Li Sûriyê rûpela bi xwîn nayê girtin
Ne pêkan e ku El Nûsra bêyî agahiya Tirkiyeyê êrîşeke bi vî rengî bike. Hin hêzên din jî hene ku dixwazin Sûriyê, Îran û Rûsyayê tengav bikin. Weke tê zanîn ku teşwîq û erêkirina wan jî heye.
Ne pêkan e ku El Nûsra bêyî agahiya Tirkiyeyê êrîşeke bi vî rengî bike. Hin hêzên din jî hene ku dixwazin Sûriyê, Îran û Rûsyayê tengav bikin. Weke tê zanîn ku teşwîq û erêkirina wan jî heye.
Hêzên El Nûsra yên li Îdlibê bi cih bibûn, li dijî hêzên Sûriyeyê dest bi êrîşê kirin. Leşkerên Sûriyê performansek ji ya ku dihat payînkirin, xirabtir pêk anîn. Ji ber leşker li ber xwe nedan, hêzên çeteyan bi awayekî lez pêşde çûn. Gelek deverên niştecihbûnê ketin destê çeteyan. Di pêvajoyek de ku nûçeyên agirbesta navbera Îsraîl û Hîzbûllahê ya li Lubnanê belav bûn, şerê navxweyî û şerên çekdarî yên li Sûriyeyê dest pê kirin û ketin rojevê.
Ma qey hikûmeta Şamê nedizanî ku wê êrîşeke wiha pêk were, îstîxbarat ewqasî lewaz bû? Ev ne rewşeke asayî ye. Sûriye tevgera li herêmê bi domdarî dişopîne û bi rengekî jî xebatên xwe yên îstîxbaratê dimeşîne. El Nûsra wê bi mehan amadekariyan bike, hikûmet jî ferq nake! Di peydakirina çek, cebilxane û şervanan de ti zehmetiya El Nûsra nîne. Jixwe di bin parastina Tirkiyê de ye. Mîna dewletekê bi rêxistin dike.
Li herêmên Îdlîb û Şehbayê hêzên Îran û Hîzbûllahê bi cih bibûn. Di şer de weke hêzeke bi bandor rol dileyîstin. Lê Hîzbûllah li dijî Îsraîlê di nava şer de ye. Îran li herêmê zehmetî dijî. Îsraîl her ku diçe li dijî wê êrîşên berfireh û bi bandor pêk tîne. Bêyî Îran û Hîzbûllahê, hêzên hikûmetê nikarin eniyan biparêzin û êrîşan têk bibin. Tevî ku desteka wan a hewayî heye jî, êrîş û berxwedaneke bi bandor nîşan nadin. Rêveberiyek nîne ku leşkeran motîve bike, perwerdeya têrker û hwd. Hikûmet van kesan bi zorê digire leşkeriyê û di dema wan de jî bernade. Kêmasîya wan a lênihêrîn û amûrên wan yên têrker tune ye. Li aliyê din civak bêhal û westiyayî ye. Ji bo xurtkirina ruh û moralê înîsiyatîf an jî pêşketinek nîne. Hikûmetê bi mayîna li ser desthilatdariyê û çavdêrîkirina pêşketinên heyî û ji bo firsendên ku derkeve pêş xwe sînordar kir. Ne reformek ne jî bernameyeke guhertinê ya ku hêviyê bide û gel zindî bike nîne.
Herêmên Xweser modela rêveberiya demokratîk ava kiriye, lê ji aliyê hikûmetê ve nayê pejrandin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya ku ava kirine bi hikûmetê re her tim di nava diyalogan de ne û ji bo çareseriya pirsgirêkên li welat her tim di nava lêgerîna çareseriyan de ne. Lê belê hikûmetê ji gel sebir xwest û ji bilî vegera li serdema beriya sala 2011'an çareseriyek qebûl nekir. Ji aliyekî ve welat dagirkirî ye û herêmeke mîna Îdlibê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê parastin. Hem li Îdlibê hem jî li herêmên dagirkirî bi deh hezaran hêzên çekdar hatine birêxistinkirin û amadekirin.
Tirkiye di keysperestî de pispor bûye. Dema ku firsend bi dest bixe, dê ji Helebê heta Mûsil û Kerkûkê herêman dagir bike. Ne ku planên wan nayê zanîn. Li gel vê jî hikûmeta Şamê ji bo ku gel bibe yek û hêzan bike yek hewldaneke xurt raber nekir. Rejîm daxwazên herî xwezayî yên rêveberiya xweser ên wekî demokrasî û mafên çandî jî qebûl nekir. Rûsyayê difikirî ku hevsengiya li ser bingeha desteka Îranê wê mayînde bibe. Lê belê li Rojhilata Navîn pêşketin û guhertin gelek bi lez pêk tên. Şam hema hema di cihê xwe de hişk bû. Îsraîlê li dijî axa wê ewqas êrîş pêk anî. Ji bo bersivdayînê, derfetên wê nemabû.
Erdogan bi israr xwest bi B. Esad re hevdîtinê bike û şert û mercên xwe li ser ferz bike. Esed red kir. Bi sûdwergirtina ji navbeynkariya Rûsyayê xwest ji bo wan demkî diyar bikin, derbarê vekişîna ji Sûriyeyê soz werbigirin. Lê Belê Tirkiyeyê jî ev qebûl nekir. Erdogan valatî ango tengavbûna Îran û Rûsyayê dibîne. Ji vê firsendê sûd wergirt El Nûsra û hêzên li ba xwe kir nava tevgerê. Peyama wî ya ji Şamê re zelal e; Eger hûn bi min re li hev nekin, ez ê rê li ber êrîşan vebikim."
Ne pêkan e ku El Nûsra bêyî agahiya Tirkiyeyê êrîşeke bi vî rengî bike. Hin hêzên din jî hene ku dixwazin Sûriyê, Îran û Rûsyayê tengav bikin. Weke tê zanîn ku teşwîq û erêkirina wan jî heye. Li aliyek tê gotin Sûriye ji xwînê têr bû, divê pirsgirêk bi rêyên siyasî bên çareserkirin, li aliyek din jî derî ji bo mirin û hilweşandinê tê vekirin. Eşkere ye ku Tirkiye şer û hilweşînê dixwaze. Rojava û Kurdan tehdît dikin û planên êrîş û paqijkirina etnîkî bi gotina "Em ê ti carî destûrê nedin korîdora terorê yan jî rêxistina terorê" tên kirin. Dema ku Kurd di bin gef û êrîşên giran de bûn hêzên heyî bêdeng man. Bi ser de DYE û Rûsyayê jî destûr dan wan ku êrîşên hewayî pêk bînin.
Rastiyeke ku divê neyê jibîr kirin heye. Ew jî li Tirkiyeyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya nîjadperest, faşîst û dagirker heye. Ev desthilatdarî li hûndir gelek qels bûye. Ji bo dirêjkirina temenê xwe û berdewamkirina hebûna xwe pêdiviya wê bi şer heye. Her wiha dixwaze li herêmê serdest be. Sûriye û Iraq qels bûne. Ji ber vê rêveberiya Erdogan mudaxeleyê karên navxweyî yên welatên cîran dike û dixwaze hevsengiyên herêmî li gorî xwe biguherîne.
Êrîşên El Nûsra wê çiqas dewam bike, dê Helebê bi dest bixin, hêj em nizanin. Tiştê tê zanîn ev e, rêveberiya Erdogan wê aloziya li Sûriyê û herêmê kûrtir bike û xerabiyê belav bike.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka