengî pêk hat.
-
-
Ketina Helebê hevsengî xera kirin
Destpêkê Heleb bilez ket. Ev yek bû sedem ku qadên teng ên mîna Til Rifat û Şehba jî ji dagirkeriya Tirk re vekirî bimînin. Taxên Kurdan ên li Helebê jî wisa. Pirsa, ‘gelo şer bê kirin, yan xwe vekişînin’ kete rojevê.
-
PKK a ku beriya 46 salan ava bû îro bûye mîna kelehekê
PKK partiya şehîdan e û ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdan bi hezaran leheng li çeperan li ber xwe didin. PKK yekane partî ye ku wê serketineke bê dawî ji bo mirovahiyê bi dest bixe. Ji ber ku afirîner û çavkaniya wê ya hêzê Rêber Apo û gel e.
-
Roj roja parastina Rojava ye
Divê tevahî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ruhê seferberiyê tevlî YPG, YPJ’ê û Hêzên Xweparastinê bibin, nirx û xaka xwe biparêzin. Dostên gelê Kurd divê bi ruhê hevgirtina enternasyonalîst destekê bidin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
-
Em bi berxwedan û seferberiyê Rojava biparêzin
Rewş cidî û metirsîdar e. Eger berxwedaneke xurt neyê kirin dibe ku nirxên şoreşê ji holê rabin. Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye. Parastina Rojava parastina azadiya jinê ye. Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye!
-
Li Sûriyê rûpela bi xwîn nayê girtin
Ne pêkan e ku El Nûsra bêyî agahiya Tirkiyeyê êrîşeke bi vî rengî bike. Hin hêzên din jî hene ku dixwazin Sûriyê, Îran û Rûsyayê tengav bikin. Weke tê zanîn ku teşwîq û erêkirina wan jî heye.
-
Ji bo bîranîna Dayika Gulîzar
Min deh salan beriya niha ji te re nameyek nivîsand û ji bo kur keçên te qîmeta hebûna te parve kiribû. Rojekê piştî nameya min te jiyana xwe ji dest daye. Min gelekî dixwest ez li ba te bim. Weke kurekî te erka xwe ya dawî bi cih bînim…
-
Meydan qadên demokrasiyê ne
Gelo ma dem nehatiye ku qad bêne dagirtin û daxwazên aştî û demokrasiyê bên ser ziman? Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xurtî li qada siyasetê ye. Dem hatiye ku ev yek bigihêje tevahiya Sûriyeyê.
-
Çend not ji binê erdê
Av nêzîk bû, ser min vekir, naylona hestiyên min lê pêçayî bû li ber avê çû, av gihîşt hestiyê min. Diviyabû min xwe li cihekî bigirta, nehiştiba av min ji xakê dûr bixîne.
-
-
Jihevcihêbûn
Guherîna têrker a fikrî û demokratîkbûn pêk nehatibe û dest ji armanca tasfiyekirina PKK'ê nehatibe berdan jî hatiye fêhmkirin ku bi rêbazên heta niha nikare bi ser bixîne. Lewma di şert û mercên heyî de lêgerîna li rêbazên nû destpê kiriye.
-
-
-
Qeyûm rêveberiyeke îstîsmarê ye
Mijar hebûn û îradeya gelê Kurd e. Ji bo vê yekê divê gel hêza xwe nîşan bide. Divê mirov li hemberî van nêzîkatiyên îstîsmarê û tunehesibandina ked û îradeyê serî hil de. Divê teqez bi serhildanan ji pêvajoyê re bersiv were dayîn.
-
-
Li Kolnê jinûve nivîsandina dîrokê
Eger îrade û helwesteke xurt li Kolnê bê raberkirin û bi sed hezaran kes bi rengekî coş xwedî li Rêber Apo derkevin, dibe ku li Îmraliyê pêşî li hevdîtinên nû vebike. Hetta dibe ku pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî bide destpêkirin.
-
-
-
Civaka Êzidî wê bibe nimûneya jiyana azad
Çanda herî qedîm a Êzidiyatiyê rehên xwe berdaye kûrahiya dîrokê, bi sala ye li himberî her tiştî xwe parastiye û ta vê sedsalê hatiye. Niha jî bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jiyan dike û xwe diparêze. Wê ev civak bibe nimûneya jiyana azad.
-
-
Divê mirov ji paşerojê qut nebe
Dewleta Tirk bi êrîşan, bi bombekirina çavkaniyên jiyanê hewl dide gel ji polîtîka û welatparêziyê dûr bixîne, bixe nava fikarên jiyanê. Hem Rêveberiya Xweser hem jî gel divê vê metirsiyê bibînin û paşeroja xwe bi xwe diyar bikin.