Îranê 5 Kurd binçav kirin

Dewleta Îranê li Sine û Dîwandere 5 Kurd binçav kirin û heta niha jî çarenûsa wan nediyare.

Li gor agahiyên di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, roja 10’ê Îlonê li Sine hêzên dewleta Îranê welatiyê bi navê Aram Sadiqî li ber derê dikana wî binçav kirine û veguhestine navenda leşkerî ya Şehramfer a li Sineyê.

Li gor heman agahiyan, li Dîwandere jî hêzên dewleta Îranê 4 welatiyên Kurd ên bi navên Selah Fethî, Amanc Ehmedî, Manî Mihemedî û Poya hatine binçavkirin.

Hat gotin ku heta niha jî çarenûsa her pênc kesên hatine binçavkirin nediyare.