Dayika min a delal,
Ji dayikeke ku deh salan beriya niha koça dawî kiriye re hûn dikarin çi binivîsin? Ku emrê wê bi sê sirgûnan û binçavkirinan re derbas bûye û gelekî êşkence dîtine. Mirov dikare piştî her mirinekê gelekî tiştan bîne ziman lê belê nivîsandina têkildarî dayikekan tevî hemû tiştan jî gelekî dijwar e. Bi ser de destûra oxirkirinê jî nehatibe dayîn… Mehrûmkirina gotineke dawî ya xweşik û hembêzkirina axa dayikeke ku we aniye dinyayê, bi kedên mezin hûn mezin kirî ku keda wê bi tu awayî nayê pîvan… Mafê we yê gotineke dawî hebe jî dîsa nivîsandina têkildarî dayikan gelekî dijwar e.
Hebûna hemû dayikan bêhempa ye lê belê qîmeta wan weke hev e. Ew afirînerên jiyanê ne. Ew destpêka hemû nirxên mirovahiyê ne, berhema dest, fikr, zîhniyet û dilê wan e. Afirîner û damezrînerên dîroka civakîbûna mirovahiyê ne. Ew jinên ku di sadetirîn wextên jiyanê de pîrozbahiyê xakê dizanîn; bi dehan afirîneriyên xwe yekem pêngavên cihana ku îro weke ‘’nûjen’’ tê pênasekirin, avêtine ew dayik bi xwe ne.
Ne hewce ye em île li dû hemû hezkiriyên xwe bigirîn, şîna wan bigirin yan jî gelekî xemgîn bibin. Dayik hene ku jiyaneke baş derbas kirine. Dayik hene; wate, hest û hezkirina jiyanê afirandine û ev yek pêk anîne û ji me re weke mîrateyekê hiştine. Wan nirxên watedar ji pêşerojên azad re hiştine. Ji ber wê ma çima em wan bi hezkirin û bi şahî bi bi bîr neînin? Ger hûn xwedî feraseta ku mirinê red dike, bin û we di hebûna xwe de jiyan pîroz dîtibe û mîrateya we li dû xwe hiştî weke hezkirinê di dilê mirovan de cihê xwe girtibe, wê demê ya herî baş ew e ku divê em wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr bînin.
Ev 22 sal in ez girtî me, pêşeroj ne xuya ye. Ez nizanim wê kengî azad bibim, lê belê min soz daye hezkiriyên xwe: Ez ê hel ji vir derkevim. Zehmetiyeke ku neyê derbaskirin, astengiyeke ku heya heyayê bidome tune ye. Ji her tiştî wêdetir, ez bi kêfxweşî, xemgînî, hesret û evîna we dijîm.
Dema ez navê Dayika Gulîzar bilêv dikim, Dersîma di zarokatiya min de tê bîra min. Dayika min xwedewenda zarokatiya min bû. Ez birayên xwe ji aliyê jinan ve hatin mezinkirin. Ez hinekî weke zarokên keç hatim mezinkirin. Salên ku ez li zindanê min fêm kir ku ev ne tiştekî xirab e. Her çend dema dibistanê û jiyana li gel civakê bûbûn sedem ku hestên têkildarî zîhniyeta mêran li gel min pêş bikevin jî ez dikarim bi awayekî hêsan bibêjim ku kesayeta min bi her awayî ji dûrî nêrzatiyê pêk hatiye. Jiyana min a civakî û ya beriya lêgerînê ji nivîyê bêtir bi dibistanê û di nava pergalê de derbas bû. Min di demeke kurt de fêm kir ku azadiyê girêdayî jinan û azadiya wan e. Van rojan min dubare ev rastî dît: ji bo min hevaltiya li gel jinan ji hevaltiya li gel mêran girîngtir e. Di nava lêgerîna jiyana xwe de hewl didim ku layiqî hemû nirxên civakê bibim û li gel vê yekê layiqbûna ji jinên azadîxwaz re ji her tiştî watedartir û qîmettir e. Ji hemû taybetmendiyên ku di nava xwe de tundiyê û aliyên hişh ên nêrzatiyê dihewînin, gelekî aciz im. Ev yek bi saya xwişk û dayika min çêbû. Ji ber wê yekê ew ji bo min pîroz in. Ji ber vê yekê ye ku ez hemû deman serbilind im ku min malbateke bi vî rengî heye û ez perçeyeke wê me.
