Rayedarê DEM Partiyê detayên hevdîtina şandeya Îmraliyê parve kir

Li gorî agahiyên rayedarê DEM Partiyê dayî; Tecrîda li ser Rêber Apo didome, lê Rêber Apo li hemberî hêzên hegemon bi israr hewl dide ku modela jiyana bi hev re ava bike.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji palamenter Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê cara ewil di 28'ê Kanûnê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî. Şandeyê cara duyemîn jî di 22’yê Çileyê de çû Girava Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî.

Şandeyê duh di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya der barê serdanê de gotibû: “Xebatên birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê didomin.”

Rayedarê DEM Partiyê ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) re detayên hevdîtinê parve kir. Li gorî nûçeyê, di hevdîtina duyemîn a Îmraliyê de rayedarek dewletê jî amade bû. Hat diyarkirin ku girtiyên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş  tevlî hevdîtinê nebûne lê bi rêkûpêk bi Rêber Apo re tên ba hev û bi her sê hevalên xwe re dixebite.

TECRÎD

Rayedar diyar kir ku peyama, “Ji bo di çareseriyê de bi awayekî aktîf bi cih were girtin demildest şert û mercên xebatê bên afirandin” ya ku ji roja destpêkê ve di nava raya giştî de tê nîqaşkirin û ji aliyê PKK, KCK’ê û gelê Kurd ve gelek caran hate gotin. Rêber Apo bi rêya Omer Ocalan peyama “Tecrîd didome” bi bîr xist û diyar kir ku Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke mayînde gotiye, “Tişta girîng ne ew e ku ez li ku me, divê şert û mercên ji bo pêşketina pêvajoyê guncav bin.” Rayedar anî ziman ku Rêber Apo careke din anî ziman ku ew ê di bin her şert û mercî de bibin xwedî hêz û vîna çareseriyê. Çareserî û aştiyeke tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nayê nîqaşkirin; Hate diyarkirin ku ji bo Kurd û gelên li çar parçeyên Kurdistanê yên li Îran, Iraq û Sûriyeyê dijîn bigihêjin statuyeke demokratîk bi perspektîfeke berfireh nîqaş tên meşandin.

Rayedar diyar kir ku ji bo afirandina aştiyeke mayînde û çareseriyê jî li ser vê eksê amadekirina zemînê yek ji mijarên ku li ser maseyê tên nîqaşkirin e û got “Nêrîn heye ku divê çarçoveyeke hiqûqî ya demokratîk ku hemû gelên li Tirkiyeyê bên amadekirin ku bikarin bi mafên wekhev û demokratîk bijîn.”

‘ABDULLAH OCALAN ERÊNÎ LI HEVDÎTINAN DINÊRE’

Rayedar diyar kir ku hevdîtinên ku bi partiyan re hatine kirin bi awayekî berfireh ji Rêber Apo re hatiye vegotin û diyar kir ku Abdullah Ocalan bi awayekî erênî li van hevdîtinan dinêre, da zanîn ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê wê van danûstandinan li ser pêşniyarên Abdullah Ocalan ê ku Meclîsê destnîşan dike bidomîn.

Rayedar got, “Birêz Abdullah Ocalan amadekariyên çareseriya civakî dike, ne ji bo çareseriyê di navbera hikûmet û Îmraliyê de. Pêşketin wê bi civakîkirina aştî û çareseriyê pêk were.”

Rayedar diyar kir ku ji bo pêvajoyeke ku li ser vê bingehê bê meşandin “Divê bingeha çareseriyeke qanûnî ku bê avakirin” bê misogerkirin, li benda binegeheke ku bê avakirinin.

XEBATÊN RÊBER APO DIDOMIN

Rayedar diyar kir ku aştî û çareseriya demokratîk ji aliyê çapemeniya serdest ve tenê weke pirsa “PKK wê dest ji çekan berde, bangewezî hat kirin an na”, ev yek nîqaşek teng e û rayedar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hêla dîrokî de, di hevdîtinên nû de Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke bêşîdet û di bingeheke demokratîk de xebatên xwe didomîne.” Rayedar destnîşan kir ku heta ku çavkaniya neçareseriyê û şîdetê neyê çareserkirin dê hêsan nebe û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, pêşiya her tiştî, makeqanûna înkar û pergala nedemokratîk diafirîne ji holê were rakirin.

‘WÊ PÊŞIYA DESTWERDANA HÊZÊN EMPERYALÎST BIGIRE’

Birêz Abdullah Ocalan diyar kir ku ji ber desthilatdarî û statuya giştî ya Sûriyê ne diyar e, divê nekevin rewşên ku Rojava bi taybetî jî gelên din bi tehdîdê re rû bi rû bimînin. Rayedar balê dikişîne ser avakirina çareseriyeke nenavendî û wiha dewam kir, “Di van hevdîtinan de, di xêzkirinê de yekane çareseriya ku hem Tirkiye, hem Sûriye, hem Iraq û hem jî heta Îranê rizgar bike, avakirina zemîna demokratîkbûnê ye û aştiya bi hemû gelan re ye. Birêz Ocalan diyar kir ku yekane çareseriya ku wê Îranê jî rizgar bike ev e û amadekariyên çareseriyeke dîrokî dike. Perspektîfa çareseriyê ya ku wê derxe pêş ew e ku wê bibe çareseriyek ku wê pêşiya destwerdanên hemû hêzên emperyalîst bigire. Ya ku ew li ser dixebite û armanc dike ev e.”

‘TIŞTA BIKEVE SER MILÊ ME EM Ê PÊK BÎNIN’

Her çend nayê zanîn serdana bê kengê wê were kirin jî, rayedar diyar kir ku îhtîmal heye ku şande li gorî her daxwazeke Îmraliyê berfireh bibe û têkildarî têkiliya rasterast jî got, “Tê pêşbînîkirin ku zemînek were çêkirin ku Birêz Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de serî li hemû pêkhate û hêzên girêdayî xwe bide. Lê dîroka vê ne diyar e. Di encamê de wê ev rêya çareserî û aştiyê bi berdewamkirina têkiliyan bi hemû pêkhate û saziyan re li gorî pêşniyar û rêbaza Birêz Abdullah Ocalan civakî bibe û heyet weke DEM Partiyê rola xwe bilîze û têkiliyên xwe bidomîne.”