Di 13’ê Mijdara 2015’an de, bajarê Şengalê di encama şerê berxwedana 11 mehan de rizgar bû. Bingeha destpêkirina pêngava rizgarkirina Şengalê vekirina koorîdora di navbera Şengal û Rojava de bû. Ev korîdor ji aliyê YBŞ- YJŞ’ê ve, bi desteka hêzên YPG-YPJ’ê hate vekirin.
Di 23’yê Kanûna 2014’an de, ‘pêngava azadiya Şengalê’ bi coş û kelecan, bi hezaran trenpêla, bi tilîlî, silavên gel hate pêşwazîkirin. Ji lofên çiya xwe ber bi Şengalê taxa qûntara çiyayê Qizilkent ve berdan. Hemû şervanên azadiyê bi xeyalê azadkirina Şengalê baskê xwe vekiribûn û weke teyrê tawis difiriyan bi ser şengalê ve. Bi vê yekê re, gelek ciwanên me yên Êzidî jî hema radijin çekên şexsî û bi hestên tolhildana malbat û jinên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine revandin û kuştin, tevlî pêngavê dibûn.
DAÎŞ a hov li taxa Qizilkent di çeperan de li benda wan bû, çawa dadikevin taxê şerê dijwar destpê dike. Şervanê azadiyê gav bi gav şer dikin, DAÎŞ’ê çeper bi çeper paşve dahf didin û gav bi gav ber bi pêş ve diçin. Çeteyên DAÎŞ’ê yek bi yek ji taxa Qizilkent reviyan. Taxa qûntarê çîya bi tevahî ji adîşê tê paqijkirin. Şervanên azadiyê piştî ku DAÎŞ’ê def dikin, dest bi çêkirina çeperan dikin û hemû cihên stratejîk dikin çeperên şer. Di navbera çeperê şervanê azadiyê û DAÎŞ’ê de 50 metre heye yan nîne, di van çeperan de mayîn bi serê xwe xeteriyek mezin e. Jixwe şer xeteriye, azadî bedêlên giranbiha dixwaze. Xeterî û bedeldayîn bihevre bûbû barekî giran li ser pişta şervanên azadiyê. Lê wan ev bar bi hêvî û baweriyek mezin, bi hestên tolhildana jinên dîlgirtî bi biryar dabûn ber çavan. Lewma li wan çeperên di nav xaniyên rûxandî de, tam 11 mehan, li ber seqema zivistanê, li ber germahiya Havînê çek di destê wan de, tiliyên li ser tetîka, çavê di çeperan de noqbûyîn, tî û birçî berxwedan… Bi gotina "parastina herî baş êrîş e" ji bo xwe û çeperê xwe biparêzin neçarin her êrîş bikin. Di van êrîşan de 18 şervanên azadiyê şehîd dibin. 18 şervan, 18 ruhên azad, 18 tîrojên rojê, 18 hêviyên pêşerojê û 18 tovên gulên azadiyê li ser xaka van çeperan reşiya, şîn da, bijkivî û bûn şewqeke ronahiya rojê û wê her tim ronî bin.
Pêvajoya 11 mehan, li taxa Qizilkent di mesafa 50 metrî de mayîn, ji bo şervanan zehmetiyek mezin bû. Êdî sebra wan xelas bûbû, aciz bûbûn û her pirs dikin, "em çima pêngavê nadin destpêkirin?" Lê her bersiva 'bêhna fireh' digirin. Yanî 11 mehan li benda destpêkirina fermana rizgarkirina pêngavê dimînin. Ji ber hem hejmara DAÎŞ’ê û hem jî teknîka di destê wan de ji ya şervanê azadiyê zêdetir bû, fermandarî nade ber çavan. Heya zemînê pêngava rizgarkirinê amade dikin.
