YPJ: Fermandar Arjîn Kobanê şehîd bû
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku Fermandar Arjîn Kobanê di berxwedana li dijî êrîşa dagirkeriyê ya li ser Bendava Tişrînê de şehîd bûye.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku Fermandar Arjîn Kobanê di berxwedana li dijî êrîşa dagirkeriyê ya li ser Bendava Tişrînê de şehîd bûye.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser rûpela xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameya fermandara YPJˋê Arjîn Kobanê eşkere kir. YPJ’ê diyar ku yek ji fermandarên YPJ’ê Arjîn Kobanê di 21’ê Çileya 2025’an de di berxwedana li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bendava Tişrîn şehîd bûye.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi vî rengî ye:
“Berxwedaniya şervan û gelê Bakûr Rojhilatê Sûriyê mohra xwe li dîroka azadiya gelan daye. Tekoşîna mafdar ya gelê me bi pêşengtiya YPJ’ê, derbên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dide. Dewleta Tirk bi komên paramîlîter û çete re ji bo dagirkerina herêmê hemû hebûna xwe kiriye seferber, da ku axa me dagir bike. Lê sekna li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozax hemû hesabên dagirkeriya Tirk serûbin kiriye.
Di vê berxwedaniya dîrokî de seknên wêrek û fedayî azadiya gelê me mîsoger dike. Fermandara me Arjîn Kobanê jî bi îdîa û baweriya mezin li Bendava Tişrînê, rê neda xeyalên osmaniya nû û sekna YPJ ya li hemberî hêzên dagriker cardin bi zelalî da diyar kirin.
Fermandar û Hevrêya me Edla Mixarî bi nasnav Arjîn Kobanê di sala 1984’an li bajarê Berxwedanê Kobanê di malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Hevrê Arjîn bi çanda nîştîmanperweriyê mezin dibe, li lewra pîvanên welatparêziyê bi dilek wêrek bi erkên xwe rabûnê dixwaze. Fermandar Arjîn jî bi vê zanêbûn, bîr û baweriyê ya ji azadiya gelan re di sala 2001’an de biryara beşdarbûna nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dide û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê ku wargeha jinên azad e. Heta sala 2011’an de li çiyayên Kurdistanê ked û tekoşîneke mezin dide û li şîverêyên çiyayên Kurdistanê weke jineke şoreşger li ser pîvanên jina azad kirî welatê azad kiriye dibe xwedî ezmûnên bêhampa.
Sala 2011’an de dema şerê navxweyî yê Sûriyê de ku ew dem diyarkirina çaresûna gelan bû, fermandar Arjîn jî ji bo ku rastiya gelê Rojava ya ku di azadî û serxwebûnê xwedî biryare de cih bigre, berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Yekemin di nava xebatên rêxistin kirina ciwanan de cihê xwe digre û ji bo rêxistin kirina ciwanên welat bi risteke mezin radibe û li gelek bajarên cuda yên Rojava kar û xebat didemeşand. Bi pêkhatina şoreşê re di qadên siyasî û rêxistin kirina jin û civakê de li gelek bajarên cuda xebatên stratejîk û girîng de peşengtî kir. Fermandar Arjîn di nava xebatên Şoreşa Jin de tu ferq û cudahî nekir, erk û berpirsiyarên xwe herdem bi zanista xizmet kirina şoreşê pêk anî.
Bi ezmûnên qezenç kir re di nava Yekîneyên Parastina Jin de weke fermandarek jin, bû mînaka fermandareke Birdoziya Rizgariya Azadiya Jin ê. Fermandar Arjîn bi sekna xwe ye dirûst, fedakar û zane bû temsîla kesayeta fermandartiya Yekîneyên Parastina Jin. Hevrê Arjîn gelek şervan li ser birdoziya azadiya gelan û jinan perwerde kir, bi wan şervanên xwe re jî di eniyên şer de cihê xwe girt. Li Bendava Tişrînê de bi bîr û baweriya ku wê rûhê berxwedaniya Kobanê serkeftinê bîne şer kir. Fermandar Arjîn pîvanên fermandariya demê di kesayetê xwe de gîhand wateya rasteqîn.
Fermandar Arjîn di dîroka 21’ê Çilê de li sengerên herî pêş yên Bendava Tişrînê li hemberî dagirkeriya Tirk heta dawiyê sekna jina egîd temsil kir, bi îdîa û biryardariya serkeftinê şerê dagirkeran kir û bi qehremaniyeke bêhempa tevlî karwanên nemiran bû.
Em di serî de bi taybet ji malbata hêja ya Fermandar Arjîn û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em weke Yekîneyên Parastina Jin sozdarê doza Fermandar Arjîn in, ji bo îdeal û xeyalên wê tekoşîna îro li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozê tê meşandin wê teqez bi serkeftinê encam bibe.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me ya şehîd, bi vî rengî ye:
Nav û Paşnav: Edla Mixarî
Nasnav: Arjîn Kobanê
Navê dayikê: Îda
Navê bav: Şewket
Cih û dîroka şehadetê: 21.01.2025/Bendava Tişrînê"