Roja Reş wê veguhere roja azadiya gelan

Rêber Apo ji bo komploya navneteweyî dibêje, "Ez dibînim ku komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibatê 1999’an de pêk hat û min anîn Tirkiyeyê, yek ji wan bûyerên herî girîng ên kevneşopiya komploger a desthilata serdest de ye."

Komploya Navnetewî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd destpê kir û di 15’ê Sibatê 1999’an de bi revandina Rêber Apo re dewam kir. Ev 26 sal in di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tê qirkirin. Lê li hemberî komployê berxwedana gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ranewestiya ye û heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were têkoşîn wê her bidome. 

Di sala 1978’an de PKK weke balindeya Hîma ji nav xwelîya dîrokê xwe afirandiye û bi xwe re vejîna gel û welatekî pêk anîye. PKK 1984'an vir ve bi şerê çekdarî bersiva hêzên komplogerê Lozanê dide û di şexsê dewleta Tirk de ji hemû dagirkeran hesabekê dîrokî dixwaze. Dewleta Tirk li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistan bi hemû rê û rêbazan êrîşên tesfiye û îmhayê meşand, lê dîsa jî bê encamp ma û bi xwe mahkumî têkçûnê bû.

Serokwezîrê dewleta Tirk Tûrgût Ozal dît ku êrîşên qirkirinê encam nagirin, neçar ma rêbazê çareseriya demokratîk bifikire.  Ozal xwest vê rêbaze biceribîne, lê di sala 1993'an de hate kuştin. Piştî mirina Ozal di sala 1996'an de li hemberî Rêber Apo êrîşa sûîkastê pêk hat. Dema ev plan jî serneket dewleta Tirk a dagirker komploya navnetewî da destpê kirin û di encamê komployê de Rêber Apo 9'ê Cotmeha 1998'an ji Sûriyê derket û 15’ê Sibatê 1999’an de jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dîl hate girtin. Ev 26 sal in Rêber Apo di bin tecrît û îzalasyonek dijwar de ye.

PÊVAJOYA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ

Rêber Apo ji bo komploya navnetewî dibêje, "Ez dibînim ku komploya navnetewî ya ku di 15’ê Sibatê 1999’an de pêk hat û min anîn Tirkiyê, yek ji wan bûyerên herî girîng a ku di kevneşopiya komploger a desthilata serdest de ye."

Di çarçoveya lîstîkên siyasî û berjewendiyên qirêj de ji aliyê gelek hêzan ve li hemberî Rêber Apo komploya navnetewî hate pêk anîn. Serokwezîrê Tirkîyê ya wê demê Bûlent Ecevît vekirî gotibû ku DYA û Îsraîl di dîlgirtina Rêber APO de xwedî rolekê sereke ne. Lê li milê din jî îdîa dikir ku DYA tenê alîkarî kiriye, yê ku vê komployê kirine ew bixwe ne. Lê matmayî mayîna wî dest dida ku tiliyê herkesî di vê komployê de heye.

Rêber APO di destpêkê de berê xwe dide Îtalyayê. Piştre jî diçe Rûsya û Yewnanîstanê. Herî dawî jî neçar dimîne ku biçe Kendayê. Wê çaxê hemû hêz dixwestin ku cihan li Rêber Apo teng bikin, lê gerdûna Rêber Apo gelê Kurd bû û ji ber vê dîlketina xwe vala derxist.

Ya rast komploya navnetewî di sala 1996’an de dabûn destpê kirin. Wê çaxê serokê DYA Bîl Clînton û serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Sîmîtîs li hev dicîvin. Di 9’ê Cotmehê 1998’an de jî Rêber Apo ji aliyê NATO'yê ve ji Sûriyê tê derxistin. Rêber Apo di milekî de dixwaze berê xwe bide çiyayan, lê milê din de jî dixwaze vê pirsgirêkê di aliyê siyasî de çareser bike. Lewma neçar dimîne ku berê xwe bide Ewrûpayê. Lê dema diçe Ewrûpayê kesên ku soz dane, soza xwe nagirin û pişta xwe li Rêber Apo dizivirin. Ligel ku bixwe ji Rêber Apo re gotibûn were Ewrûpayê jî xwedî li doza azadiya Rêber Apo û Kurdistanê derneketin. Di encamê de li Kenyayê Rêber Apo teslîmî dewleta Tirk a dagirker kirin.

KOMPLOYA NAVNETEWÎ HÎN BERDEWAM E 

Ji berk u Rêber Apo xwedî felsefeyekî gerdûniyê komploya navnetewî pêk hat. Lewre hêzên hegemon dizanbûn ku bîrdoziya Rêber Apo tenê ji bo Kurdistanê nebû, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bû. Ji berk u Rêber Apo şoreşekê civakî çêkiribû û hêzên hegemon dixwestin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û şerê cihanê ya sêyemîn bidin destpê kirin Rêber Apo hedef girtin û vê komployê pêk anîn. Şoreşa civakî yê ku Rêber Apo pêk anî, li tevahî cihanê belav bû. Şoreşa sosyalîst a ku demokrasî, ekolojî û azadiyê jinê dike bingeh tê wateya têkçûna modernîteya kapîtalîst. Armanca sereke ya vê komployê pêşî girtina vê paradîgma û hişmendiya demokratîk bû. 

Îro hêzên hegemon di berdewamkirina komplo û pergala êşkence ya Îmraliyê de bi israr in. Lewre dixwazin Rêber Apo ji gerdûnê qut bikin û têkoşîna azadiya gelan têk bibin. Rêber Apo li hemberî vê komployê fikr û felsefeya xwe zêdetir gerdûnî kir û li ser pirsgirêkên hemû civakê lêhûr bû. Rêbertî her cure êrîşên derûnî û fizîkî yên dagirker û êşkencekaran xwe girtina rastiyan re pûç kir. Di hemû parêznameyên xwe de hem gerdûnîbûna mirovahiyê û hem jî mafên Kurdan diparêze. Bi berpirsyariyeke mezin azadiya xwe bi azadiya gelê xwe û ya hemû gelan ve girêda. Ji ber vê di her keliyê de nav tevgerê de bû. Rastiya Rêbertî ew e ku komploya navnetewî û pergala Îmraliyê ya ku dixwestin Rêbertî bifetisînin perçe kir û bû heqîqetekê gerdûnî. 

Rêbertî li gel ku di nav çar diwaran de bû her tim bi civaka xwe re jiyan kir. Ji bo Rêbertî dest ji civakê berdan dihat wateya dev ji mirovahiyê berdan e. Rêbertî digot, "mirov encax dikare bi cavaka xwe re hebe." Hêzên komploger û dewleta Tirk a dagirker her xwestin Rêber Apo bixin cihanekî teng, lê Rêbertî cihana ferdparast nepijirand û di kesayeta gelê Kurd de komûnalîzmê ava kir. Rêber Apo bi berxwedana xwe ya dîrokî ya li Îmraliyê re komploya navnetewî vala derxist. Îro hemû gelên cihanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin û vala derketina komployê bi çalakiyên cur be cur tînin ziman.