Rûniştina rojnamevanê ku wêneyê notirvanî girtî hate taloqkirin

Rûniştina Rojnamevan Abdullah Kaya hate taloqkirin ku Kaya li navçeya Giyadîn a Agirêyê dema ku hilbijartinên 14 Gulanê dişopand, wêneyekî notirvanê ku bi çeka kanasê disekinî, girtîbû.

Yekem rûniştina rojnamevan Abdullah Kaya hate dîtin ku Abdullah Kaya di hilbijartinên giştî yên 14 Gulana 2023’yan de wêneyekî notirvanekî ku bi çeka kanasê li ser sindoqan digeriya, girtibû.

Kaya di îfadeya xwe ya dadgehê de got: ‘’ Ez rojnamevan im û karê xwe dikim.  Rojnamevan dikarin wêneyên rewşên dijqanûnî bigirin û têkildarî vê yekê nûçeyan amade bikin. Ji ber wê yekê ez tehliyeya xwe dixwazim.’’

Dadgehê biryar da ku rûniştin were taloqkirin û di 21’ê Sibata 2025’an de were dîtin.