PKK a ku beriya 46 salan ava bû îro bûye mîna kelehekê

PKK partiya şehîdan e û ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdan bi hezaran leheng li çeperan li ber xwe didin. PKK yekane partî ye ku wê serketineke bê dawî ji bo mirovahiyê bi dest bixe. Ji ber ku afirîner û çavkaniya wê ya hêzê Rêber Apo û gel e.

PKK Û BERHEMÊN AFIRANDIYE

Sala 1977-78. Rêber Apo gaveke jiyanî û stratejîk avêt ku dawî li rastiya koletiyê ya gelê Kurd û Kurdistanê bîne. Di vê rêwîtiyê de ku bi tena serê xwe destpê kir, wê ti carî rê nedabûya cihêkariya ziman, ol, nijad û welêt, wê ber bi maf û heqîqetê gav biavêta. Li gel êş û mirinê jî vê rêwîtiyê vejîna jiyanê jî afirand. Wê ji kêliyên zehmet û kelecan re şahidî bikira. Bi qasî tirsê wê xwedî wêrekî û îradeyeke mezin jî bûya. Yên ku biketibûna ser vê rêyê bi qasî rîsk, mirin, êşê wê kelecan, serketin jî di dilê xwe de vehewandibûna. Li Kurdistanê Egîd timî hebûn û wê leheng rabûna ku di bin vê ala serhildanê ya Rêber Apo de bimeşiya. Ji ber ku Rêber Apo armancek azadiyê danî pêşiya gelê Kurd û civateke ji wan mirovên fedakar afirand ku di oxira vê armancê de canê xwe bêteredût feda bikira.

Bêyî îdeolojiyê mirov nikare bi armancê ve bêne girêdan û tişta ku ji xwe re neke armanc jî nikare di oxira wê de xwe feda bike. Gelê Kurdistanê gelekî ji azadiyê hatibû dûrxistin ku veguherîbû çoleke mirovahiyê. Rêber Apo bû deryayeke mezin a azadiyê ku çavkaniya jiyanê bû. Û pêngava li çar parçeyên Kurdistanê belav bibe da destpêkirin. Rêber Apo weke rojê hliat li ser Kurdistanê. Li Kurdistanê tofaneke nû rabû û di nava vê tofanê de Rêber Apo bû keştiya rizgariyê ya gelan. Rêber Apo gihîşt nava dilê bi dehan, bi sedan, bi hezaran, bi milyonan mirovî û cîhanê, rêyeke nû ya heqîqetê diyarî gelan kir. Rêber Apo destpêkê bi Mehmet Karasûngûr (Endamê Komîteya Navendî ya PKK) ê ji Çewlikê plan kir ku li Hîlwanê ji bo ragihandina PKK'ê çalakiyekê bike û bi rêya vê çalakiyê belavoka ragihandina PKK'ê belav bike. Mehmet Karasûngûr bi komek ji hevalan li hemberî eşîra Bûcak çalakî kir. Belavokên PKK'ê belav kir û di vê çarçoveyê de îlan hate kirin.

Çalakiyên serhildanê yên bi ragihandina PKK'ê re destpê kir tirs û panîkeke mezin xist nava dijmin, di nava gel de jî bû wesîleya coş û moraleke mezin. PKK mîna çiyayekî mezin bû û mîna deryayekê pêl bi pêl belav bû. Bêyî ku xwe bispêre hêzeke neteweyî bi bawerî, hêvî û moralê gel veguherî tevgereke gel a mezin. Ji ber ku milîtanên bi baweriyeke mezin, fermandarên mezin Kemal, Hayrî, Hakî, Mazlûm di damezrandina PKK'ê de hebûn. PKK piştî şehadeta Hakî Karer weke tevgeke vejînê ava bû. Şehîdên PKK'ê weke nirxên herî mezin ên mirovahiyê paşeroj ronî kirin. Ev yek bû sedem ku PKK ne rojekê, lê her rojê ji nû ve ava bibe. Bi vî rengî têkoşîna bi salan bêrawestandin mezin bû, nû bû û veguherî tevgereke mirovahiyê. Gelê Kurd bi tevgera PKK'ê re xwe ji nû ve dît.

