Berxwedana Tişrînê li Grazê hate silavkirin
Di şexsê şanogerê Kurd Bavê Teyar de 21 şehîdên Tişrînê hatin bibîranîn û gelê ku bi ruhê Kobanê li ber xwe dide, hate silavkirin.
Di şexsê şanogerê Kurd Bavê Teyar de 21 şehîdên Tişrînê hatin bibîranîn û gelê ku bi ruhê Kobanê li ber xwe dide, hate silavkirin.
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava li bajarê Graz ê Awûstûryayê bi mîtîngekê hatin protestokirin.
Kurdistaniyên ku di saet 16.00’an de li Hauptplatzê li hev civiyan, dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Di çalakiyê de flamayên YPG, YPJ û QSD’ê hatin hilgirtin û danezanên bi Elmanî hatin belavkirin.
Kurdistaniyan daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de têkoşîna gelê Kurd a li Bendava Tişrînê silav kirin.
Çalakvanan di şexsê şanogerê Kurd Bavê Teyar de 21 şehîdên Bendava Tişrînê bi bîr anî û diyar kirin ku gelê Kurd îro li Tişrînê bi ruhê Kobanê li ber xwe dide. Çalakvanan destnîşan kir ku Şoreşa Rojava azadiya hemû gelên li Rojhilata Navîn armanc dike.