Xelkê Şedadê: Em bi QSD’ê re ne

Xelkê Şedadê êrîşên li ser Dêrazorê şermezar kirin û piştgiya xwe ya ji QSD’ê re anîn ziman.

Şêniyên bajarê Şedadê, Erîşe, Mergede, Ebûfas û Ebdan bi meşekê êrîşên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê şermezar kirin. Meş li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Şedadê destpê kir û ber bi Parka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi rê ket.

Li wir endama Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Elî piştgiriya xwe ji QSD'ê re li dijî êrîşên komên girêdayî hikumeta Şamê yên ku dixwazin fitneyê peyda bikin, ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, nîşan da.

Endamê rêveber ê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Şedadê Fadil El Ehmed bi navê şêniyên herêma Başûr ew êrîşên terorî yên li dijî aramiya herêmê û li dijî QSD'ê û hewldanên peydakirina fitneyê şermezar kirin.

El Ehmed got: "QSD zarokên me ne û me temsîl dikin. Wan ji bo rizgarkirina xaka dagirkirî fedakarî kir û hîn jî dike."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Na ji xwînrijandinê re” û “Em hemû QSDˊê ne” bi dawî bû.