Jihevcihêbûn

Guherîna têrker a fikrî û demokratîkbûn pêk nehatibe û dest ji armanca tasfiyekirina PKK'ê nehatibe berdan jî hatiye fêhmkirin ku bi rêbazên heta niha nikare bi ser bixîne. Lewma di şert û mercên heyî de lêgerîna li rêbazên nû destpê kiriye.

Dawiyê qedexeya faşîst-dagirker hate şikandin. Zimanê çapemenî û siyaseta Tirk ê derheqê gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de vebû.  Êdî hemû kes qala gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan dike. Li ser televîzyonan komên cuda cuda heya sibê zû têkildarî mijarê nîqaşan dikin. Her cure însan di nava vê nîqaşê de cih digire.  Ji bo kesên bêhnfireh ên van nîqaşan temaşe dikin rewşên komîk rû didin. Di encamê de hejmara kesên ku li hemberî gelê Kurd û Rêber Apo zimandirêjî dikir, kêm bûye.  Rastiya gelê Kurd û Rêber Apo li Tirkiyeyê rojeva heyî diyar dike.

Baş e, divê em vê rewşê û tiştên ku tên nîqaşkirin bi giştî çawa binirxînin? Bêguman divê em destpêkê bilêv bikin ku ev yek tiştên erênî ne.  Çimkî heya ku rastiyek rast neyê nîqaşkirin, nayê fêmkirin; heya ku rast û bi xwînsarî neyê nîqaşkirin nayê çareserkirin. Ji aliyekî din ve her çend hin nêrînên bêpîvan û astkêm hebin jî bi giştî ast û feraseteke nîqaşan heye. Helbet ji bo çareseriya ‘pirsgirêka Kurd’  ku pisgirêkeke dîrokî ye,  were fêmkirin û ji bo pêşxistina rê û rêbazên çareseriyê  nîqaşên wiha yên xwedî astekê hewce ne. Hêviya me ew e ku kesên serî li zimankeî xirab didin û asta xwe kêm dikin jî dev ji wî ziman û helwesta xwe berdin. 

Helbet girîng e ku nîqaşên heyî gelê Kurd û Rêber Apo dikin rojeva civaka Tirkiyeyê.  Heya niha nîqaşên bi vî rengî ji aliyê Kurd û dostên wan ve dihatin kirin ku; ji ber qedexe û astengiyên pergala şerê taybet jî nîqaşên navborî xwe nidigihandin civaka Tirkiyeyê.  Di encama vê yekê de jî civak di mijara rastiya gelê Kurd û Rêber Apo de şaş dihate agahdarkirin. Civaka Tirkiyeyê hemû bi feraseteke nijadperest-şovenîst dihate tijekirin.  A niha ev hişmendiya ku di encama demên dirêj de hatî afirandin hêdî hêdî tê şikandin. Civaka Tirkiyeyê êdî di mijara rastiya gelê Kurd û Rêber Apo de agahiyên nêzî rastiyê bi dest dixe.

Helbet du sedemên guherîna ziman û siyaseta li Tirkiyeyê  hene. Yek,  têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo, gerîlayên Kurd, jin û ciwanan, gelê Kurd û dostên wan a girêdayî xeta lehengiyê ye. Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ya azadiya fizîkî ya Rêber Apo armanc dike,  bi vî awayî yekem destkeftiyên xwe yên şênber nîşanîme dide.  Hevdîtina Omer Ocalan ya ji bo Îmraliyê ya di 23’yê Cotmehê de û nîqaşên navborî encama  vê têkoşîna pêngavî ne ku ji salekê zêdetir e tê meşandin.  Helbet ev têkoşîn jî xwe dispêre meşa Apoyî ya 50 salî û Têkoşîna Îmraliyê ya 26 salan. Çapemenî û siyasetî heyî ya Tirk,  bi rêya nîqaşên navborî fêm kir û qebûl kir  ku êdî ew nikarin PKK’ê tasfîye bike û gelê Kurd were qirkirin.  Helbet ji bo peydakirina rêya çareseriyê û pêngavên pratîk jî destpêkê pêşketina pêvajoyeke bi vî rengî gelekî girîng e.

Ya din jî, bandora Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a li ser Rojhilata Navîn e ku ev zêdetirî 30 salî ye berdewam dike. Diyar e ku pergala serwer a Tirk ev rewş rast fêm nekiriye. Hinekî weke lîstika şer nirxand û hinekî jî jiafirandina derfetên ji bo qirkirina gelê Kurd razî bû.  Lê belê bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Hamasê re fêm kir ku wê ev yek bandorê lê bike. Girêdayî vê yekê fêm kir ku di nava xeflet û felaketeke çawa de ye û bi feraseta ku ez çi qasî zû dev jê berdim, baş e û li ser polîtîkaya ku dijminahiya gelê Kurd dike sekinî û dest bi lêpirsina vê yekê kir. Divê tiştên ku ji 1’ê Cotmehê pê ve  bi pêşengiya Devlet Bahçelî  pêk hatine, wiha werin fêmkirin û nirxandin.  Derdikeve holê ku tekane hêza ku wê Tirkiyeyê ji vê rewşê rizgar bike rastiya gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan e.

Me heya niha tim ev yek digot: Nêzîkatiya li hemberî pergala Îmraliyê û  rastiya Gelê Kurd Abdullah Ocalan,  helwesta rastîn a demokratbûna Tirkiyeyê nîşan dide. Bi tenê bi vê helwestê derdikeve holê bê ka di rastiyê de kî demokrat e û kî nijadperst û şovenîst e.  Mixabin ku siyaset, çapemenî û rewşenbîrên Tirkiyeyê di paşerojê de di vê mijarê de serkeftî nebûn.  Dema mirov li paşerojê dinêre, li gel hemûyan rûreşiyeykê dibîne. 

