Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî biryarên kongreyê yên PKK'ê

Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de biryarên kongreya awarte ya 12'emîn a PKK'ê nirxand.

Erdogan got, "Di hewldanên xwe de yên ji bo Tirkiyeya dûrî terorê, em derbasî asteke nû bûne. Ev qonax qonaxa xurtkirina yekîtî, xwişk û biratî û meşa me ye. Em qonax e ku em dîwarê terorê yê di nava 86 milyon mirovî de hatiye lêkirin bi rengekî mayinde bişikînin. Qonaxa rizgariya ji astengiyên li pêşiya belavbûna demokrasiya me ye."

Erdogan got, "Rêxistinê bi biryara wergirtî re gavek li gorî mutabaqata me ya jiyana hevpar a bi miletê me re avêtiye."

LI GORÎ ERDOGAN DIVÊ BASKÊN SÛRIYE Û EWROPAYÊ JÎ TEVLÎ BIBIN

Erdogan di axaftina xwe de îdîa kir ku tevlîbûna baskên Sûriye û Ewropayê 'jiyanî' ye.

Serokkomarê Tirk got, "Gelekî girîng e ku baskên Sûriye û Ewropayê tevlî pêvajoya fesixkirin û çekdanînê bibin. Li şûna lobiyên rêxistinê yên li Ewropa û cîhanê yên li dijî Tirkiyeyê, em dixwazin wan li gel welatê xwe bibînin. Em dixwazin ku navê Tirkiyeyê ne bi terorê, lê belê bi pîvanên pêşketina mirovî, demokratîk, çand, huner û teknolojiyê bê bilêvkirin."

SPASIYA JI BO DEM PARTIYÊ

Erdogan 'spasiya' Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî kir û got, "Di serî de Sirri Sureyya Onder ê rehmetî ku di nava DEM Partiyê de piştgiriyeke mezin da pêvajoyê, pasiya hemû kes, hevserok û siyasetmedarên DEM Partiyê dikim ku bi hişmendiya berpirsyariyê tevgeriyan."

Erdogan bi dewamî got, "Em li bendê ne ku gotinên bi berpirsyarane di dema bê de jî dewam bikin. Em spasiya Birêz Ozel û rêveberên partiyên din ên siyasî dikin ku helwsteke çêker di vê pêvajoyê de nîşan dan. Spasiya serokên giştî yên partiyên muxalîf dikim, li gel ku xwe nêzî pêvajoyê nekirin, helwesta neyînî jî nîşan dan, lê belê ji ser xeta siyaseta bi berpirsiyariyê dûr neketin."

YA KU DIVÊ SIYASET BIKE JI PIŞTRE HIŞT

Erdogan karê ku divê siyaset bike jî taloq kir û got, "Ya esasî bicihanîn e. MÎT wê bi baldarî bişopîne bê soz tê bicihanîn an na. Dema ku rêxistinê berpirsyariyên xwe bi cih anî, ji bo axaftina xusûsê mayî û pêşvebirinê wê siyaset bi karê xwe rabe. Bang li her kesî dikim ku bi berpirsyariyane bûyeran bişopînin."