BI DÎMEN

Ayten Dersim: PKK ne tenê navek e

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim anî ziman ku PKK felsefe, îdeolojî û pîvaneke jiyanê ye û got, "PKK ne tenê navek e. PKK bi xwe hebûneke zindî ye."

AYTEN DERSIM

Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Ji delegeyên kongreyê endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim bi vî rengî axivî:

"Ez jî mirovê azad, Rêberê me bi hurmet, hezkirin silav dikim. Hemû şehîdên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn bi bîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Heval Fûat û heval Riza bi wesîleya kongreyê soza xwe di şexsê wan de dubare dikim ku bibim rêwiyeke heqîqetê.

Rêbertî ne cara destpêkê ye vê yekê ji me re dibêje. Ji kongreya 6'emîn û pêvajoya piştî wê ve hemû amadekariyên xwe, teorî, perspektîf û teoriya xwe timî nû kir, mezin kir û xwest PKK'ê nû bike. Ji destpêka salên 2000'î û vir ve hêzên kapîtalîst modernîte yên dest li Rojhilata Navîn werdidin dixwazin Rojhilata Navîn li gorî xwe dîzayn bikin. Ev pêvajo heta niha jî dewam dike. Rêbertî di dema derbasbûyî de jî timî ev yek got, 'Yê ku xwe nû neke, wê hinekî din wî nû bike, yan jî yên ku xwe neguherînin wê bêne guhertin'. Di şexsê Iraqê de ev ket rojevê û heta roja îro dewam dike. Rêbertî dema ku demokrasî pênase kir ev yek got û dibêje, 'Demokrasî bi dînamîkê xwe yê cewherî, hêz û hişmendiyê bi pêş dikeve'. Lewma dest li PKK'ê werdide, diyar dike ku PKK'ê rola xwe temam kiriye, bûye malê dîrokê û li ser vê dîrokê xwe jinûve ava bike, bi hêza xwe û dînamîka xwe êdî divê civakî bibe.

Rêbertî cewhera PKK'ê her tim weke jin pênase kir. Me jî hewl dan bi vê cewherê xwe ava bikin. Weke jinekê me dît ku eger PKK bi temamî li gorî felsefe, îdeolojî û stratejiya Rêbertî nekarî bimeşe, weke jinekê di vir de para min jî heye. Ji ber ku Rêbertî her tim mîsyonek danî pêşiya jinê. Li gel mîsyonê her wiha kûrahiya îdeolojîk û dilsoziya bi azadiyê re danî pêşiya jinê. Ji ber ku timî ev yek got, 'Ne tenê li benda guherîna yê li hember bisekine, divê hûn xwedî wê hêzê bin ku wî biguherîne'.

Ji bo PKK'ê jî dema ku dibêje 'Dema xwe temam kir', ez bi vî rengî fêhm dikim. Weke ku Rêbertî dibêje, 'Dîrok di roja me de veşartî ye, em di kûrahiya dîrokê de veşartî ne'. Dîrok hebûneke zindî ye. PKK bi xwe jî hebûneke zindî ye. Ne tenê naveke, ew felsefeyeke, îdeolojiyeke, pîvaneke jiyanê ye. Wê hebûna xwe afirand. Lewma dema ku Rêbertî dibêje hebûnek temam kir, ez bi wî rengî fêhm dikim. Yanî PKK bû malê civakê. Aliyên xwe yên kêmmayî hene, aliyên wê yên rêxistinî ne, rêbaza wê ye, nirxandina wê ye, nêrîna wê ye, mezinkirina wê ye. Fêhmkirina Rêbertî tevlîbûna li Rêbertî ye. Bicihanîna gotinên Rêbertî ye. Lê di oxira vê de meşandina rast a têkoşînê ye. Niha Rêbertî vê temam dike. Weke şexsekê ez bi wî rengî fêhm dikim, bi wî rengî dinirxînim. Di jinûve avakirina Rojhilata Navîn de PKK xwedî rol û wezîfeyeke hîn mezin e. Tenê bi rêziknameya partiyekê têra vê nake. Wê demê divê ev rêzikname bibe malê civakê û bi vî rengî bixe meriyetê. Lewma PKK çandeke, exlaq afirand. Hişmendî, hebûn afirand. Divê em vê hebûnê ava bikin. Dîroka me ya têkoşînê ya 52 salan, rastiya şehîdan, nirxên hatin afirandin, asta hate bidestxistin, mayindekirina van hemûyan bi fêhmkirina wê dibe.

Çanda sosyalîst a ku Rêbertî destnîşan kir, çandeke demokratîk e. Rêveberiya ku Rêbertî destnîşan kiriye jiyaneke komunal e. Yekbûneke kolektîf e. Naskirina îradeya hev e. Mezinkirina hev e. Bêguman hîn kûr e.

Me rapora polîtîk a Rêbertî xwend. Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve divê em ne tenê nirxên hatine afirandin biparêzin. Divê em bi çanda sosyalîst û demokratîk nirxan mezin bikin. Di asta eşqê de bi van ve dilsoz bin. Divê em eşqê bi rastî jî mezin bikin. Erk û wezîfeya vê yekê dikeve ser milê me. Ez jî weke şexsekê hem rexnedayineke cidî ya vê pêvajoyê dijîm, li pêşberî dîrokê careke din dibînim ku ya me nekarî bikin hêsan nîne, ji niha û pê ve jî zanim ku nêzîkatiyên bi vî rengî wê ji aliyê dîrokê ve neyê qebûlkirin. Ji hevalan hemûyan re serketinê dixwazim."