ÊRÎŞÊN ÇETEYAN ÊN LI SER ROJAVA
Li Sûriyê di demeke kurt de buyerên awarte rû dan. Li Îdlibê El Nusra û hêzên din amadekarî dikirin. Hikûmeta Şamê jî demekî gelek hêzên xwe li heremê bi cîh kir. Erîş û pevçûnên dijber çêbûn. Til Rifat û Şehba ji bo ku Heleb nekeve xeteriyê dihatin parastin. Bajarên wek Minbicê jî ji bo parastina Helebê dihate destgirtin. Dewleta Tirk ji bo Minbicê bi Rûsan re gelek bazarî kir. Bi awayekî ji bo derxistina QSD’ê zêde hewildan kirin. Lê ji ber ku dê Heleb bikeve xeteriyê Rûs nêzî vê nebûn. Lê ya ku nebe bû, Heleb bixwe ket. Bê şer û bê pevçûn! Vê jî wek bandora kevirên domînoyê ava kir.
El Nusrayê bi vê hêz û moralê ve pêşveçuyina xwe domand. Rêya Şamê qut kir. Ber bi herêmên din ve çû. Lê hêzên hikûmeta Şamê dikarîbûn pêşiya Helebê xetekê parastinê ava bikin. Hêza wan ya lêdanê, cebilxane û piştgiriya wan ya hewayî hebû. Ger ku sengerên xwe bernedana El Nusra nekarîbû pêş ve biçe. Ya ku nehate fêmkirin çima Rûsya û hikûmeta Şamê bê şer van derên berfireh û stratejîk berdan. Rêveberiya Şamê bi vê awayê terikandina Helebê ve bi tevahî hebûn û deshilatdariya xwe avête di nav xeteriyê. Niha dibêjin “Em hêz kom dikin û emê êrîşen dijber bidin destpê kirin.’’ Ev yek tê wê wateya, cihên ku El Nusra û hêzên din dagir kirine ji bo ku di destê xwe de bigrin destûr dayîna amadekariya wan e. Ger ku Hêzên girêdayî hikûmeta Şamê wek dibêjin xwe amade bikin û bikevin êrîşê de, wê demê wêranî û windahî pir zêdetir bibe.
Di heremên wek Til Rifat û Şehbayê de hejmareke girîng yên li Efrînê hatibûn penaberkirin bi cîh bibûn. Ji bo êrîşekî awarte hêzên Kurd amadekariyeke xurt kiribûn. Jixwe gefên dewleta Tirk û çeteyên destê wê de qet hatibû rawestandin. Hêzên kurdan parastinekî bibandor dikirin. Serdestiya erdnîgariyê ezmûnek dest xistibûn. Di cewhera xwe de ev ednîgariya ku tê qalkirin bi tevahî destê Kurdan de nîn bû. Hêzên girêdayî Hikûmeta Şamê li heremê serwer bûn. Di heman demê de di heremê de hêzên Rûsan û hêzên girêdayî Hevpeymana Navdewletî jî cih digirtin. Wan hêzan hemûyan xwe bicîh kirîbûn û di navbera wan de lihevgirtinek hevpar jî hebû.
Li Helebê cîhên ku gelê Kurd tê de ne parastina li wir hêzên Kurda girtibûn li ser xwe. Li wê derê hêzên girêdayî Hikûmeta Şamê re her pirsgirêk û nakokî hebûn. Hêzên girêdayî Hikûmeta Şamê her dixwest serweriya van taxan bigre destê xwe. Her tim li ser Til Rifat û Şehbayê ambargo pêk dihanî. Lê belê pirsgirêk bê ku veguherin pevçûnên cidî gelemperî bi rêya gûftugoyan çareser dibû. Kurdan di sala 2012’an de li vir ve bi hêza xwe ve xwe parastin û tu demê dev ji herêmên xwe berneda. Her çiqas taxên wan wêrankirinên mezin re rûbirû mabin jî berxwedanên bêhempa ve xwe di wê heremê de girtibûn. Li vê derê jî amadekariyên parastinê ya hêzên Kurdan baş bû.
Di destpêkê de ketina Helebê ve di wan heremên ku me qal kirine de amadekarî, sengerên ku hatine amadekirin hemû vala derketin. Lîstok li ser parastina Helebê hatibû avakirin. Ev nebû. Ji ber vê cihên teng yên wek Til Rifat û Şehbayê ji dagirkeriya Tirk re vekirî man. Herêm kete di bin dorpêçê. Taxên Kurdan yên Helebê jî wisa. El Nusrayê di serî de her çiqas got ‘em êrîşên taxên Kurda nakin, armanca me ya bi Kurdan re şerkirinê nîne’ jî ji bo ku bajar tevahî dest bixe hewl da. Li wê derê derveyê şerkirinê bijarteyeke Kurdan nema. Hêzeke ku di her alî de bikeve dorpêçê, li dijî hêzeke gelekî ji xwe mestir divê şer bike an na, ev pirs kete rojevê.
Yên ku êrîşê Til Rifat û Şehbayê kir dewleta Tirk bi xwe ye. Qaşo Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) derewên Tirkîyê ne. SMO çima li dijî gelê xwe şer bike? Kurd cihên ku lêne rêveberiyeke demokratîk ava kirine û bi gelên din re di şert û mercin wekhev de dijîn. Pirsgirêka wan tu bawerî an jî bi çanda kesî re nîne. Di Rojhilata Navîn de xwediyê fikir û pratîka demokratîk ya herî li pêş in. Dewlata Tirk cihê ku dagir kir de tu Kurd nehîşt. Paqijiya etnîkî kir. Beşeke girîng ya van karan jî bi destê çeteyên wek SMO’yê ve pêk anî.
Ew beşên ku wek muxalefet tên bi nav kirin di bin fermana Tirkiyê de ne, tu vîn û nasnameya wan a siyasî nîne. Heleb jî tê de êrîşên heyî hemû bi piştgirî û piralîkirina Tirkiyê ve pêk tê. Ew tişta ku jêre gotin pêvajoya Astanayê, tu eleqeya xwe ji gelên Sûriyê ve nîn bû. Lîstokek di navbera dewletên heyî de bû. Ev lîstok jî zêdetir perçebuyîn û dagirkirina Sûriyê ve diqede.
Çapemenî û Dewleta Tirk ji El Nusrayê re tu caran nabêje terorîst. Di Rastiyê de, NY, DYE û YE’yê ew kirine lîsteya rêxistinên terorîst. Qaşo dewleta Tirk jî ji wan re gotiye terorîst. Lê niha hemû bi gotina Muxalefeta Sûriyê ve wan paqij dikin. Sûriyê tevahî jî bikeve di bin serweriya DAÎŞ û El Nusrayê Erdogan tu demê bi vê nerehet nabe. Nabêje em li ser sînorên xwe destûrê nadin qorîdora terorê û dê nebêje jî. Kîjan demê dor tê Kurdan wê demê peyva Kurd jî bi kar naynin. Peyva qorîdora terorê bi kar tînin û ji welatê wan re jî dibêjin terorîstan. Berê heremên sînorên Tirkan di bin serweriya DAÎŞ’ê de bû. Erdogan qet negot em di bin xeterî û gefan de ne. Niha jî nabêje. Ji ber ku dijminahiyeke wan ya li hember Kurdan derveyê hişmendiyê heye. Dîsa ji aliyê hişmendî ve, ti cûdahiya Erdogan û DAÎŞ, El Nûsra nîne. Ger wisa nebuya ma dê salan li Îdlibê ji El Nusrayê re parêzvanî bikira?
Çavkanî: Rojnameya Ronahî