Malbata Rêber Apo ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Her wiha xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran û malbatan bi rêk û pêk, bi kêfî tê astengkirin. Piraniya serlêdanan jî bê bersiv têne hiştin.