ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG: Em ê xeta Çapemeniya Azad biparêzin
YPG’ê diyar kir ku ew ê bîranînên nûnerên leheng ên Çapemeniya Azad Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn zindî bihêlin û xeta Çapemeniya Azad biparêzin. -
Derdora Qereqozaqê bi çekên giran tê topbarankirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi çekên giran derdora pira Qereqozaqê ya başûrê Kobanê topbaran dike. -
Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdengî biçin Şamê
Şêx Murşîd El-Xeznewî li Qamişloyê di komxebatê de axivî û got, “Partî û rêxistinên me yên Kurdî, divê li ser çend xalên hevpar a yekîtiya neteweyî li hev bikin û bi yek dengî biçin Şamê.” -
Şehîdan Kobanê kirin Kobanê
Ruh û mîrateya têkoşînê yên ku Kobanê kirin kelaha berxwedanê îro li hemberî êrîşên dewleta Tirk a ku wê demê piştevaniya DAÎŞ’ê dikir, ji nû ve zindî dibin. -
Kongreya Îslama Demokratîk: Gelê Kurd parçeyekî bingehîn ê Sûriyeyê ye
Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku gelê Kurd parçeyekî bingehîn ê Sûriyeyê ye û got, "Divê heqî derbikeve holê, neheqî ji holê rabe û ev gel li ser axa xwe Suriyeyê bi hemû mafên xwe yên çandî, civakî û siyasî bijî." -
YRA/YRJ: Em ê pênûs û kamareyên wan li erdê nehêlin
YRA/YRJ’ê nasnameya rojnamevanên di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûne parve kir û got, “Weke şopdarên heqîqetê em ê bi bîryardariyeke mezin rêya wan bişopînin, pênûs û kamerayên wan li erdê nehêlin.” -
Laleş Êzidî: Ola Êzidîtiyê qenaet û heqîqetek e
Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî, Cejna Êzî li tevahî gelan pîroz kir got, “Em dibêjin ku êdî wext hatiye em dikarin xwe bi ziman, netewe, bawerî û ola xwe pêş bixin û zana bikin.” -
Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de xebatkarên çapemeniya azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn. -
QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
Navenda Ragihandinê ya QSDˋê diyar kir ku Hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqayê operasyona paqijkirina bajarê Meidan û derdora wî bi dawî kir. -
Li Til Temirê êrîşa çetayan hat têkbirin: 4 çete birîndar bûn
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birin û bi droneke xwekuj li wan da. Di encamê de 4 çete birîndar bûn. -
Cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin û merasîma xiyabî ya 4 şehîdan hat lidarxistin
Cenazeyên 3 şervanên QSDˋê û Hêzên Xweparastinê hatin veşartin û ji bo 4 şehîdan merasîma xiyabî hat lidarxistin. -
Li Hesekê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Şervanê QSD'ê Rojbîn Hesekê û ji fermandarên Hêzên Cebhet El Ekrad Şêro Elî li Hesekê hatin veşartin. -
Li Dirbêsiyê meşa li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê
Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkeriyê, li Dirbêsiyê meş û mîtîngek hate lidarxistin û ji bo yekîtiya neteweyî bang hate kirin. -
Gelê Kobanê şehîd Hebûn Boxaz spart axê
Şervanê QSD'ê Hebûn Boxaz ku li Qereqozaxê di şerê dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bû, li Kobanê hate veşartin. -
Fermandariya QSD'ê: Şerê Kobanê wê bibe şerê serketina mezin
Fermandariya QSD'ê ragihand ku li gel hewldanên wan ên ji bo diyalogê û rawestandina şer jî dewleta Tirk di êrişan de israr dike, tank û maşînên zirxî li ser sînorê Rojava kom dike û got, "Şerê Kobanê wê bibe şerê serketina mezin." -
Navê şehîdên Reqayê hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 3 endamên hêzên ewlekariya hundirîn ên şehîd bûn, eşkere kir. -
Şêniyên Qamişloyê li dijî dagirkeriyê bi girseyî daketin qadan
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi deh hezaran kes ji şêniyên Qamişloyê meşiyan. -
Gundên Kobanê bi SÎHA'yê hatin bombekirin
Gundên Koşkar û Metîn ên Kobanê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk hatin bombekirin. -
Şervanên YPJ’ê yên ku li Bendava Tişrîn ê û Qereqozaxê li ber xwe didin
Şervanên YPJ'ê yên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO'yê yên li ser bendava Tişrîn û Qereqozaxê li ber xwe didin, ketin ber objektîfên me. -
QSD'ê dîmenê xistina SÎHA ya Tirk weşand
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dîmenê xistina SÎHA'yeke artêşa Tirk a bi tîpa Bayraktar TB2 weşand. -
Şervan bi biryar in: Me DAÎŞ şikand, em ê wan jî bişikînin!
Şervanên ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin gotin, "Eger me karîbû DAÎŞ'ê bişikînin, em ê wan jî bişikînin! Kobanê wê nekeve destê dewleta Tirk û çeteyên wê." -
Dîmenê çalakiya li Tişrîn û Qereqozaxê hat weşandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dîmenên çalakiya li Tişrîn û Qereqozaxê weşand. -
Ji fermandarên QSD’ê Ezîz Ereb şehîd bû
QSD’ê ragihand ku fermandar Şehîd Ezîz Ereb di berxwedana Qereqozak de şehîd bûye. -
Êrîşên li ser Tişrînê hatin têkbirin, 37 çete hatin kuştin
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên ji sê aliyan ve li ser Bendava Tişrînê hatin têkbirin. Di encama pevçûnê de 37 çete hatin kuştin û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û YPJ’ê li dijî çeteyan operasyona paqijkirinê dan destpêkirin. -
Gundekî Til Temirê bi çekên giran tê topbarankirin
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi guleyên obîsan gundekî rojavayê Til Temirê topbaran dikin.