Û hûn, a niha di dehemîn salvegera Dayika Gulîzar de wê bi bîr tînin û ez bi bendewariyeke mezin li hêviya wê rojê me ku we bibînim. Xwişkên min ji bo min jî çilayekê (find) vêdixin. Min li girtîgehê herî zêde hewla derbaskirina mekan û wextî da. Bi saya vê yekêne zehmet e ku ji dîwarên zindanê derbas bibim û bi awayekî hêsan xwe digihînim mekan û kesên ji wan hez dikim. Yek ji avantaja hebûn û aqilê mirovan ev e.
Gundê me, yek ji gundên Dersîmê yê bilind e. Dikeve rojavayê Hengirvanê. Ji girên li pêşiya mala me roj hil tê. Di hemû siharên zarokatiya min de dayika min, beriya rojê hişyar dibû. Ew, roja Zerdûşt bû. Roja Zerdûşt a ku jiyan fêrî me kirî, roja Zerdûşt a ku beriya hezaran salan li çiyayên Zagrosê ronahî û taritî, başî û xirabî, xweşikî û kirêtî fêrî me kirî û jime re rêyeke jiyanê afirandî.
Dayika min a delal, piştî te êdî ez jî pêşiya rojê hişyar dibim. Dema ku tu hişyar dibûyî û te bi tîrêjên rojê çavên xwe dişûşt û dia dikir, a niha jî ez ji tîrêjên heman rojê dilê xwe germ dikim. Û ji bo hemû mirovahiyê başiyê dixwazim. A rastî di hemû rojên ronî de ez tim li gel te şiyar dibim. Li mala me dengê meşkê bilind dibe û ez têm alikariya te dikim. Dema ku roj hil tê ez bi kêfxweşiyeke mezin ji hevalê xwe re dibêjim ku “Tija ma onca vejiyo.” (Dubare roja me vejiya) Û li vir li rûyê hev dinêrin û dikenin.
Çend rojan beriya niha dema li ser telefonê ji min re gotin ku ‘’Em ê di dehemîn salvegera dayikê de, wê bi bîr bînin, tu dikarî tiştekî binivîsî?’’ di nava xwe de fikirîm ku gelo çawa deh sal derbas bûne. Li zindanê deme gelekî xweş diherike. Ez nizamim ku wext me li dû xwe re kaîdike û em li dû wextî dibezin. Û tu, piştî sê sirgûnan niha li Dersîmê yî. Me li ser vê xakê dît ku miriyan jî sirgûn dikin. Lê belê êdî ez dizanim ku wênikaribin te sirgûn bikin. Lê dîsa jî neli şûna navenda Dersîmê, min dixwest li mekanê edebî, li gundê me bûna. Xaniyê me li ser xweliya mala me ya di 38’an de hatî şewitandin, hatiye çêkirin. 100-200 metreyan li dûrî xaniyê me goristanek hebû. Tîrêjên rojên yên ku hemû siharan li ser rûyê te û çavên te yên meşînî peyda dibûn, li wir jî ronî dikirin. Ger tu li wir bûna, te yê bi heman tîrêjên rojê pêşwaziya siharê bikirana.
Min nekarî bû ez te oxir bikim. Destûr nedabûn. Mafê herî mirovî ye ku mirov di oxirkirina dawî de li gel hezkiriyên xwe be. Û mehrûmkirina ji tiştekî wiha mezintirîn sûc û guneh e. Lê belê êdî ez ji bo tu kesî xirabiyê naxwazim. Bes hê jî di dilê min de weke hesreta herî mezin e ku min dixwest cara dawîn xaka te hembêz bikim. Û hesta ku ez ê tu caran kesên destûra vê yekê nedane, efû nekim jî di dilê min de zindî ye. Piştî te di tevahiya 10 salan de herî zêde jî êşê xwe nîşan da. Lê belê jiyan ji bo kesên ku dixwazin hikmê tarîtiyê serdest be, ronî nebû. Kesên ku planên xewnan dikin, bi xewnereşkan şiyar dibin. Ez nabêjim baş bû ku te şahidiya ev qasî êşan nekir û baş bû ku te koç kir. Ger te koç nekiriba me yê dilê xwe kiriba yek û me yê ev êş derbas kiriban.
