Gotareke ku di rojnameya Şarkul Avsat de hatibû parvekirin di derheqê rewşa gelê Sûriyê de, ya ku di nav de ye nirxandinek hebû. Wek tê zanîn berê digotin ‘’Bê Sûriyê şer bê Misirê jî aşitî nabe.’’ Niha jî şerên ku di Rojhilata Navîn de didomin tê de navê Sûriyêyê derbas nabe. Ruxmê ku axa wê her tim ji alîyê Îsraîlê ve tê bombebarankirin. Ji aliyê din ve dagirkerî û êrîşên Tirkiyê jî nasekine. Kiryarên ku hukumeta Sûriyê dike jî bêdengiya xwe parastin e. Ev gotara ku qala wê tê kirin, ev pêşveçûn çawa diteyise gel wê dinirxîne. Îsraîl deriyê sînorê Lubnan û Sûriyê bombebaran dike û bi wan bûyeran dixwaze heremên ku tê de şer didome de gel bide revandin û bêhêvîbûnê kûrtir bide jiyan kirin. Gotar dide xuya kirin ku gelên Sûriyê ketiye rewşeke wisa ku ji ber pirsgirêkên jiyanî yên rojane êdî nikare di derheqê paşeroja welat de bifikire û bikeve tevgerê. Gel erkên xwe yên welatparêziyê daniye aliyekî, di derheqê paşeroja xwe de nikare bifikire. Ya ku paşerojê wê diyar dike jiyana wê ya rojane, dîtina nan, şewat û mal e. Gelekî ku ketiye vê rewşê ne dikare liberxwe bide û ne jî tê rêxistinbûyin ê.
Mîsogere ku ketina vê rewşê ya gelê Sûriyê de erka pergala yek partitîyê û BAAS’ê mezine. Divê ev mijar jî were lêkolîn kirin. BAAS naxwaze gel bifikire û xwe rêxistin bike. Ji bo mijara wan ya bingehîn serwerî û mêtîngerî ye. Gelê ku bifikire û xwe rêxistin bike ji bo pergala xwe xeter dibînin. Hemû amûrên propagandayê di destê dewletê de ye. Dewlet jî destê BAAS’ê de ye. Di vê rewşê de perwerdeya gel, axaftin û parvekirina fikran li gorî berjewendiya deshilatdariyê derbasdar e. Cihê gel jî deshilatdar diaxive, biryar dide. Di pratîkê de axaftin û fikirandin ji gel re hatiye qedexekirin. Li gor rêveçuyinê nerihetiyê xwe anîna li ser ziman û di çapemeniyê de fikrekî birexneyî diyar kirin ne mîsoger e. Xwestekeke ku demokratîk an jî sekneke muhalif ji aliyê desthilatiyê ve nayê pejirandin. Yên ku vana bikin an di girtîgehan de dirizin, diperçiqin an jî têne mecbûr kirin ku birevin derveyê welat.
Di pergala BAAS’ê de gel avêtine derveyê polîtîkayê. Pergalê gotiye ku ‘’Polîtîkayê, rêxistinê û fikirandinê ji me re bihêlin, biçin pirsgirêkên debara xwe ve mijûl bibin.’’ Dîsa gendelî, dizî û hwd jî ji rêzê bûye. Yên erkdar cihê ku ji gel re xizmet bike ew jî vegerandiye pereyan. Gel elimandine vê. Dema ku rêxistinbuyin û lêgerîna mafan tê qedexe kirin gel jî ji bo ku karê xwe bi rêve bibe neçar dimîne ku bibe perçeyekî pergala ruşvet û dizî yê. Ango ruşvet û dizî vegeriye çandekî.
BAAS bi propagandaya netewperestiyekî çors û lêgerînên hemû mafan û seknên mûxalîf wek lîstokên hêzin derve pênase dike û bi vê ve gel ditirsîne û zanebûna wan berovajî dike. Sûriyê niha hatiye talan û wêran kirin. Sedhezaran însan hatin kuştin û milyonan jî bûn penaber. Lê hukumeta Şamê û evê ku welat rêve dibin tu carî xwe wek berpirsyarên vê nabînin. Rexnedayîna wan nehat dîtin. Tê gotin ku hemû xerabî û wêranî planên hêzên derve û dijminên Sûriyê ne. Ev tê propaganda kirin. Lê belê çima mîlyonan Sûriyêyeyî tevlî van buyeran bûn di vê de paya me çiye nabêjin. Napirsin ku çima di welatên din de ev weranbûn çênabin û naxwazin ev jî were pirs kirin. Lê belê hejmara ku kesên li dijî vê hukumetê çek rakirin û daketin qadan milyonan bû. Evana ji derve nehatîbûn. Vana di dibistanên Sûriyê de xwendibûn û li Sûriyê jiyan kiribûn.
Dema buyeran rû da gelek hêz tevlî bûn, xwestin tevlîhev bikin û welatên wek Tirkiyê sînorên xwe ji hêzên wek DAIŞ û El Nusra’yê re vekirin. Ên ku hêza wan hebû û xwestin ku bikevin Sûriyê ketinê. Ev jî di encama lewazbuyîna hukumetê bû. Wek tu tiştek nebuye ku hê jî deshilatdariyê ne û nafikirin ku biguhurin jî. Ger ku Îran û Rusya nebuya hêza wê ya li ser piya mayinê nebû. Xwe bi kopalan ve li ser lingan digre û ruxmê vê jî xwe naguherîne.
Rêveberiya xweser pergaleke pir cûda ava kir. Hemû gel, bawerî û çand di bin sîwanekê da kom kir. Di nava vê howîtîyekê de wek zêvîya (vaha) demokrasî û azadiyê derket holê. BAAS û dagirkeriya dewleta Tirk ji bo ji holêrakirina vê çi ji destê wan tê dikin. Ji bo Rêvebiriya Xweser jî xeterî û metirsî zêde ne. Li dijî vana ji bo Rêveberiya Xweser Referansa rast li pêşiya her tiştî rêxistin kirin hişmendîya rast ya gele. Di Rojava de, Bakur û Rojhilarê Sûriyê de wek jor jî me anî li ser ziman xeteriya xeniqandina gel ya di nava pirsgirêkên jiyanî yên rojane mayînê heye. Dewleta Tirk bi êrîşan û lêdana çavkaniyên jiyanî ve dixwaze gel polîtîqayê, welatparêziyê dûr bixe û wan di nava pirsgirêkên jiyanî de bixeniqîne. Li ser vê esasê divê him Rêveberiya Xweser û him jî gel vê xeterîyê bibîne, qedera xwe bi xwe diyar bike. Pêwîst bike dê di nava tunebûnê de tî-birçî bimîne lê tu demê dev ji ax û azadiya xwe bernede.