Teqîna cîhazên bangê yên Hîzbûllahê: 12 mirî, Rûsya û Îranê şermezar kirin

Hejmara kesên ku di êrîşa li ser cîhazên bangê yên Hîzbûllahê de jiyana xwe ji dest dan bû 12 kes. Rûsya û Îranê Îsraîl şermezar kirin ku ji êrîşa sîber berpirsyar tê nîşandan.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaharova li ser Telegrafmê daxuyaniyek da û diyar kir ku têkildarî teqandina komî ya cîhazên bangê yên li Lubnanê pêwîstî bi 'lêpirsîn û baldariya navneteweyî' heye. Zaharova banga 'xwînsariyê' kir û êrîş şermezar kir.

Serokkomariya Îranê jî teqandina cîhazên bangê weke 'komkujî' pênase kir.

Heta niha kesî bi rengekî fermî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye, lê belê li gorî gelek çavkaniyan li pişt êrîşa sîber Îsraîl heye.

12 KES MIRIN, 2800 KES BIRÎNDAR BÛN

Di êrîşê de ku Hîzbûllah Îsraîlê sûcdar dike, li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku nêzî 3 hezar kes jî birîndar bûn.

Hîzbûllahê soza 'cezakirina' Îsraîlê da û ragihand ku kurê yek ji parlamenterên wan miriye.

Li gorî New York Timesê, çavekî Sefîrê Bilind ê Lubnanê yê Îranê Muctaba Amani kor bû û çavê wî yê din jî bi rengekî cidî birîndar bû. Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî nêzî Hîzbûllahê, kurên rayedarekî ewlekariyê yê Hîzbûllahê yê payebilind jî birîndar bûye.

KOMA TAYWANÎ DEREWAND

Koma Taywanî nûçeyên li New York Timesê derewand ku îdîa kiribûn cîhazên bangê yên AR924 hilberandiye û firotiye Hîzbûllahê.

Koma Gold Apollo ya Taywandî diyar kir ku cîhaza bangê ya Hîzbûllahê ya bi marka wan, ji aliyê şirîkê wan ê Macar BAC ve hatine hilberandin û firotin.