BI DÎMEN

Divê gelê Kurd li hemberî êrîşên dagirkeriyê bêdeng nemîne

Hunermend Xelîl Xemgîn bi navê Înîsiyatîfa Hunermendên Kurd daxuyaniyek da û bang li gelê Kurd bi taybetî jî xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.

NERAZÎBÛNA LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Înîsiyatîfa Hunermendêwn Kurd li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê têne kirin, daxuyaniyek da. Hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn bi navê înîsiyatîfê daxuyanî da û bang li gelê Kurd bi taybetî jî xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî êrîşan helwestê nîşan bide.

Xelîl Xemgîn anî ziman ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ya leşkerî, siyasî, dîplomasiyê û di heman demê de bi hevkarên xwe li gel rejîmên Iraq, Îran û Sûriyeyê li ser bingeha konsepta tinekirinê ya li dijî gelê Kurdistanê êrîşên xwe dewam dike û got, "Weke hunermendên Kurd em bang li gelê xwe yê welatparêz, gelê xwe yê Kurd û dostan dikin; rojeva sereke ya gelê me tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Sedema hemû pirsgirêk, şer û krîzan tecrîd e. Ji ber pirsgirêkên şer û tecrîdê li her devera Kurdistanê êrîşên qirkirinê li gelê Kurd têne kirin. Bi taybetî dewleta Tirk li her deverê vî şerî dewam dike. Em vê tecrîda li ser Rêberê xwe ti carî qebûl nakin û weke hunermendên Kurd bi kar û çalakiyên xwe em ê piştgiriyê bidin pêngava dostên gelê Kurd ku ji bo bidawîkirina tecrîdê dane destpêkirin. daxuyanî û şermezarkirin têra şikandina tecrîdê nakin, li her qadê divê hunermendên gelê Kurd tevlî pêngavê bibin.

Dewleta Tirk îro bi hemû hêza xwe ya siyasî, leşkerî û dîplomasiyê, di heman demê de bi hevkarên xwe bi rejîmên Iraq, Îran û Sûriyeyê li ser bingeha konsepta tinekirina gelê Kurdistanê êrîşên xwe dewam dike. Van hemûyan jî li pêş çavên cîhanê dike, lê belê deng ji kesî dernakeve. Dema ku gelê Kurd tê qetilkirin deng ji kesî dernakeve. Weke hunermendên Kurd em bang li gelê xwe bi taybetî jî xelkê xwe yê Başûr dikin; bila hunermendên me, rewşenbîrên me, Pêşmergeyên Kurd bi vê zanibin; ji ber hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re dewleta Tirk wê ji Başûr dernekeve, armanca wan xwe gihandina Kerkûk û Mûsilê ye. Cîhan tev bi vê zane, gelo PDK pê nizane? Li Rojava, li Bakur her roj kuştinên li dijî mirovahiyê têne kirin, zarok jî têne qetilkirin. Ji bo tinekirina gelê Kurd eniya xiyanetê ketiye dewrê. Xelkê me yê Başûr; Kurdîtî, netewebûn û Kurdistana me li ku maye? Dewleta Tirk ji ti cihî dernakeve, dernakeve, dernakeve. Bila her kes bi vê zanibe."

EV ŞER WÊ WE HEMÛYAN BIŞEWITÎNE

Xelîl Xemgîn destnîşan kir ku dewleta Tirk ku berê Qibris dagir kir û careke din jê derneket, wê ji xaka Başûr jî dernekeve û got, "Yên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin, yên ku didin pêşiya vê dagirkeriyê, xiyanetkar in. Her roj mirovên me têne qetilkirin. Baranî niha piştgiriyê dide dewleta Tirk. Ev şer wê we hemûyan bişewitîne. Weke hunermend em bang li rewşenbîr, hunermend û her kesên ji xwe re dibêje Kurd e dikin; tenê bi şermezarkirinê nabe, ev mesele ne meseleya partiyekê bi tenê ye. Hûn zanin bê çima yekîtiya neteweyî pêk nayê, kî heta niha bûye asteng? Yekîtî tê wateya rabûna li ber dagirkeriyê. Ji niha ve destûr nayê dayin ku mirov biçin gundên xwe, gund têne bombekirin. Mirovên sivîl têne kuştin, zarok têne kuştin û her kes li hemberî vê xwe bêdeng dike.

Hûn çima bêdeng dimînin? Divê kes bêdeng nemîne, ev welat welatê me ye, ti tiştekî dewleta Tirk li wir nîne. Kurdên li wê derê xwişk û birayên me ne, ew der welatê Kurdan e. Em Kurd yek in. Dewleta Tirk dixwaze ji vî şerê li Kurdistanê encamê bi dest bixe. Lê belê em di wê baweriyê de ne ku dewleta Tirk a ku li herêmê xwedî artêşa herî xurt e çawa ku 40 salan nekarî bi ser bikeve, ji niha û pê ve jî wê nikaribe bi ser bikeve. Şoreşa Kurdistanê her ku dijmin êrîş dike wê hîn mezin bibe. Em silav û hurmetên xwe pêşkêşî her kesî dikin. Serketin wê ya gelê Kurd be, em yekîtiya xwe xurt bikin, weke hunermend bendewariya me ji gelê me ev e. Bi taybetî xelkê Başûr divê li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne."