Li çar bajaran serdegirtin: Herî kêm 19 kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk serê sibehê li çar bajaran avêtin ser malan, herî kêm 19 kes binçav kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hatiye destpêkirin, vê sibehê li Îzmîr, Antalya, Kocaelî û Konyayê 19 welatî hatin binçavkirin. Li Îzmîrê Akademîsyenê Aştiyê Dr. Mehmet Zencîr, Dr. Vedîa Yeşîm Bayanoglû, Serhat Oznûr, Sevîm Bakir û Îbrahîm hatine binçavkirin.

Hat zanîn ku Dr. Mehmet Zencîr ji ber axaftinek xwe ya di konferansek li Amedê de, Dr. Vedîa Yeşîm Bayanoglû jî bi sûcdariya “propaganda rêxistinê kiriye” hatine binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyên din nehat hînbûn.

Binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.