Dema min xwest ez careke din ji te re binivîsim, min nexwest ku dubare dilê xwe bidim ber bahoza êşan. Dixwazim vegerim welatê xwe. Ez dizanim ku tu yê dengê min bibihîzî. Ez werim ser gora te, çend rondikan bibarînim,wê jiyan ji nû ve zindî bibe. Bibîranîna te ya bi hezkirin û hesret wê baştir bibûya. Ez dilê xwe ji vê direwînim. Di laşême de çavkaniya kêfxweşî û êşê hevpar e. Madem wisa ye, ma em çima hezkiriyên xwe yên koça dawî kirine, bi êşê bi bîr bînin? Di dilê xwe de hemû xweşikbûna hezkiriyên xwe yên koça dawî kirine, zindî digirim. Di dilêmin de cihê herî xweşik ê wan e. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku ez tu caran ji hezkiriyên xwe veneqetiyame. Min tu caran ji veqetînên bi rengî bawer nekir. Ger piştî me hezkiriyên me bijîn û em li dû xwe tiştekî bihêlin, wê demê em jî dijîn. Em li gel hezkiriyên xwe ne. Te di sirgûniya jiyana xwe de mirovên gelekî xweşik nas kirin. Tu ji wan re bûyî dayîk. Tu ji wan re bûyî hez, hêvî û berxwedan.
Di van deh salên dawîn de nizanim ku min tu çend caran di xewna xwe de dîtiye. Hewl didim ku hemû xewnên xwe bi zimanê dilê te şîrove bikim. Du- sê rojan beriya niha li deşta binê gundême bûm, bi hemû ruhên xwe. Min dît ku ti ji şiverêyê derbas dibî. Min ji te pirsî ku bi ku ve diçî. Te got: ‘Ez diçim gundê me.’ Dayika min, ez kurê te yê biçûk im, min qet şahidiya ciwantiya te nekir. Nava salên 1970’yî bi bîr tînim. Lê belê min di xewna xwe de ciwantiya te dît. Ez dizanim ku tu yî. Ciwantî azadî ye, hembêzkirina azadiyê ye. Ez ê jî bi hebûna te bijîm.
Min li jorê jî nivîsand, di hemû wextên ji te dûr de ez jî beriya rojê hişyar didim. Ez baş nizanim bê ka ji bo pêşwazîkirina te ye yan na roja Zerdûşt e. Ez dikarim bibêjim ku hûn her du jî weke hev in. Çima her dayikek, ya jiyanê ronî dike û jiyanê diafirîne ne weke rojê be? Di hemû siharên min de tu heyî, roja Zerdûst heye. Û tu bi dilê xwe tîrêjan didî hev. Ez rengê xwe ji roniya te digirim. Ev hêzî û hezkirin aîdî te ne. Tu jî ji rojê tîrêjên germ berhev dikî û wan didî dilê min û hezkiriyên min ênli wir.
Li vê derê ji bo ku bijîm, min ji xwe re gerdûnek ava kiriye. Tevî ku ev bîst û du sal in ez girtî me jî, hê jî gelek hevalên min ên ku 30 salên xwe tije kirine, nayên berdan, hene. Dibe ku ev yek ji ber xatirê xwişk-biratiya bi hezaran salan e. Li vî mekanî ku dixwazin ji me re bikin dojeh, ji bo parastina ruhê xwe, dilê xwe, xwe û xeyalên xwe hewcedariya min bi gerdûnekê hebû. Kesên ku rojê 23 saetan deriyan li ser me digirin, dixwazin dilê me jî birize. Lê belê bêyî ku vê yekê ji xwe re bikim derdekî mezin, li hemberî hemû taritî û xirabiyan li ber xwe didim.
