Rêveberiya Xweser, bang li Şamê kir ku dev ji demagojî û fitneyan berde

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên hikûmeta Şamê ku Rêveberiya Xweser tawanbar dike da û xwest ku dev ji demagojî û fitneyan berde.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî daxuyaniya wezareta karên derve ya hikûmeta Şamê ku Rêveberiya Xweser bi êrîşên li ser Dêrazor tawanbar kiribû, daxuyaniyek da.

Daîreya Têkiliyên Derve daxuyaniyên hikûmeta Şamê yên  QSD’ê bi êrîşên li ser Dêrazorê bawanbar dike wekî "Dûrketineke nû ya ji rastiyan" bi nav kir û wiha domand: "Wezareta Karên Derve ya hikûmeta Şamê wekî her carê bi zimanekî dijminahî diaxive. Tevahî gelê Sûriyeyê vî zimanê dizane. Di daxuyaniya xwe de qala ajantiya ji hêzên navneteweyî re dike û QSD’ê bi pêkanîna êrîşan li ser Dêrazorê tawanbar dike. Hikûmeta Şamê rastiya bûyerên ku li Dêrazorê rû didin paşguh dike. Ev êrîş ji êrîşên di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê û komên ku desteka xwe jê digirin, dest pê kir."

Daîreya Têkiliyên Derve, destnîşan kir ku hikûmeta Şamê bi vê hişmendiya xwe welat gihandiye rewşa aloz û gendeliyê û daxuyand ku li şûna ku van daxuyaniyên ji rastiyên dûr dabûya, diviyabû behsa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yan li Sûriyeyê û binpêkirina wê ya li serdestiya xaka Sûriyeyê bikira.

Daîreyê, zimanê kîn û xiyanetê red kir û wiha domand: "Vê zîhniyetê li ser gelê Sûriyeyê komkujî pêk anî û hîn jî li ser heman rê ye. Em helwesta gelê Sûriyê yê redkirina fitneya ku ji aliyê Şamê ve tê kirin û piştgiriya wê ya ji hêzên ku parastina wan kirine girîng dibînin.”

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, bang li gelê Sûriyê yên li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de kir ku bi xîtabên dijminane yên rejîmê neyên xapandin û bi awayekî yekgirtî li hemberî şerekî muhtemel bisekinin.

Her wiha bang li berpirsên Wezareta Karên Derve yên hikûmeta Şamê kir ku "Dev ji van gotinên xwe yên demagojîk yên ku wê tu encaman bi dest nexe, berdin."

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, diyaloga navxweyî wekî rêya yekane ya rast a avakirina welatekî demokratîk nirxand û wiha bi dawî kir: "Em her projeyeke fitneyê red dikin û em ê bi yekrêziya pêkhateyên gelê xwe li hember wan bisekinin. Her wiha em her şêweyên sextekirina rastiyan di çarçoveyên bêwate de red dikin.”