Helbet a niha hê zû ye ku mirov xwe bispêre nîqaşên heyî û kesên demokrat û nedemokrat ji hev cuda bike.  Lê belê nîqaşên heyî di çapemenî û siyaseta Tirkiyeyê de rê li ber bêlbûnekê vekiriye.

Baş e jihevcihêbûna niha çawa pêş dikeve?

Ya yekem, bi fêmkirina her du sedemên ku me li jorê anîne ziman, her çend hê jî guherîneke zîhniyetê û demokratîkbûyîneke têrker pêk nehatibe jî û dîsa dev ji armanca xwe ya tasfiyekirina PKK’ê berdabe jî, ev yek meyla lêgerînên rêbazên nû ye ku girêdayî şert û mercên heyî û bi rêbazên heya niha hate fêmkirin ku ev serkeftin nayê bidestxistin. Em dikarin meyla ku ji aliyê Devlet Bahçelî ve hatî destpêkirin, li gel Tayyîp Erdogan bi rê ve dibe û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî naxwaze jê bêpar bîmîne bi vî rengî pênase bikin.  Nîşandana heman meylê ya ji aliyê blokên desthilatdariyê yên sereke ve ku ji hev cuda bûne, bê guman  vê meylê xurttir dike. 

Ya duyem jî meyla wan kesan e ku dev ji gotinên netewepest ên faşîst bernadin, di destê wan de benê dardekirinê û ji devê wan gotinên xirab kêm nabin, dijminahiya gelê Kurd dikin, faşîst û qirker û melaqiya şerî dikin. Em dikarin meyla di pêşengiya Serokê Giştî yê Îyî Partiyê M. Dervîşoglû û Serokê Giştî yê Partiya Zaferê U. Ozdag bi vî rengî pênase bikin.  Ev alîgirên şerî ne  ku tim ji devê wan gotinên xirab kêm nabin, bi melaqiya şerî di nava civakê  de navtêdanekê ava dikin, li hemberî geşedanan xwe berpirsiyar nabînin û xwe dispêrin şerê ku li gel Tirk û Kurdan bûye sedema êşên mezin. Her çend weke ku dengê wan zêde derdikeve dixuye jî a rastî hejmara alîgirên wan gelekî kêm e.  Li gel vê derdorê ku li Tirkiyeyê weke ‘siyaseta rastgir’ tê pênasekirin, derketina meyleke bi vî rengî tê fêmkirin. Lê belê rewşa heyî nîşan dide ku di nava derdora ku xwe weke ‘siyaseta çepgir’ pênase dike de beşeke zêde ya wê meylê nîşan dide, heye. Nexwe melaqiya şerî bi qasî ku di nava derdora rastgir de heye, di nava derdora çepgir ên xwe weke ‘’Demokrat’’ nîşan didin de jî heye.

Ya sêyem jî meyla wan kesan e ku beşdarî nîqaşên heyî nabin, ji dûr ve temaşe dikin, di nava soq û duduiliyekê de ne û wê li gorî geşedanên pêk werin teref bigirin.  Bi taybet jî nîşandana meyleke bi vî rengî ya ji aliyê gelek derdoran ve ku heya niha xwe bi awayên cuda weke ‘kesayetên demokrat’ nîşan dane, hem tiştekî gelekî xirab e û hem rê li ber talûkeyên mezin vedike û hem jî ji aliyê rastfêmkirina avaniya zihnî ya li Tirkiyeyê ve gelek tiştan fêrî mirovan dike. Ev meyl ku xwedî hêzeke diyar e, hêz û cesaretê dide meyla duyem a melaqiya şerî dikin.

Nîqaşên heyî û jihevcihêbûna destpêkirî wê bi ku ve here; bê guman a niha em nikarin tiştekî diyar bilêv bikin.  Lê belê em bi awayekî rehet dikarin bibêjin ku rewşa heyî ji bo Tirkiyeyê geşedan û pêşketineke nû ye.  Baş e ji bilî vê yekê em dikarin çi bikin? Helbet bêyî ku em xwe bixapînin û bêyî lawazkirina têkoşîna ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, em li pêşiya meyla ewil nebin asteng û ji bo teşwîqkirina wan helwestekê nîşan bidin.  Dîsa bi rexnekirina meyla sêyem û bi taybet jî li hemberî meyla duyem a melaqiya şerî dike, em dikarin têkoşînekê bidin meşandin. Bi taybetî jî rexnekirina kesên di nava CHP’ê û derdora wê de û  vê meylê nîşan didin gelekî girîng e.  Çimkî heman zimanê Dervîşoglû û Ozdag bi kar tînin û feraseta wan diparêzin. Balê dikşînin ser Bahçelî û Erdogan hewl didin xwe mafdar nîşan bidin.  Her wiha dikarin Bahçelî û Erdogan hevnegirtî û berjewendparêz bibînin; lê belê divê ev rewş berê wan nede dijminahiya li hemberî gelê Kurd û Rêber Apo. Berovajî wê divê hevnegirtîbûna wan bînin ziman û ji her kesî bêtir çareseriya pirsgirêka Kurd a di pêşengtiya Rêber Apo de biparêzin. Ger kêm jî be li gel wan çepgirî û demokratbûn hebe, wê demê neçar in ku vê helwestê nîşan bidin. 

Ne bi temaşekirinê, em bi têkoşînê hewl bidin ku geşedan rast û di çarçoveya çareseriyê de pêş bikevin!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka