QSD'ê nasnameya şehîdan eşkere kir

QSD'ê nasnameya şervanên xwe yên ku di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûn, eşkere kir.

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê şehadeta 7 şervanan de daxuyaniyek nivîsekî weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana şervanên QSD’ê hate kirin û hate gotin "Stûna bingehîn a berxwedana me sekna şervanên me ya li hemû eniyan e. Di rêya me ya ber bi serkeftinê ve pişta me bi şervanên me ve xurt e. Di meşa berxwedana lehengane de hejmarek şervanên me piştî ku şerekî giran li hemberî dagirekriya Tirk û çeteyên wê kirine gihiştin asta şehadetê. Şervanên me yên şehîd bûne ev in: Ebû Leyla (Ezedîn Elî Silo), Elî (Elî Xelîl Selûck), Elîşêr (Elî Ebdo Silo), Zana Qamişlo (Ferîd Elîedîn Derwîş), Reşo Qamişlo (Hejar Şukrî Mihemed), Lawand Girkê Legê (Rêwan Mihemed Emîn Merîka), Burkan Qibe (Ebdulqadir Hisên Betan)."

Di daxuyaniyê de sersxî ji malbatên her hefet şehîdan û tevahî malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin: "Em ê têkoşîna li hemberî dagirkerî, çete û terorê bidomînin heya tola xwîna pak a şehîdan hilînin û xeyalên wan ên avakirina welatekî bê teror û bê dagirker bi cih bînin."

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Ebû Leyla

Nav û paşnav: Ezedîn Silo

Navê dayikê: Firyal

Navê bav: Elî

Cihê jidayikbûnê: Minbic

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrîn-29 Çile 2025

Nasnav: Elî

Nav û paşnav: Elî Selcûk

Navê dayikê: Subhiya

Navê bav: Xelîl

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê:Kobanê- 9 Sibat 2025

Nasnav: Elîşêr

Nav û paşnav: Elî Oso

Navê dayikê: Zekiye

Navê bav: Ebdo

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê- 9 Sibat 2025

Nasnav: Zana Qamişlo

Nav û paşnav: Ferîd Derwîş

Navê dayikê: Xedîce

Navê bav: Elîedîn

Cihê jidayikbûnê: qamişlo

Diroka şahdetê Eyn Îsa-Gundê Kopirlik- 8 Sibat 2025

Nasnv: Reşo Qamişlo

Nav û paşnav: Hejar Mihemed

Navê dayikê: Saliha El Yasîn

Navê bav: Şukrî

Navê dayikê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrîn- 4 Sibat 2025

Nasnav: Lawend Girkê Legê

Nav û paşnav: Rêwan Miêrîka

Navê dayikê: Gulnaz

Navê bav: Mihemed Emîn

Cihê jidayikbûnê: Salîha

Cih û dîroka şehadetê: Çilaxa- gundê Gundikê Şelal- 9 Sibat 2025

Nasnav: Burkan Qibe

Nav û paşnav: Ebdulqadir Betal

Navê dayik: Hedla

Navê bav: Hisên

Cihê jidayikbûnê: Sirîn

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Ewn Dadat- 8 Kanûn 2024.