BI DÎMEN

Serdana şîna Şehîd Dijwar Qamişlo hat kirin: Em ê xwedî li berxwedanê derkevin

Bi sedan kes serdana şîna Şehîd Dijwar Qamişlo kirin. Di serdanan de peyama, “Em ê xwedî li berxwedana şehîdên xwe derkevin hate dayîn.”

Ji bo endamê Rêveberiya Qamişlo ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dijwar (Metîn Dînce) ku 3’yê Îlona 2024’an di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bibû û cenazeyê wî duh li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hatibû veşartin, konê sersaxiyê hat vedan.,

Bi sedan şêniyên Qamişlo ku di nava wan de rêveber û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan jî hebûn, çûn serdana konê sersaxiyê yê li Taxa Cudî hatiye vedan.

Di bin kon de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Şehîd Dijwar Qamişlo hat daliqandin û dirûşmeyên, “Şehîd Namirin" hatin berzkirin.

Di serdana sersaxiyê de piştî deqeyek rêzgirtinê, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hisên axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Hisên diyar ku ew ê tu carî li hemberî sîxurên dewleta Tirk têkoşîna xwe lawaz nekin û got: “Hêza me şehîdên me ne, lewra wê tu kes nikaribe îradeya me lawaz bike. Em ê têkoşîna xwe li hemberî sîxurên dewleta Tirk xurttir bikin. Divê em destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin, xwedî li berxwedana wan derkevin."

BERXWEDANA ZAPÊ HAT SILAVKIRIN

Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Hesen Şero jî di sersaxiyê de axivî wiha got: "Hêza me raman û felsefeya Rêber Abudullah Ocalan û şehîdên me ne. Gelê ku hêza xwe ji berxwedana Zapê digire tu carî nayê têkbirin. Em ê heta kêliya dawî têkoşîna xwe bidomînin.”

Yek ji Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî jî got: "Em çiqas li ser nirxên şehîdan biaxivin jî em nikarin wan vebêjin. Tişta herî giranbuha ya şehîdan rihê wan bû, ew jî ji bo gel û parastina axa xwe feda kirin. Divê em jî xwedî li berxwedana şehîdên xwe derkevin û xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin."

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeya "Şehîd Namrin" bi dawî bû.