Li ser axekê tovên azadiyê hatibe çandin gelo kuştin, lêdan û ferman wî tovî tune dike? Şengal di 13’ê Mijdarê de ji destê çeteyan hate rizgarkirin û bi tovên azadiyê xemilî. Ew tov bi xwîna şehîdan hate avdan. Şehadet vî tovî bihêz dike. Civakekî ku bermahiya 74 fermana ye tu carî baweriya xwe bi hêzekê cûda ne aniye û bi parastina baweriya xwe her dem jiyan kiriye. Civaka Êzidî piştî fermana 74’an bû xwedî hêzekî cewherî, xwe birêxistin kir û xwe ava kir. Bi naskirina felsefeyekê nû civaka êzidî riya parastina çand û baweriya xwe dît. Bêhna azadiyê di felsefeya Rêber APO de kişand hinavên xwe. Fermana ku hate serê civaka Êzidî nekarî wê qir bike. Kesên ku ew ferman pêk anîn û negihîştin armancên xwe, îro bi rûyê xwe yê rast êrîş dikin û dixwazin fermanê bi encam bikin. Lê nizanin ku civakekî xwedî rêxistin be û jin pêşenga wê be qir nabe ew civak.
Doh li Şengalê dîsa êrîşek pêk hat û ciwanekî hêja yê civaka Êzidî şehîd bû. Lê em divê bêjin ew çi tesadûfe ku hemû êrîşên ku li Şengal pêk tên dinavbera seytereyên Iraqê de ne. Iraq dibêje ku Şengal perçeyek ji axa welatê mine, hêzên wê di nava Şengalê de hene. Gelo hêzên Iraqî di Şengal de çi dikin? Civakê diparêzin? Bê guman pirsa me wê pir li bersiva xwe negere û wê hemen bêje na!. Ji ber ku parastvanên civakê hene, zarokên civaka Êzidî bi YJŞ’ê û YBŞ’ê û asayişa Êzidxanê xwe diparêzin. Iraq li Şengalê ji bo ku istxbaratê bide MÎT a Tirk, avakirina ajan û xiyanetkaran li Şengalê xwe bicih kiriye. Iraq ji bo ku ciwan û pêşengên civaka nimûne jinav bibe çi ji destê wê tê dike. Tişta ku tê dîtin eve. Rolekî cuda ya hêzên Iraqê li Şengalê nayê dîtin.
Pêşengtiya jin û civaka Êzidî bandorekê mezin li seranserî Iraqê dike. Bi taybet jî ji bo jinên Iraqî hêz û rêxistina jina Êzidî cihê îlhamê ye. Tişta ku dewlet û sîstema desthilatar jê ditirse hêz û rêxistinbûna jin e. Jina azad civaka azad e, civaka azad jî hilweşîna sîstema desthilatdariyê ye. Civaka Êzidî tevî ku di vê sedsalê de fermanek jiyan kir, hat kirîn û firotin lê dîsa bi resentiya xwe, bi Êzidiyatiya xwe weke çiyayên xwe asî û bihêz bû. Em di serdemeke pir tarî û bê bext de jiyan dikin. PDK, Iraq û dewleta Tirk pir bi eşkere êrîşî civaka Êzidî dikin. Çanda herî qedîm ku rehên xwe berdaye kûrahiya dîrokê bi sala ye li himberî her tiştî xwe parastiye û ta vê sedsalê hatiye. Niha jî bi felsefeya JIN, JIYAN, AZADÎ jiyan dike û xwe diparêze. Wê tucarî tune nebe û wê ev civak bibe nimûneya jiyana azad, wekhev û aram.