Di 27'ê Mijdarê roja damezirîna PKK'ê de, dewleta Tirk a faşîst û dagirker tevî çeteyên girêdayî wê HTŞ û OSO ku baskek çeteyên El Nûsrayê ne li dijî bajarê Helebê ku duyemîn bajarê herî mezin û dîrokî yê Sûriyeyê ye, kir. Ev operasyona dagirkeriyê ya di bin navê “Berbanga azadiyê” de hat destpêkirin, herêmên dora Helebê, Til Rifet û Şehbayê ku piranî koçberên Efrînê tevî hemû êrîş û dorpêçan lê dijiyan, berfireh bû. Dixwazin bi van êrîşan re gelê Kurd û destketiyên wan tine bikin.
27'ê Mijdarê ji bo gelê Kurd roja vejînê ye, rojeke mîladî ye. Ji bo Kurdan rojeke pîroz e. Rojek e ku gelê Kurd ji nû ve hişyar dibe û bi rastiya xwe ya neteweyî re radibe ser piyan e. Ji bo vê jî dewleta Tirk a faşîst bi taybetî ev roj hilbijart; Yanî dixwaze di 27'ê Mijdarê de ku gelê Kurd bi hişmendiyeke neteweyî hişyar bû, gelê Kurd qir bike. Ji bo vê armancê, fermana operasyona dagirkeriyê da çeteyên HTŞ û OSO ku bi salan desteka lojîstîk dabû, perwerde kiribû, amade kiribû, desteka aborî, manewî, leşkerî û hwd dabû. Dewleta Tirk a faşîst-dagirker di rojeke wiha de bi çeteyên rêxistinkiriye re, qirkirina hemû gelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn û bi taybet gelê Kurd kir ku li dora paradîgma û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirine û xwe bi rêve dibin, ragihandiye.
Di rojên ji bo gelê Kurd dîrokî, girîng û pîroz de, dewleta Tirk a dagirker êrîşên tevkujiyê li dijî gelê Kurd pêk tîne. Divê ev êrîşa ku dewleta Tirk a faşîst di 27'ê Mijdarê de pêk aniye bi vî rengî were xwendin. Lê belê divê mirov perdeya li pişt vê êrîşa komkujiyê, yanî hêzên ku ronahiya kesk pêxistin bibîne. Divê hêzên ku bi awayekî vekirî destek didin û rê li ber dewleta Tirk a faşîst vedikin, bên dîtin.
Ji bo vê jî pêwîst e mirov baş hevkêşiya Îsraîl, Îngîltere, Emerîka, Rûsya û Îranê binêre.
Îsraîl, weke ku tê zanîn Cotmeha 2023'yan bi Hamasê re kete nava şer. Piştre bi Hîzbûllaha Lubnanê re kete nava şer. Weke ku tê zanîn Hîzbûllah û Hamas ji aliyê Îranê ve tên destekkirin e. Hem di nuqteya veguhastina hêza leşkerî de hem jî di nuqteya lojîstîk, çek û cebilxaneyê de hêzên ku ji aliyê Îranê ve dihatin destekkirin bûn. Di vê rewşê de hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê siyasî ve ji aliyê civaka cîhanê ve zextek li ser îsraîl çêbû. Ji bo vê jî xwest bi agirbesta li hemberî Hîzbûllahê re, ji vê pêvajoyê sûd werbigire. Bi gotineke din xwest bi rêya Tirkiye û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê şerê li Sûriyeyê bide meşandin. Armanca wê hem rêyên temamkirinê yên ji bo Lubnanê ji Iraq û Îranê ve qutkirin, hem jî bi lêdana derbekê li hêzên Şîayên Îranê yên li Sûriyeyê, tinekirina hebûna Îranê ya li Sûriyeyê ye. Ji bo vê jî dewleta Tirk a faşîst alîkarî da van çeteyan û li dijî xeta Heleb, Şehba, Til Rifat û Hamayê operasyon da destpêkirin.
DYE û Îngîltere li hemberî êrîşan bi taybetî li dijî herêmên ku Rûsya û Îran lê serwer in, bêdeng man û rê li ber vê operasyona ku bi hevkariya Tirkiye û Îsraîlê pêş ket vekir. Di vê çarçoveyê de DYE û Îngîltre bi rêya çete û milîsan xwestin Tirkiye û Îranê bînin hemberî hev û Îsraîl di vê pêvajoyê de xwe komî ser hev bike. Wekî din, Tirkiye ji xeta Rûsyayê derxist û tev li NATO'yê kir. Mîna ku di daxuyaniyên Îran û Rûsyayê yên piştî vê operasyonê de jî hat gotin, "Tirkiyeyê xiyanet li me kir" nîşan dide ku ev rewş bi rengekî herî berbiçav pêk aniye.
Li rex vê yekê di sed saliya Lozanê de ji bo ku tiştên Amerikayê di civîna NATO’yê de li ser nexşeya Rojhilata Navîn xêz kirine pêk werin, divê Sûriye, Irak, Îran û Tirkiye tevlihev bibe û sînor ji nû ve werin xêzkirin. Çimkî sînor piştî Şoreşa Cotmehê ya ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn derket holê û dibêje ‘’her neteweyek xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ye’’ weke ku hatibû xwestin, pêk nehatibûn. Çimkî divîya Îsraîl piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bihata avakirin. Diviya Tirkiye, Irak û Sûriye jî di vê çarçoveyê de ji nû ve bihatana avakirin. Lê belê weke daxwaza wan pêk nehat. Û di vê çarçoveyê de piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn hate avakirin. Li rex vê yekê jî wê demê cîhan ji du aliyan pêk dihat. Li aliyekî Rûsyaya Sovyetan hebû û li aliyê din jî NATO hebû. Ji ber vê yekê sînorên ku dihatin xwestin, nehatin xêzkirin. Lê belê di sala 1991’an de piştî belavbûna Rûsyaya Sovyetan, Amerîkayê li hemberî Korfezê operasyon da destpêkirin û rê li ber Şerê Cîhanê yê 3’yemîn vekir. Di bin navê parastin û mezinbûna Îsraîlê ya li Rojhilata Navîn û parastina çavkaniyên enerjiyê de ji bo pêkanîna Projeya Mezin a Rojhilata Navîn, li Rojhilata Navîn kaos, krîz û şer hatin derxistin.
Di destpêka salên 2000’î de li Iraqê ku yekem netewedewlet lê hate avakirin, şerî rû da û Irak hate perçekirin. Piştî sala 2010’an jî di bin navê Buhara Ereban de li gel kaosên ku li Libya û Sûriyeyê hatin destpêkirin, Sûriye hate perçekirin û veguherî qada şerî. Ji ber vê yekê civîna NATO’yê ya di sed saliya Lozanê de hatî lidarxistin, rojanekirina Şerê Cîhanê yê 1’emîn bû. Ji ber vê yekê di civînê de nexşeyeke nû hate pêşkêşkirin û ji bo avakirina vê nexşeyê ji aliyê hin hêzên bervedarî ve xwestin li herêmê nakokî rû bidin.
Dewleta Tirk a dagirker, bi taybet jî serokê faşîst Erdogan di destpêka sala 2002’yan de weke hevserokê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn hatibû erkdarkirin û girêdayî vê armancê tevdigeriya. Heya roja me ya îroyîn jî di vêçarçoveyê de tevgeriya, li gel aqilê dewleta tarî Bahçelî ku bi hev re tevdigerin, ji bo ku li hemberî gelê Kurd qirkirinan pêk bîne û destkeftiyên gelê Kurd tune bike, ya jê dihat kir. Di vê çarçoveyê de di 27’ê Mijdarê de ku evroj ji bo gelê Kurd rojeke girîng û pîroz e, berê çeteyên HTŞ û OSO’yê ku girêdayî wê ne, di serî de Haleb, Şehba û Til Rifet da hermê û li hemberî xakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyona dagirkeriyê da destpêkirin. Û piştre jî êrîşên xwe yên li hemberî Minbîc, Til Temir û tevahiya Rojava da zêdekirin. Her wiha bi sedhezaran Kurd li Şehba, Til Rifet û Helebê bi talûkeya qirkirinê re rû bi rû ne.
Ji ber vê yekê di serî de gelê me yê li Rojava, hemû gelên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê divê bi ruhê sefertberiyê ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatî îlankirin, tevlî YPG, YPJ û Hêzên Xweparastinê bibin û nirx û xakên xwe biparêzin. Li rex vê yekê jî di serî de Bakurê Kurdistan divê Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, hemû gelê Kurd ê li seranserê cîhanê, dostên wan, derdorên sosyalîst û demokratîk û enternasyonalîst bi ruhê piştevaniyê, piştgiriyê bidin têkoşîna gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê. Divê piştgiriyê bidin gelên Rojava. Û divê li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ku derê jî bin xwedî li têkoşîna Rojava derkevin, berê xwe bidin vê şoreşa ku ev 13 sal in hatiye pêkanîn û di nava têkoşînê de cihê xwe bigirin. Di vêçarçoveyê de divê bi piştevanî û tevlîbûnê re ji banga seferberiyê ya ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojava ve hatî îlankirin, bersiv were dayîn. Roj roja parastina şoreşê û mezinkirina têkoşînê ye.