Dayika min a delal, bawer im tu xwedawendê xirabiyê yê baweriya Zerdûştiyê Ehrîman dizanî. Îro û roja me ya borî di nava destê Ehrîmanan de têkoşîna man û nemanê dimeşînin. Hêzên nebaş ên ku ev pênc hezar sal in xwe vedişêrin, dora me dorpêç kirine, dixwazin ruhê me, dilê me û evîna me tune bikin. Bi min mezintirîn xirabiya serdema me, ev ruhê tarî yê xwe veşartî ye.
Min li hemberî vî ruhî di behra dilê xwe de gerdûnek ava kir. Bi giştî xwe dispêrim wir. Hunermendekî ciwan jî gotibû; ‘’çar dîwar in, lê belê nikarin ruhê min bi dest bixin, ruhê min azad e.’’ Ez her tiştêxwe, hemû bedewiyên têkildarî jiyanê bes bi vî awayî diparêzim. Ji ber wê yekê dema ku ez hatim girtin, min digot ku bila bes laşê min girtî be, bila ruh, wext û sînorên mekanên min azad bin. Yanî ez her şev fîrarî me.
Min beriya salan gotibûku ‘Ruh serhildêr be, dil nijdevan e.’ Ez nijdevanî pîroz dikim ku li hemberî xirabiyan derdikeve. Bi kurtasî ji ber vê yekê ez naxwazim di nava dîwaran de mehkûm bim.
Piştî ku ez ji vî welatî re hatim radestkirin, hevaleke min ji min re gotibû: ‘’Denîz, dilê xwe û ruhê biparêze, bêyî ku tu biguherî, derkeve.’’ Ez niha tişta ku hevala min dixwest bibêje, fêm dikim.
Madem li dinyayê tevger û geşedan hebe, nexwe guherîn jî perçeyekî vê jiyanê ye. Lê belê min xwe têkildarî mijara ku divê ya bê guherîn çi be û divê ya neyê guherîn û bê parastin çibe, xwe kûr kir û minê gerdûna dilê xwe berfireh bikira. Lê belê diviya min li hemberî ruhê xirabî û tarîtiyê xwe û ruhê xwe biparasta. Yanî ez ê qirêj nebûma. Dema ku ez hatim radestkirin, serdemekê min hîs kir ku ez di jiyana xwe ya derve ya lêgerîna azadiyê de tim zarok mame û qet mezin nebûme. Hin aliyên zarokatiyê yên gelekî bedew hene. Zarok sade û paqij in, ruhê wan qirêjî nebûye.
Min dizanî ku azadî ji zarokatiyê dest pê dike. Ez jî li erdnigariyeke weke bihûştê ji dayîk bûbûm. Lê belê bi awayekî azad mezin nebûbûm. Li van mekanan gerdûna min berfireh bû. Xeta asoyê ya cîhanê berfirehtir e. Ez xwe baştir dizanim. Hewl didin weke xwe bijîm û ez ê bi dil, ruh û zîhniyeteke layiqî hezkiriyên xwe ji vir derkevim. Ez ê ji te û gelê me re bibim ewladekî birûmet.
Di çanda me de ‘’pîrozî’’ nirxeke girîng e. di demên berê de hemû tiştan aliyekî pîroz hebû. Pîrê min rojekê ji min re gotibû: ‘’Di jiyana me ya gund de ‘jiyaneke klanê’ heye. Min piştre fêmkir ku çan û jiyana klan di nava civakên xwezayî de heye. Û di wê çandê de ‘’pîrozî’’ nirxê herî mezin bû. Dayika ku diafirîne, mezin dike, deriyên jiyanê ji tiştên nû re vedike, jin e. Eê bi çanda Elewitiyê mezin dibûn û jiyana me li gorî wê çandê bû. Dayîk û Pîr bi awayekî wekhev nirxên pîroz bûn. Xweza pîroz bû, roj pîroz bû. Her tiştên ku di xwezayê de jiyan bedew dikir, pîroz bûn. Weke jor û pezkûviyên me. Her sal me li hemberî Dayika Xwezayê piştî çandiniyê ji bo pêşkêşkirina menetdariya xwe me qurban didan. Xweza ji bo me pîroz bû û meminetdariya xwe jê re pêşkêş dikir.
