ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku tecrîda Îmraliyê di rojeva cîhanê de ye û bang li hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê kir. Karasû got, "Pîvana demokratîkbûnê rabûna li ber tecrîda li Îmraliyê ye."

Lîderên Tirkiye û Misrê, krîza bi salan ji bo xwe bi kar anîn. Ji têkiliyên herêmî heta bi siyaseta navxweyî sembolên îdeolojîk û polîtîkayên xwe li gorî vê dîzayn kirin.

Zarokên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ji cih û warê xwe bibin, xwendina xwe li kampan dewam dikin. Li gel êrîş û ambarggoyê 7 hezar û 819 xwendekar ji aliyê hezar û 191 mamosteyan ve têne perwerdekirin.

Hunermend Xelîl Xemgîn bi navê Înîsiyatîfa Hunermendên Kurd daxuyaniyek da û bang li gelê Kurd bi taybetî jî xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.