Formûlasyonên teorîk yên nû yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ya Pergala Şaristaniya Demokratîk ya li dijî Pergala Şaristaniya Dewletparêz pêş xistiye û girêdayî vê yekê paradîgmaya wî ya ‘civaka demokratîk ya ekolojîk û azadiya jinan esas digire, li seranserê cîhanê zêdetir belav dibe, rê li ber ronakbûnê vedike û hêviya jiyana azad û rizgariyê diafirîne.
Bo mînak, jinên ku ji serweriya mêran, zext û destdirêjiyê bêzar bûne, bi Jineolojiyê ronîdar dibin û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hembêz dikin û ji bo Şoreşa Azadiya Jinan dest bi têkoşînê dikin. Gel û çandên ku di bin asîmîlasyon, qirkirin, zext û zilma faşîzma netewe-dewleta yekparêz de dijin, bi teoriya ‘Neteweya Demokratîk’ ronîdar dibin û dest bi têkoşîna Konfederalîzma Demokratîk ya xwe dispêre Xweseriya Demokratîk dikin. Rewşenbîrên ku ji curederew û deq û dolabên lîberalîzma modernîteya demokratîk bêzar bûne, bi Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk ronîdar dibin û li hemberî her cure neteweperestî, olparêzî, zayendparêzî û zanyariya pozîtîf dest b têkoşînê dikin. Karker û kedkarên ku êdî nikarin di bin îstîsmar û zexta giran a kapîtalîzma çavbirçî de jiyana xwe bidomînin, bi feraseta ‘Civaka Exlaqî û Polîtîk’ ronîdar dibin û ji bo rizgarbûna xwe berê xwe didin têkoşîna ji bo sosyalîzma demokratîk. Hemû însanên ku ji ber qirkirina xwezayê ya endustrîyalîzmê nikarin bijîn jî ji bo ‘Civakeke Ekolojîk’ ava bikin, birêxistinbûn û çalakiyan pêş dixin.
Bi kurtasî hemû kesên bindest û gelên ku Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk ya Rêber Apo nas dikin, di fikr û projeyên çareseriyê yên Rêber Apo de rêya rizgarbûna xwe dibînin. Çimkî fikr û projeyên çareseriyê yên navborî rêyên çareseriyê yên hemû pirsgirêkên civakî yên ku ji aliyê pergala dewlet û destilatdariya pênc hezar salî, derketine holê, pêşniyar dike. Bi qasî ku ev rewş ji bo hemû bindestan ronîker e, di heman demê de jî hêvîbexş e. Di nava însanan de coş û kelecaneke mezin ava dike û rê li ber hêviyên nipûnû vedike. Bi vî awayî Rêber Apo ji bo hemû mirovahiya bindest dibe hêviya rizgarbûnê.
Bê guman ev rewş ji aliyên gelê Kurd û jinên Kurd ve di jortirîn astê de tê jiyîn. Ji bilî çend hevkar û îxanetkaran hemû Kurd, ev demeke dirêj e, xwe gihandine feraseta vê rastiyê û li dora Rêber Apo kom bûne û xwe li ser Xeta Apoyî pêş dixin û watedartirîn têkoşîna azadiyê dimeşînin. Tu caran ji bîr nakin ku Rêber Apo ji wan rastiya hêviya azadî û hebûnê ye û hebûn û azadiya xwe bi hebûn û azadiya Rêber Apo ve girê didin.
Bêguman fikr û projeyên çaresriyê yên Rêber Apo di serî de gelê Kurd ji bo civaka Tirkiyeyê dibe hêviya rizgarbûnê. Li hemberî felaketa faşîzma AKP-MHP’ê ya ku di pozîsyona ajanên pergala modernîteya demokratîk de ne, nûnertiya rastiya hêviya rizgarbûna civak û welatê Tirkiyeyê , projeya ‘demokratîkbûna Tirkiyeyê’ ya Rêber Apo ya xwe dispêre azadiya Kurdan, dike. Her ku wext derbas dibe, her kêsên ku dikarin hinekî jî be bifikirin, dizanin ku rizgarbûna ji felaketa faşîzma AKP-MHP’ê ya girêdayî ‘dijmintiya gelê Kurd’ pêş xistine, girêdayî projeya Rêber Apo ya ‘Tirkiyeya Demokratîk ya xwe dispêre azadiya Kurdan’ ye. Bi vî awayî rastiya Rêber Apo ne yek ji hêviyên civaka Tirkiyeyê ye, bûye tekane hêvî.
Her wiha di serî de gelê Kurd, jin û civaka Tirkiyeyê, ji bo hemû beşên bindest mijara ji Rêber Apo re ‘’Mafê Hêviyê’’ ku Rêber Apo ji bo hemû mirovahiyê di pozîsyona ‘’Hêviya Rizgarbûnê’’ de ye, yanî rewşa bidawîbûna muebeta girankirî û bidestxistina azadiya fîzîkî îro bi awayekî cidî ji aliyê gelek derdoran ve tê nîqaşkirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî ev niqaş kirin rojeva civînên xwe yên di 17-18’ê Îlonê de. Ya rastî piştî deh salan dixwazin biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî vê mijarê di sala 2014’an de dayî, nîqaş bikin bê ka dewleta Tirk biryara hatî dayîn disepîne yan na.
