TJK-E'yê ji bo festîvalê banga seferberiyê kir

TJK-E'yê ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn banga seferberiyê kir û got, "Ji bo azadiya Rêber Apo em tevlî festîvalê bibin."

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) têkildarî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn wê di 21'ê Îlonê de li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bê lidarxistin. Di serî de Elmanya ku wê malovaniyê ji festîvalê re bike ji Bakurê Fransa, Awûstûrya, Swîsre, Îngilistan, Hollanda û Belçîkayê wê Kurdistanî û dostên wan tevlî festîvalê bibin."

'EM Ê JIYANEKE BÊ RÊBERTÎ TI CARÎ QEBÛL NEKIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser nasname û hebûna gelê Kurd ji xwe re hinceta şer afirandiye, bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hewl dide gelekî teslîm bigire.

Di daxuıyaniyê de fikar û gumanên gelê Kurd û dostan ên li ser jiyan û tenduristiya Abdullah Ocalan hatin bibîrxistin û hate gotin, "Erdogan ê faşîst û hevalbendên wî ku li Zap, Metîna û Avaşînê derbên giran dixwin û ji aliyê leşkerî ve têk çûne, jê heye ku bi van polîtîkayan wê karibe meşa azadiyê ya gelê Kurd bisekinînin. Gelê Kurd her carê diyar kir ku wê jiyaneke bê Rêbertî qebûl neke û bi berxwedana li dijî polîtîkaya tecrîdê bersiva vê yekê da.

Pêngava Rêbertî ku 10'ê Cotmehê ji aliyê dostan ve hate destpêkirin mezin dibe û ji derdorên demokratîk, akademîsyen, saziyên civakî yên sivîl, sendîka û kesayetên xelata Nobelê wergirtine piştgiriyê werdigire. Felsefeya Rêbertî di zanistên civakî û siyasî de ji bo civakan bûye hêvî. Ji ber vê jî hêzên navneteweyî avakirina sîstema nû red dikin û bi tecrîdkirina Rêber Apo re nirxên hiqûqî yên gerdûnî binpê dikin."

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK'ê û Barzanî ya bi dagirkeran re hate bibîrxistin û hate gotin, "Di demeke bi vî rengî de Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn tê lidarxistin. Gelê me wê li dijî qirkirina dîrokî, çandî û fîzîkî nirxên xwe yên neteweyî û çandî bi coşa bi deh hezaran kesî bigihîne qadan. Ji hemû welat û bajarên Ewropayê jin, ciwan, Kurdistanî û dostên wan di vê şahiya çandî de wê refleksa neteweyî û siyasî nîşan bidin."

Di dawiya daxuyaniyê de di serî de jin û ciwan bang li gel hate kirin ku ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn bi ruhê seferberiyê tevbigerin, tevlî bibin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin ziman.