Yek ji pîroziyên zarokatiya min ên herî biheybet jî Gola Bûyerê û Ziyareta wê bû. Ew xwezayeke piş xweşik e. Şev nîvşev hişyar dibûn û bi rê diketin û ber bi aliyê rojava, lûtkeyên çiyayan ve dimeşiyan. Dema em ber bi piroziya xwe ve dimeşiyan û em gihaştin binê çiyayan roj jî derdiket. Roj û tîrêjên wê em û Jora me bi hev re pîroz dikirin. Emli dora wê piroziyê digeriyan û me ji wê bedewiyê para xwe digirt û dilên xwe pîroz dikirin.
Ez di xewnên xwe de dibim mêvanê pîrozî û ziyaretên me. Di xewneke xwe de ez li Gola Bûyerê bûm. Ava zêde ber bi deşta li jêr diherikî. Lê belêdi xewna min de berê herikîna avê ber bi deşteke mezin û şîn bû. Aha min di wê ziyaretê de Pîrê dilê xwe dît. Min di wê xewna xwe de peyama; ‘Têkiliya xwe ya li gel dayika pîroz biparêze, rêza xwe ya li hemberî wê jiyanê winda neke’ stand. Cihê tu lê dijî weke dojehê hî be, mirov dikare wê derê veguherîne bihûştê. Belkî ez nikarim van deran bikim bihûşt lê belê ez dikarim weke mekanekî ku wê tu caran roniya li ser çavêmin kêm nebe û hêviya min tim zindî be, bigirim. Ku avaniyeke wisa ye ku weke tabûtan hatiye sêwirandin.
Dayika min, rojekî di yek ji serdanên xwe yên dawiyê de gotibû, ‘ez ê tiştekê ji te bixwazim, lê ji bo pêkanîna wê tu dê soz bidî min’. Ez keniyabûm. Min gotibû, tu daxwaza xwe bêje, ez ê li gorî wê helwesta xwe bînim ziman. Gotibû, ‘eger rojekê tu ji girtîgehê derketî û te xwest li cihekê bi cih bibî, divê ew der Dersim be.’ Ez car din keniyabûm. Ji bo gotina ‘bicihbûnê’ di jiyana min de zêde cih nîne, lê di armanca min a siberojê de qasî warê min, Dersim jî heye. Û ez soz didim.
Metafora ‘xakên pîroz’ herî zêde ji bo me Kurdan, divê derbasdar be. Ji ber ku hem warê pîroziya destpêkê ye, em ji Mezopotamyayê ne ku warê şoreşa jinê ye, hem jî kokê me digihije şaristaniya civakbûna destpêkê. Xaka ku em bi deh hezaran sal li ser dijîn, buhişta Aden e ku di navbera du çeman de ye. Lewma her roj divê her kesê ji warê xwe dûr, berê xwe bide rojhilat û warê xwe bi bîr bîne, hîs bike. Dema ku rojekê me ji vê cîhanê koç kir, divê em xaka xwe hembêz bikin; xwe radestî xaka kesên cuda nekin.
Dayê dema ku beriya 10 salan min bihîst rewşa te nebaşe, bilez min name ji te re nivîsand û qederê hebûna te ya ji bo kur û keçên te parve kiribû. Nameya min gihişt te û hate xwendin, roja piştre te nefesa xwe ya dawî da. Tu hezkirina min a li hemberî xwe û dayikan dixwazî. Bêyî veşartinê, min parve kir û her wiha min hewl da bibim zarokekî layiqê te.