GEL Û GERÎLA HÎMEKÎ XURT DANÎN

Gel êdî bû xwedî hêzeke xurt a ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Gerîla bû hêzeke welê ku hesab ji hêzên emperyalîst bipirse û gel rê da serhildanan. Gel û gerîla hîmekî bingehîn ava kir ku ti carî parçe nebe. Dewleta Tirk a faşîst ji bo gelê Kurd ji Rêber Apo û PKK'ê qut bike bi salan sûcê li dijî mirovahiyê kir. PKK ji aliyê gel ve bi bawerî û hêviyeke mezin hate qebûlkirin. Hate fêhmkirin ku rizgariya rastî bi PKK'ê dibe. Rêber Apo ji bo gelê Kurd bû hêviay jiyanê. Ji ber vê yekê dema ku her cara êrîş li dijî Rêber Apo û PKK'ê hate kirin, gel bû yek dil û daket qadan. Di ti serdemeke dîrokê de Rêber û tevgereke bi vî rengî ranebû bû. Li Kurdistanê dema ku Kurd li ber mirinê bûn PKK rabû. PKK li ber çavên gel bû pêngaveke mûcîzewî.

Rêber Apo bi îdeolojiya xwe ya israra di mirovbûyînê de û bi felsefeya xwe ya jiyana azad PKK kir keleheke jiyanê ya hilneweşe. Gelek lehengan heqîqeta azadiyê bi hev re jiyan û bi hev re şer kirin. Gelek mirovên mînaka bedewiyê ji bo paşerojê xwe feda kirin û bi rengekî bêhempa şer kirin. Bûn mirovên doza mezin û di vê rêyê de şehîd bûn. Şahidî ji wê yekê re kirin ku israra li ser jiyana rast û berxwedana mezin çawa serketinê bi xwe re tîne. Bi îradeyeke mezin şer û siyaseteke welê hate meşandin ku hêzên dijmin ê mêtinger faşîst her tim neçar man li pêşberî Rêber Apo û milîtanên PKK'ê pes bikin û neçar bimînin biçin ber lingê Rêber Apo. Milîtanên PKK'ê bi taktîkên gerîla yên serdema nû û îradeya ji pola her cûre şerê bi teknîkê pûç kirin û leşkerên dijmin têk birin.

Berxwedana ku îro li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de tê kirin li deşt û çiyayên Kurdistanê mezin dibe. Gerîlayên Azadiyê ji qada Başûr heta Bakur, ji qada Rojava heta Rojhilat bi îradeyeke mezin şer dikin. Dewleta Tirk bêyî ku ji têkçûnên dîrokî yên li pêşberî tevgera PKK'ê dersê werbigire, şerê qirkirinê dimeşîne. Malbata PDK û Barzanî ya noker jî datîne kêleka xwe û bi hovîtiyeke mezin êrîşî gerîla dike. Êrîşên dijmin ku çekên qedexekirî û kîmyewî jî têne bikaranîn bi taktîk û rêbaza gerîla ay dema nû, bi tunelên şer têne têkbirin. Gerîla bi serketinên di her çalakiyê de dijmin poşman dike ku hatiye Kurdistanê.

HÊZA PKK'Ê RÊBER APO Û GEL E

Gerîla bi îradeyeke bêhempa dijmin ji qada xwe qewirandiye. Gerîlayên azadiyê ku êdî êrîşên dijmin tehemûl nakin, bi biryar in ku vî şerî bi ser bixînin.

Di ser damezrandina PKK'ê re 46 sal derbas bûn û gerîla li dijî hêzên dagirker hîn jî şerê azadiyê dimeşînin. Tevgera PKK'ê di nava vî şerî de hebûna xwe ya esîl parastiye. Berdêlên gelekî giran da, bi hezaran şervanên hêja şehîd bûn. Ji bo her gerîla çavkaniya rûmetê ye ku ji bo Kurdistanê şer bike û şehîd bikeve. Dîrok wê van lehengan û van destanan ti carî ji bîr neke û nede jibîrkirin. PKK wê ti carî destûrê nede vê yekê. Ji ber ku bi gotina Rêber Apo PKK partiya şehîdan e û ya ku xwedî li bîranîna şehîdan derkeve jî berxwedana bi hezaran lehengan a li çeperan e. PKK yekane partî ye ku wê ji bo mirovahiyê serketina bê dawî bi dest bixe. Ji be rku afirîner û çavkaniya wê ya hêzê Rêber Apo û gel e.