KCDK-E: Em li dijî tecrîd û qirkirinê werin ba hev

KCDK-E’yê ji bo 32’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li dijî tecrîd û qirkirinê, banga seferberiyê kir û ji bo tevlîbûnê guzergeha rê eşkere kir.

BANGA JI BO TEVLÎBÛNA FESTÎVALÊ

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) têkildarî 32’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî daxuyaniya nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê roja 21’ê Îlonê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi coşeke mezin Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bê lidarxistin û hate destnîşankirin ku wê ji Elmanya, Bakurê Fransa, Awûstûrya, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê Kurdistanê û dostên wan beşdarî festîvalê bibin.

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever anî ziman ku ew di pêvajoyeke ku êrîşên qirkirinê yên li ser nirxên çandî û dîrokî yên gelê Kurd zêde bûne de vê festîvalê lidar dixin û got: “Di pêvajoyeke ku govendên me tên qedexekirin, tehemûlê axaftin û stranên Kurdî nayê kirin de, gelê Kurd li dijî zihniyeta faşîst, nîjadperest û yekperest çand û dîroka xwe diparêze û ji duh hîn zêdetir xwedî lê derdikeve. Ji bo xwedî derketina li mîrate, xak û çanda xwe gelê me bi saya Rêber Apo ji bo jiyaneke azad seferber bûye. Kurdistanî û dostên wan wê di 32’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bînin ziman.

Bernameya çand û hunera dewlemend wê ji çar parçeyên Kurdistanê, bi dîwana dengbêjan destpê bike. Di bernameya çandî de ji her çar parçeyên Kurdistanê, wê ji komên cuda hunermend derkevin ser dikê. Ji gelek navendên cîhanê, ji Efrîqa, heta Ewropa û Kanadayê wê ji welatên cuda kesên naskirî yên di Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî de cih digirin, sendîkavan, siyasetmedar beşdarî festîvalê bibin û em ê bi hev re azadiya Rêber Ocalan bi dengekî bilind daxwaz bikin û li dijî komkujiyên li Kurdistanê banga têkoşîna hevpar bikin.”

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî ragihand ku bi nêzbûna salvegera yekemîn a pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ re wateya kevneşopiyê ya festîvalê hîn bi watetir dibe û got ku ew ê li dora xeta azadiyê li dijî tecrîdê dirûşmeyên azadî, wekhevî û demokrasiyê berz bikin.

‘EM BANG LI GELÊ XWE DIKIN KU LI CIHÊN RÊKETINÊ, BILA AMADE BIN’

Zubeyde Zumrut tişt got: “Em bang li gelê xwe dikin ku di dema xwe de li nuqteyên rêketinê yên ku berê hatine diyarkirin, bila amade bin. Her kes ji Navendên Civaka Kurd ên herî nêzî xwe, dikarin dema birêketina otobusan fêr bibin. Her wiha ji bo festîval bi ewle, tendurist û berhemdar derbas bibe, divê her kes berpirsyarî nîşan bide.

Weke KCDK-E em bang li hemû gelê xwe dikin ku bila bi cil û bergên xwe yên neteweyî û dîsa em bang li hemû şoreşger, demokrat û aştîxwazan dikin ku bi ruhê berxwedana Zapê, beşdarî festîvalê bibin. Festîval wê bi dirûşmeya ‘Dagirkerî û tecrîdê bişikîne, Rêbertî azad bike’ bê lidarxistin.”

GUZERGEHA RÊ YA FESTÎVALÊ

KCDK-E’yê xalên ku mirov têkildarî guzergeha rê lê baldar be, wiha eşkere kir:

“Yên ji Bakur tên:

Yên li ser A3 tên, yên ji Wiesbadener Kreuz’ê ber bi Frankfurt ve li ser A66, piştre li Eschborner Dreieck’ê ber bi aliyê A648 Frankfurt Messe/Stadtmitte ve.

Yên li A5 tên, ber bi aliyê Westkreuz’dan Stadtmitte/Messe ve.

Yên ji Başûr tên:

Yên li ser A5’ê re tên, ber bi aliyê Westkreuz’dan Stadtmitte/Messe.

Yên li ser A3 tên: ber bi Frankfurter Kreuz’ê ve li ser A5 ber bi aliyê Kassel ve, piştre Westkreuz’ê ber bi aliyê Stadtmitte/Messe. Li ser levhayên otobanan berê festîvalê tê diyarkirin.

Ji bo yên bi Tren ve S-Bahn re bên: li Hauptbahnhof’ê suwarî tramvaya hejmar 17 a ber bi aliyê Rebstockpark’ê ve. Ji ber ku di wê demê de li ser xetê temîrat heye, tramvay wê heta Messe Festhalle biçe, piştî wê bi otobusan ber bi qadê ve biçin.

Otoparkan: Li cihên parkkirinê yên ku me ji bo festîvalê kirê girtine, wê wesayît bên parkkirin. Lewma divê her kes li hişyariyên wezîfedarê me yê ji trafîka qada parkê berpirsyar, baldar be.

Materyalên ji bo şewitandinê û yên birîndarkirinê, dê neyên girtina hundir. Çanteyên piştê, bavul û parfum dê neyên girtina qadê. Lewma divê kel û pelên ku me diyar kirine, li wesayît yan jî otobusan bên hiştin.”