BI DÎMEN

Gelê Cizîrê berxwedana Tişrînê dewr girt

Bi dehan şêniyên bajarên Kantona Cizîrê ku ji bo parastina Bendava Tişrînê bi rê ketibûn, gihîştin bendavê û nobetê ji gelê Kobanê dewr girtin.

Gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Bendava Tişrînê ji êrîşên bejahî, hewayî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO’yê biparêzin 34 roj in nobetê digirin.

Ji bo parastina bendavê heta niha 24 sivîl ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî bendavê şehîd bûn û zêdetirî 200 sivîl jî birîndar bûne.

Tevî serma, seqem, baranê û êrîşên hewayî û bejahî yên li derdora bendavê, ciwan û temenmezin bi coşeke mezin beşdarî çalakiyan dibin.

Îro jî bi dehan xelkê bajarên Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê, Til Birakê û Şedadê berê xwe da Bendava Tişrînê ku nobedê ji gelê bajarê Kobanê û gundewarê wê ku 6 roj in li ser bendavê ne, dewr bigirin