BI DÎMEN

Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin li Viyanê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên li Viyanayê sivîlên ku li Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi bîr anîn.

Kurdistaniyan li paytexta Awusturalya Viyanayê ji bo bibîranîna sivîlên ku li Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li hev civiyan.

Çalakiya bîranînê ji bo bîranîna tevahiya şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Xizmên şehîdan jî beşdarî çalakiyê bûn.

Di axaftinên bîranînê de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û ev peyam hate dayîn: “Şehîdên me yên Tişrînê berxwedaneke mezin raber kirin û şehîd bûn. Têkoşîna wan sembola şerê me yê ji bo azadî û edaletê ye. Gelê kurd bi komkujiyan nayê tirsandin. Berovajî ev êrîş me zêdetir bi hêrs û bi hêz dikin. Em ê şehîdên xwe ku sembola berxwedan û azadiyê ne ji bîr nekin. Ev komkujî wê yekitî û biryardariya gelê me wê zêdetir xurt bike. Ruhê têkoşînê ya şehîdên Tişrînê wê her tim rêya me ronî bike.”

Piştî axaftinan sînevîzyona Bavê Teyar ku li Tişrînê şehîd bû, hate nîşandan.