DEM Partî: Parastin di bin êrîş û dorpêçê de ye

DEM partiyê bi daxuyaniyeke nivîskî li hemberî êrîşên li ser baro û parêzeran nerazîbûnên xwe nîşan da û got: ‘’Li Tirkiyeyê parastin di bin êrîş û dorpêçeke mezin de ye. Mebesta binçavkirina Parêzer Firat Epozdemîr çavtirsandina parastinê ye.’’

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got: ‘’Li seranserê cîhanê di 24’ê Çileyê de bi wesîleya Roja Parêzerên Di Bin Xetereyê de serxwebûna parêzeran, mafê parastinê û têkoşîna parastina serweriya hiqûqê tê bibîranîn, lê belê mixabin ku li Tirkiyeyê parastin di bin êrîş û dorpêçeke mezin de ye. Ev demeke dirêj e ku saziyên parastinê  di hedefa destwerdanên siyasî de ne ku zirareke mezin didin serxwebûna darazê. Di van demên dawîn de êrîşên li ser baroyan gelekî zêde bûne. Baroya Stenbolê ji ber dilsoziya xwe ya ji bo demokrasiyê û têkoşîna xwe ya li dijî bêhiqûqiyan gelek caran hedef hate girtin û desthilatdarî bi hincetên cuda hewl dide ku xebatên baroyê û desteya wê ya rêveber krîmînalîze bike.’’

‘BI VAN ÊRÎŞAN PERGALA CIVAKA DEMOKRATÎK NAYÊ AVAKIRIN’

Naveroka daxuyaniya Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê bi vî rengî ye:

‘’Bincavkirina Endamê Desteya Rêveber a Baroya Stenbolê Parêzer Firat Epozdemîr, ne tenê li dijî rûmeta pişeyî di heman demê de êrîşeke rasterast a li dijî Baroya Stenbolê, parastin û rêgeza welatê hiqûqê ye.

Desteserkirina amûrên têkildarî parastinê yên Epozdemîr ne tenê binpêkirina mafekî şexsî ye di heman demê de tê wateya çavtirsandina aliyên parastinê. Ev yek binpêkirineke cidî û eşkere ya li hemberî sirên pîşeyî û erka parastina mafên muwekîlan e. Ev operasyona siyasî ya li dijî Epozdemîr, êrîşeke li hemberî îtîbara pişeyî ye û hedefgirtina rêgeza ewlehiya hiqûqê ye. Parêzerî, temînata herî girîng ya edalet û parastina mafên welatiyan e.  Bi van êrîşên derqanûnî, bi awayekî sîstematîk  tê astengkirin ku parêzer û baro erka xwe bi cih bînin û mafê welatiyan a lêgerîna azadiyê jî tê binpêkirin. Bi van êrîşan pergala civaka demokratîk nayê ava kirin.’’

‘HEWL DIDIN KU PARASTINÊ BÊDENG BIKIN’

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê diyar kir ku desthilatdarî sekna Baroya Stenbolê ya di têkoşîna ji bo azadî, demokrasî û parastina mafên welatiyan de hedef digire û hewl dide ku  parastinê bêdeng û bêbandor bike û got: ‘’Em bang li hemû baro, rêxistinên hiqûqî  û parêzeran dikin ku li hemberî van êrîşên li ser parastinê dengê xwe bilind bikin.  Divê tavilê Firat Epozdemîr were berdan; dawî li van destwerdanên li dijî serweriya hiqûqê û mafên mirovan ên gerdûnî  werin.’’