Xelkê Dêrazorê nerazîbûn nîşanî êrîşan da

Xelkê Dêrazorê nerazîbûn nîşanî êrîşên hikûmeta Şamê da û peyama “Armanca van sûcên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên hikumeta Şamê derxistina fitne û têkbirina îstîqrara herêmê ye” da.

LI DÊRAZORÊ MEŞ

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên hikumeta Şamê li dijî gundewarê rojhilatê kantonê meşek lidar xist.

Meş ji pêş avahiya Meclisa Rêveber bi beşdariya xelkê Dêrazorê, şêx û rûspiyên wê, nûnerên ji saziyên sivîl û hêzên ewlehiyê destpê kir û li Çerxerêya Sebe Kîlo sekinî.

Di meşê de dirûşmeyên ‘na ji hikumeta Şamê re’, ‘Bijî berxwedana jinê’ û ‘Bi can bi xwîn em te bi te re ey şehîd’ hatin berzkirin.

Li wir endama rêveber a Meclisa Kombûna Jinan a Senûbiya Sena El Mihemed axivî û got: "Di demekê de ku gelên Rojhilata Navîn bi biştî û gelê Sûriyeyê bi taybet tevî hemû pêkhateyên xwe li dijî rejîmê dîktator û neteweperest di oxira pêkanîna azadiya xwe de têkoşîneke dîrokî dimeşînin. Asta sûcên hovane û barbarî li dijî jin, zarok û gelê me yê li Dêrazorê zêde dibin."

Sena wiha domand: "Armanca van sûcên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên hikumeta Şamê ji qetilkirin, tirsandin û topbarankirinê dikin, derxistina fitne û têkbirina îstîqrara herêmê ye."

Sena wiha pê de çû: "Tişta li dijî Dehle yê gundewarê Dêrazorê bûye komkujî ye. Di encamê de 11 şehîd piranî zarok bûn qurban."

Sena sersaxî da malbatên şehîdan û sûcên dermirovî şermezar kirin.

Di dawiyê de Sena bang li xelkê herêmê kir ku nekevin xefka van fitneyan û destkeftiyên şoreşê yên bi saya fedakariya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê hatin pêkanîn, biparêzin.