BI DÎMEN

Xelkê Firatê serdana konê sersaxiyê ya Xalê Nemir kir

Îro bi merasîmeke girseyî cenazeyê Xalê Nemir hate veşartin. Xelkê Kantona Firatê serdana konê sersaxiyê ya ji bo Xalê Nemir hatî danîn, kir û sersaxî ji malbata Xalê Nemir re xwest.

Sembola sedsalê ya berxwedaniya Kobanê Xalê Nemir duh di encama êşa dil de li Kobanê şehîd bû, îro jî di danê nîvro de bi merasîmeke bi heybet ew li goristana şehîd Dîcle veşartin. Piştre jî xelkê Kantona Firatê serdana konê sersaxiyê yê ji bo Xalê Nemir hatî danîn, kir.

Piştî deqeyek rêzgirtinê  Endamê Federasyona Gaziyên Şer ê Kantona Firatê Ismaîl Mihemed axivî û diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê her tim şopdarê riya şehîdên xwe bin û wiha got: "Her kes dizane xalê Nemir kî ye, çi berxwedanî û têkoşîn kiriye? Her kes dizane ew sembola berxwedaniya Kobanê bû, wî û zarokên xwe heta dawiyê berxwedaniyeke dîrokî raber kirin."