Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye

Rojnamevan Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye.

Rojnamevan Eylem Babayîgît di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di 22’yê Çileyê de hatibû binçavkirin. Babayîgît ev 3 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê binçavkirî ye. Tê payin ku îro îfadeyê bide.

Rojnamevan Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglû ku di 17’ê Çileyê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.

Rojnamevan ji ber nûçe û bernameyên televîzyonê yên çêkirin hatibûn sûcdarkirin. Her wiha nirxandinên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Apo jî weke sûc hatibûn hesibandin.