‘Rêxistina DAÎŞ’ê ji hewirdora şer û krîzê sûdê werdigire’

Lêkolînerên siyasî, diyar kirin ku komên terorîst ên mîna DAÎŞ û îslama radîkal ji qeyrana siyasî sûdê werdigirin û xwe birêxistin dikin û gotin desteka herî mezin dewleta Tirk daye DAÎŞ’ê.

Di çend rojên buhirî de 5 endamên DAÎŞ’ê ji zindaneke bajarê Reqayê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê reviyan. Hewldana reva çeteyên DAÎŞ’ê di demeke ku dewleta Tirk a dagirker amadekariya êrîşa berdewam dike de, pêk hat.

Li gorî raporên hatine parvekirin herî kêm 30,000 çekdarên DAÎŞ’ê li navendên binçavkirinê li seranserê Iraq û Sûriyeyê hatine belavkirin û zêdetirî 65,000 jin û zarokên girêdayî rêxistina DAÎŞ’ê li kampên cuda li her du welatan tên ragirtin.

Têkildarê mijarê lêkolînerê siyasî yê Navenda Lêkolînên Kurdî Tariq Hemo û Rêveberê Yekîneya Têkiliyên Navdewletî ya Navenda Erebî ya Lêkolînan Hanî El-Cemîl ji ANF’ê re axivîn.

Lêkolînerê siyasî Tariq Hemo, anî ziman ku ji hêzbûna rêxistina DAÎŞ’ê herî zêde rejîma Tirk sûdê werdigire û got ku dema ku DAÎŞ derket holê û êrîşê Tilafer, Mûsil û piştre Şengalê kir, bêyî zirarek bide karmendên Tirkiyê yên li konsolosxaneyê hişt ku ew ji herêmê derkevin. Hemo, diyar kir ku piştî wê Enqere di sala 2014’an de di êrîşa li dijî Kantona Kobanê de destekeke xurt daye çeteyên DAÎŞ’ê.

Hemo, destnîşan kir ku rejîma Tirk Rêveberiya Xweser li hemberî xwe weke xeterî dibîne û wiha got, “Dewleta Tirk li hemberî xwe Rêveberiya Xweser ji DAÎŞ’ê xetertir dibîne. Ji ber vê yekê destek da çeteyên DAÎŞ’ê ku El Bab, Cerablûs, Minbic û herêmên din dagir bikin. Piştre Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) xwe bi rêxistin kir û rêxistina DAÎŞ’ê li gelek herêman têk birin. Lê şerên li Rojhilata Navîn dibe sedema ku alozî berfireh bibe. Bi taybetî bi êrîşa Îsraîlê li ser Xezeyê ku ji Cotmeha sala buhirî ve berdewam e, gefa vekirina rê li ber êrîşên berfirehtir dike. Rêxistinên terorîst, ji atmosfer û hewireke wiha de sûdê digirin û xwe kom dikin ser hev.”

Hanî El-Cemîl, diyar kir ku ji ber dewlemendiya bin erd û ser erd a li Rojhilata Navîn, hêzên rojava yên mîna Emerîka, Rûsya û Çîn destwerdanê dikin û got ku ev yek dibe sedem ku ev krîz heta Efrîqa bin-Sahrayê, berfireh bibe. El-Cemîl, destnîşan kir ku komên terorîst û radîkal di atmosfereke wiha de cih ji xwe re peyda dikin û got, “Ji ber ku guhertinên jeopolitik li herêmê wê pêk were, her kes dixwaze ji bo xwe payek bigire.”