BI DÎMEN

HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Azad û Harûn wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn."

ŞEHÎDÊN ZAPÊ

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Milîtanên fedaî yên partiya me PKK'ê hevrêyên me Azad û Harûn 7-8'ê Tebaxa 2024'an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşên dijmin de şehîd bûn.

Milîtanê Apoyî yê hêja hevrêyê me Azad ku li nava xelkê me yê welatparêz ê Efrînê mezin bû, di gerîlatiya xwe de bi fedakarî û dilsoziya bi nirxên azadiyê li pêşberî gelê me xwe berpirsyar dît û bênavber têkoşiya. Li her qada têkoşînê bi kesayetiya xwe ya şoreşger xeta jiyana azad parast û wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bi cih anî.

Hevrêyê me Harûn ku ji navçeya Gimgim a Mûşê ku yek ji navendên destpêkê yên civakîbûna têkoşîna me ya azadiyê ye berê xwe da çiyayên azad, tevlî nava têkoşîna hebûnê ya gelê me bû, kelecana roja destpêkê ya li nava refên gerîla di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de dewam kir û tevlîbûneke bênavber pêk anî. Li gelek qadên têkoşînê wezîfe kir, wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bêkêmasî bi cih anî; bi kesayetiya xwe ya durust, ji dil û têgihiştî têkoşiya û li nava hemû hevrêyên xwe bû cihê hurmetê.

Hevrêyên me Azad û Harûn ku bêteredût tevlî nava têkoşînê bûn, bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî û hevrêtiya xwe ya xurt navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin. Bîranînên wan ên hêja wê di nava têkoşîna me de timî bêne jiyîn. Em soz didin ku tola hevrêyên xwe Azad û Harûn û di şexsê wan de tola hemû şehîdên xwe hilînin û meşa xwe ya Rêberê Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin.

Li ser vê bingehê bila serê malbatên hêja yên hevrêyên me Azad û Harûn û tevahiya gelê Kurdistanê sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Azad Efrîn
Nav paşnav: Rizgar Elî Hisên
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Emîne-Elî
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tebaxa 2024 / Zap

Nasnav: Harûn Mîra
Nav paşnav: Rojhat Şahîn
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Gulbahar-Abdulbakî
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tebaxa 2024 / Zap

AZAD EFRÎN

Hevrêyê me Azad li bajarê Efrînê ku bi hezaran ewladên xwe da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û mînaka welatparêziya xurt e, ji dayik bû. Hevrêyê me li nava derdoreke welatparêz mezin bû ku gelek tevlîbûn li nava têkoşîna azadiyê kir, weke kesekî dilsozê nirx û kevneşopiyên xwe mezin bû. Firsend dît ku partiya me PKK'ê zû nas bike û sempartiya wî ji bo tevgera me çêbû. Ji ber hin sedeman beşek ji zarokatiya xwe li bajarê Helebê derbas kir, li dibistanên sîstemê rastiya dijmin hîn baş fêhm kir. Ji ber pirsgirêkên di zimanê dayikê de li hemberî sîstemê timî bi hêrs bû. Piştî ku mezin bû ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike li derzîxaneyê dest bi kar kir, bi sebir û kedeke mezin xebitî û bû xwedî karakterekî kedkar. Hevrêyê me Azad ku bi vî aliyê xwe dihate naskirin û li derdorê dihate hezkirin, kesayetiya xwe ya têgihiştî timî parast. Şerê li Kurdistanê û çîrokên lehengiyê yên ku lê guhdarî kir, bûn wesîle ku bikevin nava lêgerînê. Jiyana ku sîstemê li ciwanên Kurd ferz dikir qebûl nekir, kete nava lêpirsîneke kûr û her roj hîn bêhtir xwe nêzî tevgera me kir. Ji têkoşîna şehîdên me hêz wergirt ku tovên azadiyê yên ku Rêberê me li Rojava reşand bi kedeke mezin şîn kirin. Hevrêyê me ku lêgerîna azadiyê ya di dilê wî de mîna volkanekê bû, di her kêliyê de kete nava lêpirsînê, di dema çirûskên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de firsend dît ku tevgera me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Di demekê de ku şerê li Bakurê Kurdistanê li parçeyên din ên Kurdistanê jî deng vedida, biryara tevlîbûnê da û gihîşt wê baweriyê ku dem hatiye berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne.

Hevrêyê me Azad di sala 2011'an de tevlî nava refên şoreşê bû, bi dersên li perwerdeyên şervanên nû derfet dît ku xwe û rastiya sîstemê hîn baştir fêhm bike. Bi bandora têkiliyên hevrêtiyê yên li nava partiya me û jiyana komunal, ji dil û bi xurtî tevlî jiyanê û perwerdeyê bû. Bi kûrbûna li perwerdeyê xwest taybetmendiyên modernîteya kapîtalîst ên di kesayetiya xwe de ji holê rake. Bi taybetî bi dersên dîrokê tevgera me û bûyerên bi serê gelê me de hatin baştir fêhm kir û bi biryardariyeke mezin kete nava lêgerîna heqîqetê. Piştî ku perwerdeya şervanên nû qedand tevlî karên partiyê bû.

Di pêvajoyekê de ku êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê zêde bûn û li nava gelên Rojhilata Navîn bêhêvîtiyeke mezin hebû, şerê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yê bi rengê fedaî ku bû hêvî ji gelên bindest re, hêzeke mezin da hevrêyê me Azad, daxwaza wî ya têkoşînê hîn mezin kir. Bûyek ji wan gerîlayan ku tevlî nava Berxwedana Kobanê ya Dîrokî bû, wezîfeyên dîrokî bi rengekî hêja bi cih anî û nîşanî tevahiya cîhanê da ku îradeya Apoyî têk naçe. Hevrêyê me di Berxwedana Kobanê ya Dîrokî de ji aliyê leşkerî ve şareza bû, bi şervaniya xwe ya wêrek di nava hevrêyên xwe de bû cihê hurmetê û her tim li eniyên pêş cih girt. Di pêvajoya şer de birîndar bû, lê belê ti carî qebûl nekir ku ji şer dûr bikeve. Di demeke kurt de piştî ku tedawiya xwe qedand careke din li refên têkoşînê vegeriya. Di pêvajoya Berxwedana KObanê de fermandarê mezin Gelhat Gabar-Ercan Kaya nas kir û şehadeta hevrê Gelhat Gabar ji xwe re kir hinceta mezinkirina şer, bi vî rengî bi biryardarî meşa xwe dewam kir. Piştî serketina li Kobanê bêteredût tevlî pêngavên li dijî DAÎŞ'ê bû û wezîfeyên xwe bi cih anî. Li ku derê êrîş li ser gelê me û destketiyên tevgera me hebûya li wê derê, li refên herî pêş bû û bû milîtanekî mînak. Sê xwişk-birayên hevrêyê me Azad bi bandora ji sekna wî ya şoreşgerî tevlî nava karên Şoreşa Azadiyê ya Rojava bûn û wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih anîn. Hevrêyê me Azad li qada ku lê ma hem ji perwerdeyên leşkerî hem jî ji perwerdeya îdeolojîk derbas bû, her roj hîn bêhtir gihîşt wê astê ku berpirsyariyên hîn mezin bi cih bîne. Li ser materyalên partiyê xwe kûr kir û xwest bersivê bide pêvajoyê. Hevrêyê me ku haya xwe ji berpirsyariyên xwe hebû, bi cidiyeteke mezin nêzî her karî bû.

Li dijî konsepta êrîşê ya dewleta Tirk a dagirker ku li ser Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, vê carê berê xwe da çiyayên azad, warê pîroz ê gerîlayan. Di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû û tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Pêşniyar kir ku derbasî herêma Zapê bibe ku şer lê giran bû. Hevrêyê me derbasî Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû, tevlî çalakiyên serketî yên li dijî dijmin bû. Bi rengekî fedaî şer kir û bû yek ji wan şehîdên me ku navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrêyê me Azad 7'ê Tebaxa 2024'an di şerê li dijî dijmin de bi rengekî fedaî şer kir û tevlî nava karwanê şehîdan bû. Em soza xwe dubare dikin ku mîrateya têkoşînê ya hevrêyê xwe Azad ku şervanekî wêrek bû bi serketinê tacîdar bikin û careke din şehîdên xwe hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin.

HARÛN MÎRA

Hevrêyê me Harûn li navçeya Gimgim a Mûşê li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Dimilî ji dayik bû. Ji ber dilsoziya malbata wî ya bi çand, ziman û kevneşopiya Kurd re, hevrêyê me Harûn û bi dilsoziya bi cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me 8 salan li dibistanên sîstemê xwend, ji ber nakokiyên di mijara zimanê dayikê de jiya, kete nava lêpirsînê. Li hemberî dibistanên dewleta netewe ku hêlîna asîmîlasyonê ye, helwest nîşan da. Ji bo alîkariya aborî li malbata xwe bike şivantî kir, di vê demê de kêfxweş bû ku bi xwezayê re di nava hev de bû. Hevrêyê me Harûn ku xwedî kesayetiyekî sade û kedkar bû, berpirsyariyên xwe yên li pêşberî malbata xwe bi cih anî û bû xwedî cihekî hurmet. Dema ku şivantî dikir dixwest gerîla bibîne û bi vê hêviyê her roj karê xwe kir. Bi çîrokên lehengiyê yên têkildarî gerîla, her tim dixwest bibe gerîla. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, ji bo xwedî li nasname û çanda xwe derkeve, kete nava hewldan û kûrbûnê. Li hemberî polîtîkayên înkar û qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker li gelê me ferz dike, weke ciwanekî Kurd lêgerînên xwe xurt kir û xwest partiya me PKK'ê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Bi taybetî di dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava de piştî nîşandana berxwedana destanî gihîşt wê baweriyê ku divê ji sîstemê qut bibe. Li pêşberî berxwedana destanî û şehadetên li nava têkoşîna me ya azadiyê hevrêyê me Harûn ji aliyê wijdanî ve zehmetî kişand û weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Harûn sala 2015'an di ser Bakurê Kurdistanê re beşdarî nava refên grîla bû û demekê li Bakur ma, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me ku ne xerîbê jiyana li çiyê bû, di demeke kurt de hînî jiyana komunal a gerîla bû. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi coş û moral a li perwerdeya şervanên nû, li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Bi dersên îdeolojîk û leşkerî yên li perwerdeyê kete nava lêpirsînên kûr û xwe ji şert û mercên giran re amade kir. Hevrêyê me Harûn piştî ku perwerdeya şervanên nû bi rengekî serketî qedand, derbasî qada pratîkê bû. Bi fedakarî û daxwaza xwe ya hînbûnê dihate naskirin û di demeke gelekî kurt de bû xwedî tecrûbe. Li dijî konsepta êrîşê ya dewleta Tirk a dagirker û mêtinger ku ji bo pêkanîna 'Plana têkbirinê' xist meriyetê, weke her gerîlayekî û şervanekî azadiyê yê pispor xwest bersivê bide pêvajoyê. Ji bo karibe di şer de wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi rengekî hêja bi cih bîne, kete nava kûrbûnên mezin. Weke parêzvanekî xurt ê Rêberê me û xeta me ya Partiyê ku bi keda şehîdên leheng hate afirandin, derbasî qadên nû yên têkoşînê bû. Her wezîfe bi hewldana ku hêjayî şehîdan be, bi cih anî û bû milîtanekî mînak. Di operasyonên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, weke şopdarê hevrêyên ku bi lehengî li ber xwe dan û rê nedan dagirkeriyê, ji bo karibe tevlî qada şer bibe pêşniyar kir. Xwest tevlî vê pêvajoya dîrokî bibe ku dijmin li gel teknîk, çekên qedexekirî û gazên kîmyewî li hemberî îradeya Apoyî xitimî ye. Hevrêyê me Harûn ku haya xwe ji mîsyona xwe ya dîrokî hebû derbasî herêma Zapê bû, xwe ji bo wezîfeyên herî zehmet pêşniyar kir û li gorî ruhê demê tevgeriya. Hevrêyê me ji bo barê hevrêyên me yên li tunelên şer sivik bike, ku bi taktîkên gerîla yên dema nû destan diafirandin, ji bo karibe derbên giran li dijmin bisxe her roj hîn bêhtir kûr dibû. Hevrêyê me Harûn weke milîtanekî fedaî yê Apoyî bênavber têkoşiya û bû milîtanekî mînak.

Hevrêyê me Harûn ku bi samîmî, durustî û hevrêtiya xwe ya xurt dihate naskirin 8'ê Tebaxa 2024'an de li herêma Zapê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me mîrateyeke têkoşînê ya dewlemend li pey xwe hişt. Em soza xwe dubare dikin ku armancên hevrêyê xwe yê hêja bi cih bînin û bîranîna şehîdên xwe li Kurdistana azad bidin jiyîn."