Welatparêzê Kurd Îsmet Tîmurturkan jiyana xwe ji dest da

Welatparêzê Kurdistanî Îsmet Tîmurturkan ê li Elmanyayê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.

Îsmet Tîmurturkan ê 19 salin li Elmanyayê li sirgûnê dijî, li Elmanyayê li nexweşxaneya ku tedawî lê didît jiyana xwe ji dest da.

Îsmet Tîmurturkan sala 1971’an li Riha-Pirsûsê ji dayik bû. Di sala 2006’an de ji ber zextên dewleta Tirk a faşîst, li Qibrisê daxwaza îltîcayê kir.

Bavê heft zarokan Tîmurturkan ê welatparêz, salên dirêj bi nexweşiya penceşêrê re têkoşiya, li gelek welatên Ewropayê tedawî dît. Tîmurturkan tevî nexweşiya xwe jî têkoşîna xwe ya siyasî domand.

Beriya du salan di kampanyaya îmzeyan a ku li seranserî Ewropayê ji bo derxistina PKK’ê ya ji lîsteyên qedexe hatibû destpêkirin, bi tena serê xwe 22 hezar îmze kom kiribûn.

GOTIBÛ, ‘DIVÊ EM BERXWEDANA GERÎLA MEZIN BIKIN’

Tîmurturkan di 11’ê Hezîrana 2022’yan de ji ajansa me re axivîbû û wiha gotibû: “Em deyndarê Tevgera Azadiyê ne. Yekane hêza ku Kurdistanê diparêze, PKK e. Îro li çiyayên Kurdistanê zarokên Kurdistanê ji bo me şev û roj, bi rengekî bêxew, birçî û têhn şer dikin. Mezinkirina berxwedana gerîla, divê bibe wezîfeya me hemûyan.”

Cenazeyê Îsmet Tîmurturkan wê 18’ê Îlonê roja Çarşemê ji Elmanyayê ber bi warê wî Pirsûsê ve bê şandin.