Ukraynayê bi dronê êrîş kir: Depoyeke mezin a çekan a Rus hate îmhakirin

Hat ragihandin ku di êrîşeke bi balafira hewayî ya bêmirov a ji aliyê Ukraynayê ve hatî kirin de, depoyeke mezin a çekan a Rûs hate îmhakirin.

Çakvaniyeke ji servîsên ewlehiyê ya Ukraynayê, daxuyanî da AFP’ê û diyar kir ku balafireke hewayî ya bêmirov a Ukraynayê depoyeke li Toropets a li herêma Tver a li rojavayê Rûsyayê, “îmha kir” ku di depoyê de fuze û muhîmata topan hebû.

Çavkaniyê got ku balafirên hewayî yên bêmirov şeva Sêşemê, li Toropets’ê depo bi temamî tune kirine.

Rayedarên herêmê ên Rus ên li Tver’ê, bêyî ku behsa depoya çekan bikin, diyar kir ku tenê ji ber êrîşeke bi dronê “şewat” derketiye û fermana tehliyeyê hatiye dayîn.

Li gorî pisporên Rojavayî û Ukraynayî, teqîn ewqasî xurt bû ku di çarçoveya baregehên navendî yên operasyonan de, li gorî pîvana Richter erdheja bi tundiya 3.2 pileyê hate hîskirin.

Li gorî dîmenên ji peykê, li ser xaka Rus a hatî bombebarankirin ewirê dûmaneke stûr ji fezayê dihate dîtin.

Toropets nêzî 100 km ji sînorê Ukraynayê dûr e.

Li gorî medyaya Rûs, ev depoya çekan di sala 2015’an de hate avakirin û di nav de fuze, muhîmat, benzîn û teqemenî hebûn.