Efûya giştî: Li Hesekê 50 girtiyên din hatin berdan
50 girtiyên din ên ku ketin ber efûya giştî, ji Girtîgeha Hesekê hatin berdan.
50 girtiyên din ên ku ketin ber efûya giştî, ji Girtîgeha Hesekê hatin berdan.
Meclisa Edaleta Civakî bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya pêkanîna biryarê de îro 50 girtiyên din ên ku ketin ber efûyê, ji girtîgeha navenedî ya Hesekê berdan.
Meclisa Gelan a Demokrataîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 17’ê Tîrmeha îsal de biryara 10’an a efûya giştî derxistibû.
Girtiyên ketin ber efûyê, bi amadebûna nûnerên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û rûspiyên eşîran hatin berdan.
Di 21’ê Tîrmehê de beşeke girtiyên ketibûn ber eftûyê, hatibûn berdan. Bi vê yekê hejmara girtiyên ku hatine berdan, dibe hezar û 111. Çav li rê ye ku di rojên bê de beşeke din a girtiyên ketine ber efûyê bê berdan.
Biryara 10’an a efûya giştî di encama civîna 17’ê Tîrmehê ya berpirsên Rêveberiya Xweser, MSD û QSD’ê û li ser daxwaza rûspiyên eşîran a di civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê de hatibû dayîn.