DAÎŞ’ê di şevekê de, bajarên wekî Mûsil, Reqa û gelek bajarên din girtin. Di şevekê de bi hêza şerê şervanên azadiyê di şeva 12’ê Mijdara 2015’an de, hêzên YBŞ-YJŞ, YPG-YPJ û ciwanên êzidî bi du hezar şervanên azadiyê ji taxa Qizilkent pêngava rizgarkirinê bi baskên curbecur belavî tevahî Şengalê dibin. Destpêkê kom bi kom, tîm bi tîm li hemû gir û rêyan tên belavkirin. Çiyayê raserî Şengalê tevahî ji aliyê şervanên azadiyê ve tê girtin. Êdî kêliyên rizgarkirinê ber bi zayînê ve dimeşiya, êdî dîroka tolhildanê didan nivîsandin. Gerîlayên azadiyê ji bo gel bûbûn hêvî û bendewarî. Hemû dil bi hev re lêdida, hemû wijdan bi hestê tolhildanê diket tevgerê. Êdî mal bi mal, kuçe bi kuçe, didin ber xwe. Jinên YJŞ-HPJ’ê berê xwe didin mekteba sor ku hemû jinên dîlgirtî di wê mektebê de kom kirîbûn. Ev mekteb ji alyê şervanê jin ve tê rizgarkirin û ala xwe li ser vê mektebê li ba dikin. DAÎŞ li beramberî vê berxwedanê xwe nagire û li rêya revê digere. Lê şervanên azadiyê derfetê revê jî nadin wan. Gelek ji wan çeteyên xwînxar û kujerê gelê Êzidî, tên kuştin.
Bajarê Şengala qedîm di roja 13’ê Mijdara 2015’an de bi tevahî ji DAÎŞ’ê tê paqijkirin. Bersiva fermana ku bi hedefa qirkirina gelê me yê Êzidî hatibû destpêkirin, hate dayîn. Pêşmergeyên ku ewlehiya Şengalê digirtin, gelê me yê Êzidî di nav lepê DAÎŞ’ê de hiştin û baz dan. Bi rastî fermanek ku sînorê jenosîdê derbas dikir, sînorê qirkirinê derbas dikir pêş çavê cîhanê hat serê wan. Gelek malbatên qedîm ji kok de tine bûn. Nimûna herî şênber şêniyên gundê koço yek nehiştin. Yê man jî piraniyê wan ji cih û warê xwe koçî derveyî Şengalê bûn. Tevgera PKK’ê bi hezaran şervanê xwe bi zor û zehmetiyek mezin şandin bi hewara wan ve. Gelê ku xwe çûbûn çiya li ber xeteriyê bûn, li Serdeştê komî hev kir û li wê derê wan bi cih kirin. DAÎŞ a kujer li ser vê xaka pîroz digeriya. Lê hêzên YBŞ-YJŞ’ê bi desteka YPG-YPJ’ê Şengal ji DAÎŞ’ê rizgar kir. Diyariya herî mezin yekbûyîna ruhê Êzdiyatî û bedena xaka pîroz e. Roja rizgarkirina şengalê roja gihiştina Êzidî û Şengal e. Di vê wateyê de, ev roj rojekî dîrokî, rojekî pîroz, rojekî azad, rojekî rûmet û serkeftinê ye. Rizgarkirina pêngava şengalê kêm be jî birînên dilê birîndar û xemgîn pêçand. Lê rizgarkirina şengalê pêwîste bibe bingeha ruhê azad. Dema ruh xwe di rêxistinkirinê de, di parastinê de û di azadiyê de zana neke, nikare xaka azad jî biparêze. Ji ber parastina azadiyê di ruh de destpê dike. Azadiya Şengalê jî li benda ruhê azad û ruhê parastina cehwerî ye. Niha gelê me yê Êzidî di bin sîwana pergala Rêveberiya Xweser de parastina ruhê azad birêxistin dike. Lê Êzidî li ku derê bin bila bibin, pêwîste Şengala azad û pîroz her di dil û mejiyê xwe de zindî bihêle û ji xwe bipirse 'ez dikarim ji bo Şengalê çi bikim?’ Bi vî awayî Şengala azad jibîr neke û pê re jiyan bike.
Pêngava rizgarkirina Şengalê bû bersivek tolhildanê, bû bersivek parastinê, bû bersivek xwe rêxistinkirinê, bû besivek vegera cih û warê xwe. Ti kesî bawer nedikir ku rojekê Şengal rizgar bibe û rojekê vegerin cih û warê xwe. Lê Şervanên azadiyê Şengal rizgar kir û Êzidî vegerandin cih û warê wan. Êdî niha li Şengala azad jiyana xwe didomînin.
Em serkeftina rizgarkirina Şengalê di şexsê pêşengê navdar fermandar Egît Civyan, Dilşêr Herekol, Mam Zekî, Hesen Seîd, Dijwar Feqîr, Dîndar û Pîr Çeko de li hemû şehîdên Şengalê pîroz dikin û wan bibîr tînin. Soza bilindkirina têkoşîna wan, birêxistinkirina Şengalek serbixwe û azad didin.