BI DÎMEN

Ji bo gaziyên şer têkildarî komploya 15’ê Sibatê semîner

Ji aliyê Federasyona Gaziyan ve bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji bo gaziyên şer ên herêma Şedadê semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de şehîdên meha Sibatê jî hatin bîranîn.

SEMÎNER

Bi boneya 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hember Rêber Apo duh ji hêla Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS)’ê ve ji bo gaziyên şer ên herêma Şedadê semînerek hat lidarxistin.

Gelek gaziyên şer beşdarî semînerê bûn. Semîner ji aliyê endamê FGBRS’ê Laleş Êzidî ve hat dayîn.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, Laleş Êzidî di destpêka axaftina xwe de di şexsê rêveberên gaziyên şer Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik ên 11’ê Sibata 2024’an li Qamişloyê di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn de, hemû şehîdên meha Sibatê bi bîr anî.

Laleş Êzidî di axaftina xwe de diyar kir ku bi esasî gaziyên şer beşekî ji têkoşînê ne ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo di refên herî pêş ên berxwedanê de cih digirin û got, “Rêber Apo pir qîmet û rolên girîng daye gaziyan. Rêbertî gazî weke şehîdên sax û zindî terîf kirine. Ji bo em karibin bibin layiqî keda Rêber Apo û şehîdan divê em bi rola xwe rabin. Dîsa di aliyê îdeolojîk û rêxistinî de jî pêwîst e sekna gaziyan diyar be.”

Di dewama axaftina xwe de jî Laleş Êzidî anî ziman ku komploya navneteweyî ya dikeve sala 26’an bi rêbazên cuda û êrîşên curbicur ên dewleta Tirk a dagirker didome û got, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember gelên azadîxwaz, dîsa li Bakurê Kurdistanê li dijî îradeya gel û li Başûr li hember têkoşerên heqîqetê êrîş bênavber didomin. Divê em li hember wan êrîşan bi îrade û biryardariyeke mezin bisekinin.”

Endamê FGBRS’ê Laleş Êzidî bal kişand ser çalakiyên ji bo protestokirina komploya navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin û wiha axivî: “Weke hevalên gaziyên şer em ê bi hemû hêza xwe tevlî wan çalakiyan bibin. Em tevahî şehîdên xwe û bi taybet şehîdên xwe yên bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêbertiya me bûn xelekek ji agir, bi rêz û hurmeteke mezin bi bîr tînin û li hember hemûyan bejna xwe ditewînin. Em ê teqez bi têkoşîn û berxwedanê azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona têkildarî komploya 15’ê Sibatê hat temaşekirin. Semîner bi dirûşma, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.