Min pir dixwest di nefesa te ya dawî de, bi te re bim. Weke ewladekî wezîfeya xwe ya dawî bi cih bînim… Daxwaza herî xwezayî ya her mirovê ewe ku di rêwitiya dawî de hezkiriyên xwe oxir bike. Astengkirina vê daxwaza mirovî, xirabiyeke herî mezine. Mîna gelek xirabiyan, min ev xirabî jî ji bîr nekiriye û ez ê ji bîr jî nekim. Li van deran, li cihên mîna vê derê 10 sal in her tiştê asteng dikin. Hevalên min nexweşên giran hene; bi nexweşiyên mîna penceşêrê re têdikoşin. Dixwazin herî 1-2 rojên xwe yên dawiyê bi malbat û hezkiriyên xwe re derbas bikin. Destûrê nadin wê jî. Ew ê li hemberî ruhê gerdûnê yan jî edaleta Îlahî, hesabê bidin. Em bêjin, ‘Yê bersiva xwe bibînin.’
Hevalên min ên nêzî 30 sal in di girtîgehê de ne, li pey hev dayikên xwe ji dest didin. Her dayikeke ku ji nava me diçe, heman êşê dijî. Di Çileya 2024’an de me Dayika Hizna ji dest da. Dema ku kurê wê ji girtîgehê derket, wê biçe hembêza xaka dayika xwe. Ji wir jî ew ê dilê min bigire û were Dersimê, serdana te bike. Ew ê li şûna min were hembêza xaka te û gulan deyne, wê hesreta di dilê min de ragihîne. Ew ê hewaya Dersimê bigire, ji bo min. Ew ê bi çavê min li wan diyaran binêre.
Ez ê jî hewl bidim zêde dereng nemînim. Dayika min, ez ê li te û hemû hezkiriyên xwe vegerim. Ez ê werim hembêza xaka te û strana ‘Dayê dayê’ bêjim. Beriya bi salan te di radyoyê de, strana ‘meso’ xwestibû. Dema em cara dawî ji hev veqetîn jî, te li wir sîtem kir. Lê ez neçar bûm ku biçim. Bermahiyên Nazî nehiştin ez li wir bimînim. Lê belê ez negihiştim, diyarên hesretê. Ez bingehê lêgerîna xwe, beriya 26 salan veqetiyam. Em di sala piştre ya demê reş de bûn. Veqetîna min a herî mezin, ew bû. Êşa dûrbûnê. Di şeva dawî de min xatirê xwe ji stêrkên li ezmanan û Pîrê xwe xwest.
Dayika min, ez dizanim ku ez ê ji vir derkevim. Ji bo vebûna van deriyên hesin, hema bêje li nîva cîhanê mirov ked didin. Dema ku min ev derî li pey xwe hiştin, ez ê di firsenda ewilî de bêm cem te, hembêza te û bavê xwe. Piştî wefata bavê min a li sirgûnê, ez ê bi zavayê me re yê ku dilê xwe ji me re vekirî, baxivim. Li benda min be, ez ê vegerim. Ez ê bi hesreta helbestvanekî ku dibêje, ‘Ti kes li bendê nemîne jî, tu bimîne’ vegerim. Ez ê bi hêviyên mezin li her kesên ku van hevokan ji te re bixwîne û guhdar bike, vegerim. Heta girtîgehê ez timî zarok mabûm, min got ya em timî tiştekê kêm dihêlin. Niha, di sala 1938’an de dema ez zarok, min cihê ku hûn ji şewatkarên gundê me reviyan, pirs nekiribû. Lê ez wê derê pir mereq dikim. Ji bo yên li pey şopa we bûn cihê we nebîne, wê dayikê pitika xwe ya digiriya bi sînga xwe ve kir û bêhilm hişt. Min xwest li cihê ku we xwe lê veşartibû şopa êşa wê dayikê bibînim ku li cîhanê mînakeke wê nîne. Ji ber ku min ew der pirs nekir û nezanî, min efû bike dayê.
Weke gotina dawî, ez dikarim vê bêjim dayê; wê dewra desthiladarên tarî were girtin. Em di sedsala azadiya jinê de ne. Wê bi pîroziya destpêkê, nirxê destpêkê, şaristaniya destpêkê û afirênerên mirovahiyê, wê bi ruhê demên xwe, dil û hezkirina xwe car din bikevin dilê yê ji dayik dibe.
Em ê vegerin Amarfî, demên xwe yên azadiyê. Bi hesreteke mezin, ez xaka te û hemû dayikên pîroz maç dikim.
Kurê te Denîz.