BI DÎMEN

Ji milîsên KBDH'ê li Stenbolê çalakiyên 'tolhildanê'

Milîsên Ceren Guneş ên KBDH'ê ragihandin ku li Stenbolê keştiyek û avahiyek narkotîk lê dihate bikaranîn û firotin şewitandine.

ÇALAKIYA KBDH'ê

Milîsên Ceren Guneş ên KBDH'ê diyar kirin ku li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê li Stenbolê 'çalakiyên tolhildanê' lidar xistine.

Hate ragihandin ku 13'ê Îlonê saet di 14:00 de li Bendergeha Rûmelî Fenerî ya li Sariyer a Stenbolê keştiyek dane ber agir.

Li gorî daxuyaniyê 15'ê Îlonê saet di 23:00 de li taxa Zara ya Stenbol/Kartal/Cevîzliyê avayiyek ku hate tespîtkirin narkotîk lê dihate bikaranîn û firotin ji aliyê milîsên KBDH'ê ve hate şewitandin