'Yek ji çekên herî sereke di koçberkirina gelan de Îslama Radîkal e'
Şêxê Terîqeta Qadirî li Sûriyeyê Şêx Mihemed El Qadirî diyar kir ku bandora ol li ser koçberkirinê hêmaneke sereke ye û bal kişand li ser Îslama Radîkal.
Şêxê Terîqeta Qadirî li Sûriyeyê Şêx Mihemed El Qadirî diyar kir ku bandora ol li ser koçberkirinê hêmaneke sereke ye û bal kişand li ser Îslama Radîkal.
Bîlançoya koçberiyê li cîhanê her roj zêde dibe. Her wiha ev koçberî welatên ku lê şer heye hîn zêdetir xuyanî dibe. Şêxê Terîqeta Qadirî li Sûriyeyê û Şêwirmendê Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Şêx Mihemed El Qadirî li ser mijarê axivî. Şêx Mihemed El Qadirî got: "Hêrî zêde li ser koçberiyê, ola ku şaş tê pênasekirin bandorê dike."
'BI FETWAYÊN REŞ KOÇBERIYÊ FERZ DIKIN'
Şêx Mihemed El Qadirî da zanîn ku badora olan li ser koçberiyê hêmaneke bingehîn e û wiha pêl da gotinên xwe: "Li cîhanê pêla koçberiyê di asteke jor de ye û pir sedemên wê jî hene. Lê dema em berê xwe bidin Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gelê me yê ku ji şer bandor nebûye nemaye. Gelê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî di encamê êrîşe dewleta Tirk de hatin koçber kirin. Her wiha çeka herî bi bandor a ku qirkirin û koçberiyê bi xwe re tîne Îslama Radîkal e. Ev jî di bin siyaseta dewletên hegemon û dijminan de bûye çeka herî giran. Ev çeka herî giran ne tenê li ser misilmanan ferz dikin, li ser birayên me yên Êzîdî û Hrîstiyan tên ferz kirin û ji ber wê sedemê jî bi sed hezaran komkujî pêk anîn. Koçberiyeke bi darê zorê di nav wan de pêkan kirin. Dijmin di bin siya Îslamê de fetwayên reş di nava civakê de ferz dike û tirsekê di nav gelan de dide ava kirin. Bi vê rêyê bi hezaran kes ji çand û nasnameya wan dûr kirin û çanda xwe ferz kirin. Wek ku Erdogan xwe xelifeya dewamiya Îslamê dibîne û dibêje mafê min heye ez xaka her civakê dagir bikim. Bi vê yekê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî bi şêwazeke dûrî mirovahiyê, hovane dagir kir û gel koçber kir. Ev jî bi armanca ku guhertina demografîk pêk bîne destpê kir."
'ÇEKA HERÎ GIRAN Û KUJER ÎSLAMA RADÎKAL E'
Şêx Mihemed di dewama axaftina xwe de anî ser ziman ku ji destpêka dîrokê heya roja me ya îro dewleta Tirk a dagirker herî zêde dijminatiya Kurdan kiriye, hewil daye ku wan koçber, tune bike û pê de çû: "Ji demên herî kevin ve dewleta Tirk a dagirker Kurdan dikir hedef ku wan ji cihê wan koçber bike. Bi rê û rêbazên cûda ev yek dikir lê herî zêde jî bi çeka herî giran û kujer Îslama radîkal dipejirand."
'DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI DIJÎ ÎSLAMÊ YE'
Şêx Mihemed El Qadirî bang kir ku li hember Îslama Radîkal pêwîste xwedî têkoşîn bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em van fetwayên şaş qebûl nekin. Wek Kongra Îslama Demokratîk hewil didin ji tevahî cîhanê re tekez bikin ku Îslam bi cewherê xwe pir pak û aştîxwaz e. Lê dewletên kapîtalîst û hegemon di bin navê Îslamê (Îslama Radîkal) de gelek xirabî, koçberkirî, komkujî û kuştin bi serê gelan anî ye. Hemû kesên ku navê Îslamê xirab dikin û ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin, bila baş bizanibin Îslamiyeta wan qebûl nabe, ji ber daxwaza wan her tim qirkirina gelan e. Di Îslamê de hatiye gotin ku ev kesên xwe dikin oldar û sofî di bin navê sofîtiyê de bê exlaqiyan dikin. Ev jî dide xuyakirin ku dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Îslamê ye û tenê ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî xwe bi navê Îslamiyetê nîşan dide."