Darbeya qeyûm û êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Li dijî darbeya qeyûm a li ser Şaredariya Akdenîzê, di çalakiya nobedê de êrîşên dagirkeriyê jî hatin şermezarkirin.

ŞERMEZARKIRINA QEYÛM

Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya Mersînê hatiye destpêkirin, di roja 15’an de didome. Bi beşdariya parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî daxuyanî hate dayin.

Di çalakiyê de pankartên “Em êrişên ser gelê sivîl ên li Rojava şermezar dikin” û “Rejîma qeyûm derbeya li dijî îradeya gel e” û lolîpopên “Em rê nadin qeyûm”, “Rêzê ji îradeyê re bigirin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Hilbijartî îradeya me ne” hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Zext nikarin me têk bibin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Qeyûmê dizek ji Akdenîzê bicehime” hatin berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen di daxuyaniyê de got, ew desteserkirina şaredariyê qebûl nakin û got, "Wê têkoşîna me ya li dijî desteserkirina îradeyê bidome." Esen nerazîbûn nîşanî dorpêça polîsan a li ser Şaredariya Akdenîzê da û got, heta qeyûm diçe wê li pêşiya şaredariyê têbikoşin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Yenîşehîrê Alî Maden jî got: "Qeyûm darbe ye, desteserkirina îradeya gel e, rantxurî ye. Bila sepana qeyûm bê bidawîkirin." Her wiha Maden xwest êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bên sekinandin.

Dayika Aştiyê Raziye Soner jî anî ziman ku wê têkoşîna wan li dijî qeyûman û êrişan bidome. Raziye Soner, destnîşan kir ku ew xespkirina îradeyê qebûl nakin. Raziye Soner, bertek nîşanî sewqkirina Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz a ji Girtîgeha Kampusê ya Tarsusê yaji bo Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê da û got: “Em xelas nabin.”

Raziya Soner, bang li polîsan jî kir û wiha got: “Serê me dayikan her tim bilind e. Me dizî nekiriye. Me bi îradeya xwe şaredarî bi dest xist. Em li pey îradeya xwe ne. Em li gel zarokên xwe ne. Heta dawiyê em ê têbikoşin.”

Nobet, bi çalakiya rûniştinê dewam kir.