Divê nakokiya di navberê de baş were dîtin. Aliyek, yanî rastiya Rêber Apo ku ji hemû mirovahiyê re rêya rizgarbûn û jiyana azad nîşan dide û ji bo her kesî dibe hêviya jiyanê û mafê jiyanê dide. Her wiha aliyek jî yanî rastiya cihana serwer a îroyîn, ji bo jiyana Rêber Apo nîqaşan dikin bê ka ji bo Rêber Apo ‘’Mafê Hêviyê’’ heye yan na. Em dikarin bibêjin ku jixwe cîhana serwer zalim, zextker û talanker e û li hemberî Rêber Apo dijmin e ku ev 26 sal in Rêber Apo di bin pergala Îmraliyê ya tecrîd, qirkirin û êşkenceyê de digirin û ji ber vê yekê jî normal e ku nîqaşeke bi vî rengî dikin! Yanî jixwe rastiya wan bi vî rengî ye. Helbet ev rewş rastiyek e. Baş e li hemberî vê rewşê helwesta hêz, hemû beşên bindest û gelan ya li hemberî Rêber Apo ku ev 26 sal in di nava pergala qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de ji bo azadî û rizgarbûna wan têdikoşe, çawa ye? Helbet pirsa ku divê were fêmkirin û girîngî pê were dayîn ev e. Ji bo me ya girîng jî bersiva vê pirsê ye.
Me di destpêkê de anî ziman ku têkildarî vê mijarê geşadaneke girîng rû daye û her kesên ku fikrên Apo nas kirine, ronîdar bûne û xwedî li van fikran derdikevin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber xwe didin. Lê belê wisa dixuye ku ev yek yanî geşadanên têkildarî vê yekê hê jî gelekî kêm in. Yanî li gorî ya hewce di asteke pir kêm de ne. Helwest û nîqaşa cihana serwer ya ku derhiqûqî jî ji ber vê kêmasiyê ye. Wê demê erka esas û yekem, derbaskirina vê kêmasiyê û di nava hemû gel û bindestên cîhanê de belavkirina fikr û projeyên çareseriyê yên Rêber Apo ne.
Gelo wê ji nirxandinên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropaym encameke girîng derkeve? Belkî jî divê mirov di vê mijarê de zêde bi hêvî û bendewar bene. Jixwe ger tişteke rast kiriba, biryara AIHM’ê ya di sala 2014’an de dayî, deh salan nedisekinandin. Bêhiqûqiya eşkere ya li Îmraliyê ez qasî zêde piştguh nedikirin. Wê ji zû de midaxile li rewşa agahînestandinê ku ev 42 meh in berdewam dike, bikirana û rewşa heyî biguherandana. Lewra pergala Îmraliyê di bin kontrola vê Komîteyê de bû û hêza rêveber a berpirsiyar ya esas ev Komîte bû.
Ji ber vê yekê hêvî û bendewariyên zêde bê wate ne. Her wiha ji pergala ku berê cîhan û mirovahiyê dide felaketê jî tişteke cudatir nayê hêvîkirin. Em li bûyerên ku her roj li derdora me rû didin binêrin; ma ne eşkere ye ku jinavçûneke civakî ya zêde rû dide? Ma sepanên şerê taybet ên ji aliyê gladîoyên sûper ve tên pêşxistin, di serî de zarok, ciwan û jin êrîşeke dijwar nabe ser civakê? Ma li her derê her tim avaniya civakê ya exlaqî û polîtîk tune nake? Bo nimûne em dikarin qetilkirina Narîn Guran a 8 salî nîşan bidin. Rêveberiya AKP-MHP’ê ya îdîa dikin ku di ‘’nêçîra PKK’ê’’ de xwe gelekî pêş xistiye, qaşo ev mehek e hewl dide ku qetilkirina navborî eşkere bike, lê belê her ji ber çi be nikare eşekere bike bê ka zarokeke 8 salî çawa û ji ber çi hatiye qetilkirin! Bêguman mijar ne ew e ku nikare eşkere bike. Rastî ew e ku hewl didin cinayeta ku di bin kontrola wan de hatî kirin, veşêrin. Ma wê sûcê zarokeke 8 salî çi be ku bi awayeke hovane were qetilkirin! Xuya ye ji ber berjewendiyên xwe zaroka 8 salî qetil kirine û hewl didin ku vê rewşa xwe ya qirêj ji raya giştî veşêrin.
Lê belê ji ber ku rastiya cihana serwer wisa ye nabe ku em bêhêvî û reşbîn bin. Berovajî wê divê em zêdetir bi ser vê jiyan û rêveberiya bêexlaq de biçin û ji bo zêdetir eşkerekirina rastiyan û guherandina vê pergala jinavçûyî zêdetir li ber xwe bidin. Heman rewş ji bo nirxandin û biryara Komîteya Wezîyan a Konseya Ewropayê jî derbasdar e. Divê em li hemberî biryarên nerînê bêhêvî nebin û berovajî wê xwe zêdetir birêxistin bikin û ji bo mezintirkirina Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hedef dike, têkoşînê pêş bixin û çalakiyan derbasî hemû qadan bikin. Divê neyê jibîrkirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kui gotiye; ‘’Hêvî ji serkeftinê bi qîmettir e’’ têkoşîn tê meşandin. Wê demê divê em her tim bi hêvî bin.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka