Warê ku jiyan bi xwîna zelal jinûve lê şîn bû: Êzidxan

Jinên vê civaka kevnar bi avakirina hêza xwe ya bi navê YJŞ’ê weke jin xwe û di şexsê xwe de dîrok, çand û baweriya xwe parastin îro jî ji bo weke hêza parastinê li her devera xaka Şengalê hêza xwe mezin dikin.

Li warê ku bi destana egidiyê tê naskirin, xwestin bi destê hêzeke ku para xwe ji mirovahiyê negirtiye bi komkujî, kolekirinê wê civaka kevnar ji nava rûpelên dîrokê de tune bikin. Li ser xaka Şengalê xwestin li şûna jiyanê mirinê û tirsê ava bikin. Lê zarokên agir û rojê, şervanê mirovê azad Rêber APO bi hatina xwe ya li ser xaka ku xwestin jiyanê tê de bikujin, şervanên azadiyê bi berdêlên giranbiha bi xwîna xwe zelal jiyana azad ava kirin, dara azadiyê av dan û jiyan û hêviya azad mezin kirin. Şengal bi berxwedaneke pir mezin û berdêlên giranbiha di 13’yê Mijdara 2015’an de ji taritiyê  rizgar bû.

Zarokên agir û rojê her bihostek xaka Şengalê bi xwîna xwe ya zelal ji nû ve şînkirin. Îro zarokên Şengalê bi saya wan şehîdan li ser xaka xwe ya azad zarokatiya xwe jiyan dikin, îro roj jî mirov li çavên wan zarokan rûkeniya şervanên azadiyê dibîne, ji ber hêvî û xeyalên şehîdan di rûkeniya wan de veşartiye.

Xwestin vê rûkeniya li ser rûyê zarok û gelê Şengalê ku bi eşqa jiyana azad xemiliye, tune bikin. Ji bo wê ji her tiştî dikin, ji ber vê ev êrîşa ku sê roj beriya roja ku warê pîroz ji taritiyê rizgar bibû li ser Şengalê pêk hat, xwestin gelê ku ruxmê hemû êrîşan li ber xwe dide û xwedî li keda Rêbertî û Şehîdan ku li ser xaka Şengalê dayî, derdikevin, bitirsînin. Lê ev civak her ku diçe têkoşîna xwe mezintir dike û ji mirinê natirse, ji bo jiyana azad bi ser mirinê de diçe, ji ber gelê ku li ber tunebûnê ji xwe re hêvî û nefesa jiyana azad dîtibe ji bo wê dikare her tiştî bike, bê tirs dikare berdêlên mezin bide. Ji ber ev gelê ku berê di nava cîhanê de nedihat naskirin îro bi saya fesefeya jiyana azad a Rêber Apo fêrî jiyan û têkoşînê bûye.

Civaka ku jin tê de têkoşer be ew civak tu caran têk naçe, ji ber weke Rêber APO jî dibêje: “Jin bingeha civakê ye, jin azad be civak azad e.” Li Şengalê jina ku di fermanê de rastî hovîtiya herî mezin hatî, îro bi felsefeya JIN-JIYAN-AZADÎ bûye xwedî rêxistin, di her warî de xwe birêxistin dike û hêza xwe ya parastinê ava kiriye. Îro keçên Şengalê xwe birêxistinkirine û bi hêza xwe ya YJŞ’ê civaka xwe diparêzin û tola bi hezaran jinên ku bûne qurbaniya hovîtiya zîhniyeta zilamê deshilatdar, radikin, jina ku beriya fermanê bê zanebûn, bê parastin bû îro bi fikrê Rêber APO bûye xwedî hêzekî leşkerî bi vê hêza xwe xwe diparêze. Jina Kurd li her derê bûye mînaka jinên cîhanê, yek ji van deveran jî Şengal e. Jinên Şengalê ku bingeha çand û baweriya civaka xwe bûn, xwestin wê jinê tune bikin. Ji bo wê di dema fermanê de xwestin civaka Êzîdxanê di şexsê jina Êzidî de tune bikin. Jinên vê civaka kevnar bi avakirina hêza xwe ya bi navê YJŞ’ê weke jin xwe û di şexsê xwe de dîrok, çand û baweriya xwe parastin îro jî ji bo weke hêza parastinê li her devera xaka Şengalê hêza xwe mezin dikin. 

Civaka Şengalê bi pêşengiya jinên Şengalê wê hemû hêzên ku tunebûna wan dixwazin, têk bibin û hemû rojên xwe bikin 13’yê Mijdarê.