BI DÎMEN

Cenazeyê şehîd Tolîn bi merasîmeke girseyî hat veşartin, şehîd Zinar hat bîranîn

Bi hezaran kes ji şêniyên kantona Firatê ji bo veşartina cenazeyê şehîd Tolîn Pelşîn Baz (Emîne Ehmed) li kom bûn. Şehîd Zinar Raperîn (Mihemed Hecî) jî hat bîranîn.

Şehîd Tolîn Pelşîn Baz (Emîne Ehmed) li Minbicê di êrîşeke artêşa Tirk a dagirker de birîndar bûbû û li nexweşxaneya ku dihat dermankirin, di 27’ê Cotmehê de şehîd bû. Gerîlayê HPG’ê Zinar Raperîn (Mihemed Hecî) jî di 16’ê Hezîranda 2023’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

Îro bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şehîd Tolîn hat veşartin û şehîd Zinar jî hat bîranîn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Yek ji Fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Çîçek Zagros hemû şehîdên xwe bi bîr anîn û got: "Ev ne cara yekemîn e ku şoreş kulîlkên bi vî rengî di nava goristanê de diçîne. Ew jî bi ruhê berxwedanî û fedekariyê ye. Bi wê ruhê li ber xwe didan û canê xwe kirine feda. Li dijî wê polîtîkaya dijmin a ku dixwaze me tune bike, li ber xwe da. Lê bila dijmin baş bizanibe, bi çi êrîş dike bila bike, em ê li ber xwe bidin.

Em soza tolhildanê didin. Em ê bi berxwedanî û têkoşîna xwe herêmên dagirkirî rizgar bikin û Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin. Divê em dîsa soz bidin û em vê axê ji tu kesî re bernedin, em ê şopdarê şehîdên xwe û Rêberê xwe bin. Di hizûrê hemû gelê me û şervanên me yên çeperê şer de em soz didin ku em ê li ber xwe bidin."

Li ser navê malbata herdu şehîdan jî axaftin hat kirin û soza şopandinê hat dayîn.

Piştre wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.