Hevseroka ESP’ê jî di nav de 34 kes hatin girtin

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş û Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara jî di nav de 34 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsan di 21’ê Çileyê de li Stenbol, Îzmîr, Enqere, Eskîşehîr, Yalova û Amedê bi ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) de girtin. Di serdegirtinên malan de 41 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan yek jê piştî îfadeyê li dozgeriyê hate berdan. Ji binçavkiriyên din 38 kes ji ber îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi daxwaza girtinê û 2 kes jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Her 2 kesên bi daxwaza kontrola edlî hatin sewqkirin hatin berdan û 34 binçavkiriyên din hatin girtin.

Navên kesên hatine girtin wiha ye: “Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş, Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara, Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat, endamên MYK’a ESP’ê Okan Danaci û Ugur Ok, endama Meclîsa ESP’ê Ezgî Gurbuz, Hevserokên ESP’a Sûltangaziyê Gamze Toprak û Erol Tunç, Nûnerê ESP’a Esenyûrtê Cafer Erozsoy, Berdevka SKM’ê ya Stenbolê Leyla Can, endama Meclîsa Giştî ya SKM’ê Dîlara Su Kalpak, endamên MYK’a SGDF’ê Hîvda Selen, Sîmay Ada Kart û Adnan Ozcan, Berdevka Tevgera Karkerên Yekgirtî Melîha Kayaci, Serpîl Topal, Emrah Topaloglû, Senem Nûr Pektaş, Bahadir Çagirgan, Îbrahîm Akbay, Yoldaş Onur Mete, Berkan Balci, Rezan Akkoyun, Muslum Koyun, endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Muhammed Altunkaya, Zeynep Tekîn, Ahmet Bîlal Bay, endamê PM’a Partiya Şoreşger Yakup Bulut, Azze Denîz Akşar, Bekir Efe Cesur, Sila Turan, Mazlum Ortaç, Dogan Înan û nûçegihana ETHA’yê Zuleyha Muldur.”